Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
xançepek - tirşik
xançepek
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. taxeke amedê ye.



27.12.2017 17:09 | xwelî li ser

2. taxek sûra amedê ye ku dîroka wê hama bêje bi ya amedê re ye. ji taxên ewil yê sûrê ye. ji bilî taxê xançepek, navê herêmeke di hundirê sûrê de ye. ji gelek taxan pêk te. navên ku dewletê li wan taxa kirine; hasırlı, savaş, fatihpaşa, dabanoğlu, süleyman nazif e. yanê mirov kare bêje ji mînareya çarling û heya ber bi sûrên yenikapî ve xançepek tê hesêbê. di nav gel de berê weke taxa fileyan an gavur mahallesi dihat zanîn.

taxên wê li ser nexşeyê weha ne;

Here lînkê
Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê

di vê herêmê de an taxê de gelek netewên cûda bi hev re dijiyan. cihû, file, asûrî û keldanî, ermenî her çiqas di taxên cûda de bûn jî her kes bi ola xwe dijiya. di vê taxê de dêra ermeniya, keldaniya û ya asûrîya hene. herweha mizgeftên kevn jî tê de hene. dêra dayika meyrem jî di vê taxê de ye.

di sala 1948an de piştî avabûna dewleta cihûyan îsraîl, cihû vê taxê diterikînin. pêşî diçin stenbolê û ji wir de jî diçin îsraîl. piştî harekata kibrisê ya tirkiyê jî tax yekcarî ji fila vala dibe. niha ji bilî 6-7 malbatên ermeniya file li sûrê nemane.

di salên 2015-2016an de di şerê xendekan de ev tax cihê herî dijwar yê şer lê diqewimî bû. heya ku eniyên sereke yê yps ev tax bû. yogurt pazari, mînareya çarling, kûrşûnlû camî, dibistana silêman nazîf eniyên sereke yê ypsyê ku şerê giran tê de bû, daxilê xançepekên bû. ji ber şer tax zirar û ziyanek pir mezin dît. hama bêje tax bi temamî xera bû hate xerakirin. niha ji mînareya çarling wêdetir têketin qedexeye. j pişta mînareyê ve dora taxê bi sacên demir hatine dorpêçkirin.

axir, xançepek dîrok e, çand e, hesteke cuda ye. dema amed tê gotin yekser ev tax tê bîra mirov. çend nifşên amedê di gel feqîrî û belangaziyê ji vê taxa ku di kuçeyên wê de du kes nikarin di ber hev re derbas bibin de mezin bû. ya rast taxa ku min hêvî dikir di tirşikê de gelek tişt di derbarê wê de hatibin nivîsarê. lê tenê min dît ku dibêje taxek amedê ye. ez gelek xemgîn bûm ku çawa ev mijar weha xalî maye.

li ser vê taxê ji aliyê migirdîç margosyan ve belgefîlmek xweş hatiye amadekirin. keremkin;





06.05.2021 16:21 ~16:28 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» xançepek

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî