Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xelatên tirşikê yên salê - tirşik
xelatên tirşikê yên salê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xelatên tirşikê yên salê

projeyeka nû ye ku bê qebûlkirin wê bi dewla serê tirşikê û tirşikvanan bi rê ve biçe. tirsik.net ji sala 2013ê û vir de di qada kurdî de navê xwe nivîsîye û bûye dengekê kurdî, bi saya tirsikvanên xwe yên bi sala ye ji bo wê û kurdî hewil didin, dinivîsin, diafirînin, rexne dikin, berhev dikin, pênase dikin û dixemilînin. ez dibêjim êdî dema wê hatiye ku tirsik.net bi xebatên xwe yên din jî rojevê biguhere, dengê xwe bilind bike. ji ber ku di qada înternetê de navê wê çêbûye û giranîyek wê heye dikare ji bo vê qadê hin tiştan bibêje û biryarina bide.

ez dixwazim ji ber vê ji bo tirşikvanan pêşnîyazekê bikim. werin em xelatên tirşikê yên salê bidin, werin em malperên kurdî, rojnameyên kurdî yên baş hilbijêrin. bila kesên ku xebatên xwe kurdî dikin û dema xebata xwe an xizmeta xwe kurdî dikin hay ji kalîteyê hay ji profesyonelî hene pîroz bikin.

di vê çarçoveyê de ez dixwazim mînakê ji yeka tirkî bidim. di bin banê doruk.net'ê de -ku niha jê qut bûye- altın örümcek web ödülleri (xelatên webê yên pîrepinda zêrîn) tên dayîn. ez dixwazim behsa rêbaza wê bikim hinekî:

1) lijne
lijneya wê ji 15 kesan pêk tê. her yek di qada înternetê dixebitin, rêvebir an jî xebatkarên malperên cuda cuda ne.

2) krîterên nirxandinê
di çarçoveya 5 krîteran de xelat tên dayîn. ev jî
- dîzayn & azmûna bikarhêner: ji bo malperekê an rojnameyekê bi giştî projeyê tişta pêşiyê dikeve ber çavê mirov dîzayn û sêwirandina wê ye. sêwirandin û navrûya projeyê çiqasî xizmet û xîtabî kîtleya xwe dike.
- bingeha teknîkî: yek ji krîterên sereke bingeha teknîkî ye ku gava bikarhêner an jî kîtleya te dema digihije te bi hêsanî dikare xwe bigihîne her tiştî, hemû amûrên te, hemû naveroka te; bê arîşe dikare hemû taybetîyên te bikar bîne. hemû kod, script, girêdan û formên li ser projeyê di nava ahengeka baş de bixebitin, hingî ew projeyeka baş e. divê rûpelên malperê zû vebin an jî xizmetên din ên projeyê bilez û bê arîşe bixebitin
- resenî: projeyeka dîjîtal dikare bi sêwirandina xwe û naveroka xwe tişta nû û resen bide bikarhêneran. her nêzîkatî an jî xizmeta ku bikarhênerên xwe ji azmûnên wan yên berê cudatir di malperê de bisekinîne, resen e; ev yek ji nîşaneyên resenîyê ye.
- ligorî armanca xwe: ew proje divê girseya xwe ya kirî armanc baş eşkere bike, li gorî vê divê xizmeta rast bigihîne bikarhênerê rast. gava kesek kete malperê naverokeka mirovî têra xwe têr neke nebîne ji ber vê wê zû ji malperê derkeve. an jî dema têket malperê tişteka baş, balkêş, têr û tije bibîne wê bikarhêner nereve.
- naverok: divê naverok ne tenê ji metnê pêk bê. carna divê wêne, vîdyo, anîmasyon an jî grafîk hebe. ev tişt jî têkiliya bi bikarhêner re xurtttir dike. naveroka baş û zengîn hevkarîgerîya bikarhêner zêdetir dike û wan bêhtir di malperê de digre. naveroka baş fikra xwe çêdike; dengekê wê, dîtineka wê heye. naveroka baş çêdibe têr agahî bide, kêrhatî be an jî mirov keyfxweş bike, lê her wextî rê dide ku mirov ya zêdetir bike hedef û armanc.

3) pêvajoya nirxandinê
karê lijneyê ew e ku krîterên nirxandinê eşkere bike, serlêdanan qebûl bike, paşî kategoriyên xwe eşkere bike, her serlêdanê li gor krîterên nirxandinê puanê wê eşkere bike (puan: ji bo her krîterê ji 1ê heta 10ê puan dide). dawîyê di her kategoriyê de her sêyên pûanê zêdetir standî eşkere dibin. ev yekemîn duyemîn û sêyemîn di malpera xwe de diweşînin û dengdana gel destpê dike. em ê bêjin ser meselê di kategorîya malperên nûçeyan de malpera hawarnews, kurdistan24 û rojname li gor nirxandina lijneyê pûanê herî zêde standin, navê wan her sêyan wê di malperê de bê weşandin, êdî em bêjin mehekî bikarhênerên giştî wê bên û li gora xwe wê malpera herî baş a nûçeyan hilbijêrên. an jî bloga kurdî ya herî baş hwd.
di dawiya dengdanê de jî ji bilî yekemînên kategorîya yekemîna giştî jî li gor dengdanê eşkere dibe. malpera herî bêhtirîn deng standî dibe malpera serkeftî ya salê.

rêbaza vê bi kurtî bi vî şiklî ye. heke tirsikvanên me bêjin Erê em jî dikarin tişteka weke vê bikin. wê çi Xêra vê hebe; li gor min hem wê pêngaveka nû destpê bike di vê mijarê de hem malperên xelatê bigrin wê bêhtir xwe li karê xwe bipêçin, hen malperên din wê ji bo salek din xelatê bistînin belkî xwe baştir bikin hem malperên serkeftî yên kêm tên zanîn wê bikevin rojeva giştî hem jî ji bo tirşikê jî wê gelek feydeyên wê yên berbiçav çêbin.

tirsik.net dikare bi hevkarîya hin malperên din jî çêke an jî dikare ji bo vê projeyê piştgira bibîne, ew mînaka min dayî ji alîyê 6-7 dezgehan ve tê piştgirîkirin.

tirsik.net nikare alîkariya maddî bike, lê dikare plaketên baş çêke û bi merasîmeka piçûk jî dikare şevekê organîze bike.

çend mînakên kategorîyan:
- bloga herî baş a salê
- bloga herî aktîv a kurdî
- malpera nûçeyan a herî baş
- malpera pirtûkan a herî baş
-...

proje û fikr li hêvîya fikrên tirşikvanên din e.



10.12.2017 21:42 | xendekî

2. ji bo civata tirşikê ya sist projeyeke giran e bi ya min û gelek îdealîst e. him sîrkulasyona tirşikê hîn rûneniştiye, gelek roj hene ku naveroka wê tije nabe. ev jî ji ber kêmbûn û neçalakbûna bikarhênerên wê ye. dilkêşiya wê qels e. hevalekî min î xwendekarê kurdî ya zanistgehê gotibû, di pola wî ya 80 kesî de yekî tirşikê nebihistiye.

wekî mînak divêt ev jî nebe?: ferz bikin tirşik xelat da malpereke. ma ne hewce ye gelo di tirşikê de ji aliyê gelek tirşikvan ve di sernivîsa wê malperê de gelek peyam * hatibe nivîsandin?

min li jor jî got, proje xweş e. lê bi ya min hîn zû ye. mixabin.



10.12.2017 22:18 | biruya hayao miyazaki

3. projeya 4 sal berê jê re 'zû' hatiye gotin. dixwazim bipirsim gelo dê kengî dema wê were?



15.10.2021 20:37 | tîrêj zana 21

4. ez jî li benda wî me. gelo tirşikvanê herî zefh peyam nivîsandîye ez im?



15.10.2021 22:31 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelatên tirşikê yên salê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» yên ji kul û derdan mirine
» salê mîlyonek însan zêdetir ji birçîbûnê dimire

Kategoriyên mijarê:: tirsik teknoloji tirsik teknoloji tirsik teknoloji kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî