1. Motora lêgerînê ye go ji Google,yahoo,bing'ê gelekî ewlehîtir e. Ev çend rojin bikar tînim û zehf jê xweş im. |
|
2017.12.12-01:46 |
gumgumok
![]() |
2. qedera du salan min vê motora lêgerînê xebitan. her çiqas li ba google û bîngê ewlehîtir be jî, xala lêgerînê de bersivên baş nade lêgerînên meriv ku ev taybetî jî ji ber hevnedana wan a agahî û zanyariyên kes û kompûteran e. nuha ne motora sereke ya amûrên min e lê belê her tim di firefox-a xwe de vê motorê wekî rêzgirtina ked û armanca wan sereke dihêlim ji bo ku ji bîr nekim jî hema carê dixebitînim. hun jî kêm nebin. |
|
2017.12.12-17:34 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
3. malpera ku ev demek e bi kar tînim û gelek jê qayîl im. min berî niha ji bo demeke kin yahoo û yandex jî ceribandibûn lê zûzûka vegeriyabûm googleê. lê duckduckgo'yê heta niha qet ez poşman nekirim. |
|
2017.12.17-21:30 |
simurg56
![]() |
4. Malpera go bikarhênerên wê bi piranî ji encamên lêgerînê gilî dikin e. Yek ji sedemên vê pirsgirekê ew e go web-crawlera Duckduckgo tenê bi serê xwe têrî nake û encamên lêgerînê ji berhevkirina encamên Yahoo, Bing û Yandexê pêk tê. |
|
2020.12.05-15:14 |
hueyn
![]() |
![]() |
tirşo [1] |
![]() |
amblema tîşortê tirşik.net'ê [3] |
![]() |
bîranînên li amedê [2] |
![]() |
tiştên ku tirşikvan niha dixwin [1] |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [2] |