Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
çanda populer - tirşik
çanda populer
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo her tiştekî ku di dema xwe de di rewacê de ye tÊ gotin.
sînora çanda populer nîn e, carina fîlmên ku bi kêr serê derziyê nayên li organîzasyonan ve xeletên giranbuha digirin, muzikên ku bingeha wan qels e bi mîlyaran tên guhdarîkirin, romanên ku stûna wan lawaz in, têde tu fikreke felsefîk î kûr nîn in bi milyonan tên firotin hwd...
mûzîka popê jê ji vê peyvê dizê. yanê di mûzika popê de tu girîngiya dewlemendiya enstrûmanan nîn e, tu wateya ahenga orketsrayê nîn e, tu fonksiyona dengekî xweş ku li stranan were nîn e. ya girîng ev e ku bête guhdarîkirin.

ji bo edebiyatê jî meriv dikare heman tiştan bêje.
çaxa ku ev problema hemî çand û neteweyan e di heman demê de problema me kurdan e jî.
kurdî zimanekî bindest e ji bo ku karibe bi tiştên populer derkeve li ser dikê divêt cara ewil azad be, ji bo azad be jî divêt populer be ango paradoksek heye ku bi vê statuya me ya binketî ne gengaz e ku çareseriyek jê re bête dîtin.

ez li amedê dinêrim êdî zarok nexasim yên ku emrê wan di binîya çardehan de ye tu hunermendekî/e kurd nas nakin, tu straneke bi kurdî nizanin. ger tu ji wan bipirsî ca deh heb stranbêj/hunermend bijmêre dê nikaribin. mesela haya wan ji aleyna tilki heye, ji selena gomes û taylor swift heye lê haya wan hîç ji mirady an ciwan haco nîn e. belkî ji dêûbavên xwe hasbel qeder bihîstibin lê wan ew bi awayekî aktîf nekirine nava jiyana xwe, di jiyana wan de para wan nîn e, di rabûn û rûnistandin, danûstendina wan de bandora wan nîn e.

tê bîra min ji vir sê sal berê min li mûzikên telefona qîza xaltiya nêrî. ji berê de wexta telefona yekî/ê digirim cara ewil li mûzîkan dinêrim. min nêrî hîç straneke bi kurdî nîn e. mi go ez hinekî şîretan lê bikim lê belê min ferq kir ku hîç straneke bi tirkî jî nîn e, giş bi îngîlîzî ne. têgêhîştim ku ne îşê şîretan e bavo. kêçik hê pax bi tirkî nake de îja bi kurdî?

li sinemayê kurdî gelek qels e hama bêje nîn e, ku hebe jî eleqa jê re nîn e, di sporê de nîn e, di nav civata kurdan de edebiyata kurdî nîn e, şano nîn e li ser sosyal medyayê kurdî nîn e hama bêje li tu derê jê re eleqa nîn e, ji bela ku xelk eleqa pê nake, nabe populer jî yan jî em bêjin tiştên populer ji ber nebûna mişteriyên potansiyel di nav civata me de geş nabin. populerbûn û eleqedarî hevûdu dermale dikin.

bi rastî dema ez peyva populerbûnê dibihîzim tavilê rûyê min tirş dibe, ji bo wê pêşîhikûm im, dilsarî me, çi mûzik, çi dîmen, çi spor, çi edebiyat, çi fîlm hwd... di vê qadê de her tişt ji bo pere ye yanî berê nîqaşek hebû 'gelo huner ji bo civatê ye yan huner ji bo hunerê ye?' bi rastî êdî ev nîqaş jî pûç e. huner êdî ji bo pereyê ye ku kes nikare îtiraz bike.
her aktîviteyên çandî yên bi kurdî ji ber bêperetîyê nagihije merhaleya ku tê xwestin. ji ber ku ne populer e, ji ber ku ne populer e nikare dermale bibe, ji ber ku dermale nabe aboriyek lê çerx nabe, ji ber ku aboriyek lê çerx nabe nabe populer.... ango em di nava paradoksekê de ne

çend rewşenbîrên kurd hene, carinan li bajarên kurdistanê digerin panel an jî gotûbêjan li dar dixin, heta aniha min nedîtiye ku rewşenbîrek di gotûbêja xwe de sed kes li xwe civandibe, herî zêde bîst an sî kes tên, carinan dinêrim li cafeteryayekê maseyek jî nikarin tije bikin. ev yek malîk li motivasyona wan dibe mîratê.

carûbaran ez hunermend miradyî li rawestgeha ofîse dibînim, em silavê didin hev, ger derfet hebe em dixafin jî. rojekî dîsa di nava dolmîşê de bûm, dolmîş hat li rex rawestgehê li benda rêwiyan sekînî, min dîsa mirady dît, ji xwe re bi tenê li benda dolmîşa xwe bû. ez hinekî ponijîm. hemî rêwîyên wê rawestgehê li tenişta hunermendekî serkeftî rêz bûne û hîç haya kesî/ê jê nîn e ku wa ye mirady jî li wir e, kes nas nake. mi go gelo teoman biçûya rawestgehekê û kes wî nas nekira, an jî tarkan li zincirlikuyuyê li benda metrobûsê bûya kes wî nas nekira, yan shakira biçûya kolombiyayê li benda firokê bûya haya kesî/ê jê nebûya... welhasil halê me ne tu hal e. kesek li wê rawestgehê nizane mirady kî ye û çi dike. em dikarin ji bo her kesî bêjin. min berê hama bêje her roj kawa nemir didît li ofîse, ji xwe re çente di pişt de di kolanekê de dimeşiya, kesî/ê ew nas nedikir, silav nedida. haya tu evdekî kurd jê nîn bû ku ev berhemên shakespeareî wergerandine kurdî, kurdiya hamletê bi destên wî hatiye wergerandin, ji şairên giregir ên anglo saksonê 7000 hezar helbest ji layê wî li kurdî hatine fesilandin hwd...



15.12.2017 14:39 ~14:46 | ferhenga şikestî

2. Mijara ku pirsa em çava Çanda popûlera kurdan mezîn bikin tine bir.



16.12.2017 08:53 | cinorek

3. çanda popûler ne tiştek wisa ye ku mirov bikare bi wê re qayîşê bikişîne. ne hewce ye jî.
hemû hêmanên vê çandê, mîna agirê kayê bi lez û bez û pêtek mezin diçirûse û zûzûka wenda dibe. loma ne mayînde ye. ji bo kesên virtûvala jî ji bo mirovên têr û tije jî, pêdivîyek e bi ya min.

di vê serdemê de, derdê mirovan ne tenê bûyerên ku tên serê wan in an jî yên tên serê nas û hevalan. êdî bi saya derfetên ragihandinê em xema derdên li aliyê din yê dinyayê jî dixwin.
her wiha êdî derd ne tenê derdê têrkirina zikê xwe ye. ji ber van sedeman, mirov pêdivî pê dibînin ku carina serê xwe vala bikin. vala nekin jî, bi berhemên sivik, an xwe mijûl bikin an jî kêfa xwe pê bînin.

li gel vê fonksiyona xwe ya ku em dikarin bêjin baş e, helbet zerarên wê jî hene. ya ewil, weke berî min jî hatiye gotin, dikare rê li ber berhemên serkeftî û kûr bigire. digire jî. ya duyemîn, nahêle çand û zimanên heremî an jî bindest, ji xwe re girseyek bibîne. zimanê kurdî jî gelek zerarê ji vê bandora çanda popûler distîne. lê ez ne bawer im bê ka zerara ku kurdî jê distîne, ji yên zimanên din mezintir e an na. problema kurdî zêdetir ew e ku popûlasyona ku wê bi kar tîne, jixwe dûrî berhemên behskirî yên weke pirtûk, mûzîk, sînema vs ne. hûn çiqas berhemên wisa yên kurdî û ultrapopûlîst jî derxin, wê nebe popûler ji ber ku serjimar diyar e. rêjeya xwendin, temaşekirina vî serjmarî û pêdiviyên wan diyar e.



16.12.2017 14:13 ~14:13 | simurg56

4. mijara ku pirsa “gelo zeki müren’ê jî me bibîne?” pardon “gelo tirşikê jî bibe çanda populer?” tîne bîra mirov*



19.09.2018 12:51 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» çanda ommetê
» populertirîn mijarên tirşikê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî