Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
serê te neketiye - tirşik
serê te neketiye
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biwêjeka xweş e, li botanê, li torê tê bikaranîn. lê min ferq kir piştî hatîm Amedê ve ev biwêj ji bîra min çûye, şûna wê "ne îşê te ye" an jî "çi îşê te pê heye?" dişixulînim. duh min di vîdyoyek deno de dît, hat bîra min.

ji bo kesên bi meraq tiştekî ji te dipirsin û tu naxwazî jê re bêjî tê bikaranîn:
+vêca tu yê biçî ku?
-serê te neketiye kero...!



27.12.2017 10:40 ~2018.08.11 17:29 | xendekî

2. (bnr: bi serê yekî ketin)
Biwêja go li aliyê hezex-nisêbîne bi wateya aqil jê birîn tê bikaranîn. Axlebe wateya argoyê nahewênê.

Mînak:

Bi serê te neket - aklina yatmadı / aklın alamadi.
Di vir de Li gorî hevok û rewşê wate çêtir tê fêhmkirin.

Ev îş bi serê min neket! - bu iş aklıma yatmadı, bana mantıklı gelmedi.



27.12.2017 11:03 | gumgumok

3. Em jî bîna îşê te pê neketiye dibêjin. Heke eleqeya yekî tune ye îşê yekî din re û dixwaze tevlî vê îşê bibe ew çax tê gotin.



27.12.2017 11:03 | mîr

4. li aliyê serhedê dibêjin te ra çi ango ji te re çi?, Çi îşê te pê heye?..



27.12.2017 11:09 | bûtîmar

5. Hinek ji dibêjin dev jê berde



27.12.2017 11:54 | elîşêr

6. Serhedî dibéjin bi te ve maye



27.12.2017 12:28 | aramxerib

7. biwêja ku haya min jê tune bû ku argo ye. ya rast hê jî bawer nakim lê...
cem me jî wek çi bi serê te ketiye tê gotin.


- kuro qey çi bi serê te ketiye, diçî li ser navê xelkê nimroya telefonan distînî û wisa serê xwe dixî belayê!



27.12.2017 13:24 | simurg56

8. Li xarpêtê dibejin pe te nemaye.
"Pe te nemaye siktîr be here bifikire îşê xwe"
Xarpêtiyan bi tirkî jî ji kurmancî tercûme dibejin;
"Sana kalmemîş"



27.12.2017 13:56 | cinorek

9. (bnr: îşê te jê çi ye!!)



27.12.2017 16:20 | xwelî li ser

10. li serhedê dewsa wî çi bi te maye jî tê gotin.



27.12.2017 16:29 | sloujouc

11. Tu çima serê xwe diêşîne



27.12.2017 17:08 | elîşêr

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» serê kerê tena pirçê xwarin

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanbiwej zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî