Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 51 peyam
sobeya êzingan - tirşik
sobeya êzingan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştekî wilo ye Here lînkê

ev sobeya prîmîtîf hê jî li kurdistanê heye.
sobeya ku bi êzing û komir û hinekî jî bi qarton û kaxizê dixebite.
tu hinekî êzingan dixînî nêv û pê kaxizan jî êgir pê dixî. piştî agirê wê xurt û geş dibe devika wê ya serî radikî komiran berra hundirê wê didî ( bi taybetî komirên belaş ên hikûmeta me ya kadîrşînas) haa ev heye heya ku agirê êzingan geş nebe nebî hûn komirê berrê din, yan na dê agirê wê bitefe.

neyse efendim wek hûn jî dizanin êdî di metropolên kurdistana bakur de hem xaza xwezayî hem jî kalorîfer hene loma ji xeynî taxên feqîr î kevn êdî sobeya êzingan nayê karanîn.
yên zanin jixwe zanin yên nizanin beqê nîskan in; ji amadekirina sobeyê ta tedarîkkirina êzing û komiran û heya hûrkirina êzingan û û bêhna wê ya pîs û duxana wê ya genî ji serî heya dawî, ji rastê heya çepê bi serê xwe eziyetek û perîşaniyeke bêserûber bû. axirî xaza xwezayî hat em bi îman û ahret jê xelas bûn. aqubet li ser enerjiya sirûştî ya rojê be inşallah

her cara ku ez di vir de û wê de pêrgî romantîzma seqil, nostaljiya badilhewa ya sobeyê têm bi hemdê xwe bi 30 diranên xwe ( mixabin hevalno min nîn e 32 diran:( ) dikenim, dibe hirehire min. kurno keçnê aqilê xwe yê şêrîn bigirin serê xwe! ev sobe îşkeceyek ji îşkenceyên darbeyê xirabtir bû.
tê bîra min; li qersê mala me her gav bi sobe bû. û wek hûn jî dizanin qers gelek sar e( ez hê jî li ser rijd im ku peyva qerisînê ji qersê tê, an jî peyva qersê ji qerisînê tê) loma me di meha -sermawez, mijdar, çiriya paşîn êdî hûn çito bi nêv dikin nizanim-ê de me sobeya malê amade dikir û dest bi pêxistinê dikir û heya meha avrêlê me ranedikir.
me sobeyek li odeya mezin a malê datanî û yek jî li serşo yanê banyoyê datanî. eyb e gotin li qersê ger tu li kêleka sobeyê serê xwe neşoy dê qûna te biqerise, cemed bigire ku tê nikaribî gûyê xwe jî bikî. problema herî mezin a sobeyê ew e ku hemî odeyan germ nake. em bêjin ku dilê te çû avê divê herî pêjgehê. errikk! bi xwudê carînan tî diketim nava nivînan, ji bo ji odeyê dernekevim û di sir û seqemê de neçim pêjgehê. ji xeynî çÊkirina şambelotan bi kêrî tu gûyekî nayê.
her sal ji ber vê sobeyê teqez malek dişewitiya.
hê jî li mala bavê min sobe heye, carinan diçim cem bavê xwe lê wexta dibe zivistan hama piyên xwe jî pê nakim.



19.12.2017 14:33 ~14:42 | ferhenga şikestî

2. (bnr: soba daran)



20.12.2017 00:14 | gumgumok

3. Gava kesek dibêje "soba" du tişt heman tên bîra min;

(bnr: şembelot)
(bnr: bêhna fikirtepe li zivistanê)

Di mala dapîra min de li Adanayê jî sobayekê êzing hebû, me her zivistan gelek caran şembelot pejand. Nizanim heta niha ji wê re çi qewimibû...



20.12.2017 00:53 ~10:44 | i-omer-i

4. vî zemanî dema ku behs jê çê dibe, weke tişteke nostaljîk û romantîk qal jê tê kirin, lê ev tenê nêrîna dewlemendan e. di eslê xwe de vexistina wê jî, valakirina xweliya wê jî, pê germbûn jî îşkence ye. aliyeke te germ be aliyê din sar dimîne. dîsa jî ji bo feqîran bi taybeti jî ji bo piraniya kurdan çareseriyeke bê alternatîf e.



19.09.2018 12:38 | nazim tolhildan

5. (bnr: soba dara)



19.09.2018 22:01 | gulêê

6. bi rastî jî ji bo piraniya xelkê tirkiyê, êdî nostaljî ye. erê hinek kes hê jî bi kar tînin lê li navendên bajaran êdî piranî gaza xwezayî heye an jî kalorîfera komirê heye.
erê bikaranîna wê zehmet e, talûkeya wê jî heye. lê ew hesta ku piştî mirov ji derve tê û li ber agirê vê sobeyê heta hestiyên xwe mirov germ dibe, di gaza xwezayî de fîlan tune.

tabî heçiyê zêde zêde bêrîyê kiriye, niha jî dikare kombîya xwe betal bike û ji xwe re vê sobeyê saz bike *



19.09.2018 22:05 | simurg56

7. (bnr: based on a true story)
Gava çavên kurik lê dikeve bavê xwe re pirs dike
"Bavo ev çi ye?"
Bavê wî cab dide "ev sobe ye"
"Bavo sobe çi ye"
"Sobe êê di zivistanê de dar davêjin hindurê wê û vêdixin pê wê meriv xwe germ dike"

êdî zarên bajaran nizanin ev çi tişt e. wan gotinan jorê bi çavên xwe ez şahid bûm min xwe wek ji marsê hatî hîs kir. Bêdengiyeke rûnişt ruhê min ez qebûl kirim êdî extiyar bûme...



19.09.2018 22:33 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sobeya êzingan

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî