Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    diyariya tirşikê a 30.12.2017 an - tirşik
    diyariya tirşikê a 30.12.2017 an
    (3) (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. nevbera vî 30 rojên pêşiya me da kî/ê di nava nivîskarên 30 rojan de yekem be, ez ê diyariyeke surprîz jê re bişînim.


    lê şertek heye.
    divê herî kêm 88 peyamî zêdetir nivîsîbe.
    mesela yê yekemîn, 70 peyam nivîsîbe, diyarî jê re naçe *

    çima 88 peyam an jî entry?
    dilê min wisa dixwaze *



    2017.12.01-02:45 | hozan serhad

    2. ji bo diyarîyê ezê tam 88 entry binivîsim;)



    2017.12.01-12:57 | ferhenga şikestî

    3. diyarî surprîz e.
    pirtûk nîn e haa!
    tiştekî zehv rind e xaş e baş e *



    2017.12.03-00:14 | hozan serhad

    4. Min ê 88,5 entry binivîsanda lê naxwazim kargo bibe bar, ji ber vê nanivîsim *



    2017.12.03-00:31 | gulêê

    5. perê kargoyê pirsgirêk nîn e.. zoza min soz e *
    bes hûn binvîsin..
    haydê hûn rihê min in...



    2017.12.03-12:34 | hozan serhad

    6. diyariya ku ne dixwazim û ne jî dikarim bistînim. lê min meraq kir gelo boçi ne di 31.12.2017an an jî 1.1.2018an de lê di 30.12.2017an de tê dayîn.



    2017.12.03-13:14 | sloujouc

    7. ez ê 87 peyaman binivîsim, dilê min jî wisa dixwaze *



    2017.12.03-23:06 | xelefêserhedî

    8. diyarîyek ewqas ne balkêş e.



    2017.12.04-22:10 | xemrevîn

    9. @xelefêserhedî hema tu bikaribe 87 peyama binvîse, em tiştekî din ji te naxazin.. saxiya canê te.. *



    2017.12.05-02:28 ~02:29]| hozan serhad

    10. diyariya ku piştî şiroveyan, dilê min lê sar bûye..
    dilekî min dibêje feremoş ke; jixwe kes ewqas peyamî nanivîse..
    lê dilekî min jî dibêje na lew! Te soz daye, hema belkî yekî/ê nivîsî.. û ev jî bû reksîyoneke rind ji bo tirşikê.

    neyse.. çiqa ça dibe..



    2017.12.05-02:32 | hozan serhad

    11. heke di rojê de 5 heban peyam binivîsînim, ez dikarim tapoya vê diyariya sersalê bikim ya xwe ku hêla mijarên nehatî dîtîn/bihîstin û ne yên pejnê û zarê monotoniyê di nav serê min da mîna kevroşkên biharê hev du bêhn dikin. Tenê dixwazim bira 3 (bi nivîs sê) mêrxas û jinxas rabin ji nav tabûtên xwe yên zêrîn ên zombiyê û teklîfa ku min avêt horta hewşa tirşikê rake û mîna malmezinên rûsiyên kevn, sileha xwe ya bi toz û dûman û hesreta şixûlê ji kîsa xwe ya kalmîrat derxe û bibêje, "va ez teklîfa te qebûl dikim birayê miyazakî" û bira pêşbirka me dest bi kişfa xwe bike. kî ji xwe bawer in?

    ---
    - heke bê qebûlkirin:
    *divê her roj herî hindik 5 peyam bên nivîsandin û ne eletewş, bi qasî agahiyekî navincî dide, bira tije bibe.

    *diyarî ne ji min ji aliyê hozan serhed ve tê dayîn. bira dawiyê îheleya mezin nekeve stuyên min. *

    --------
    Tew kesekî ne got, merhaba jî (:



    2017.12.05-20:47 ~2017.12.06 21:56]| biruya hayao miyazaki

    12. eger ku ez yekem bim, ez ê diyariyê ji xwe re bişînim : ))

    Na law xêncî min e eva *



    2017.12.06-00:29 | hozan serhad

    13. niha wisa xuya dike, ferhenga şikestî wê Hilde..
    niha di lîsteya nivîskarên 30 rojan da 107 peyamê va ferhenga şikestî yekem e.
    .....
    lê hê 5 roj maye.. ka ça dibe.. *



    2017.12.25-02:47 ~02:48]| hozan serhad

    14. heqê simurg56 ye *



    2017.12.25-11:33 | telebê hz mêdî

    15. ma rojek û çar saet û 40 deqe eşkere be *
    yanî 28-29 saet paşê..

    wek min li jor jî gotiye, diyarî surprîz e..
    Niha alaya nivîskarên 30 rojan di destê gumgumok da ye.

    gumgumok : 94 peyam
    ferhenga şikestî : 91 peyam
    cinorek : 82 peyam
    hozan Serhad : 81 peyam
    biruya hayao Miyazaki : 62 peyam.

    lê cinorek û Miyazaki di binê baraja 88 an de ne *

    wisa xuya ye gumgumoko pêşiyê ye..



    2017.12.29-19:27 | hozan serhad

    16. Oh. Ew çiye lo.
    Li wir misabiqeyek bi rê de diçe. Kes jî xeberê nade.



    2017.12.29-20:00 | cinorek

    17. misabeqeyeke nîv-veşartî ye : ))

    (Henek henek) *



    2017.12.29-22:08 | hozan serhad

    18. encamê eşkere dikim.



    2017.12.31-11:26 | hozan serhad

    19. gumgumok : 94 peyam
    ferhenga şikestî : 89 peyam.

    lê ferhenga şikestî qazanç kir.
    gumgumok ji min re peyam şand û got herî kêm 10 peyamên min bi şaîbe ne. ji min re wêneya ekranê jî şand. Heqet jî wisa bû. Nizam çima lê hine peyamên wî du heb du heb hatine nivîsîn.
    ji ber vê yekê jî eger ku em 6 peyaman bile lê derxin, ferhenga şikestî ser dikeve.

    Ferhenga şikestî gotibû ezê ji bo diyariyê tam 88 peyaman binivîsînim. Wisa jî kir * hê peyamek zêde jî nivîsîye. Yanî îşê xwe hildaye saxlemê ;)

    kuro min zanibû Zaza ûyanix in lê min nizanbû evqas jî ;) : )û

    dawiya dawîn ferhenga şikestî re ezê wê diyariya sûrprz bişînim.
    bi xêr be..



    2017.12.31-11:33 | hozan serhad

    20. Ha min @gulêê û @cinorek ji bîr kirin..

    wana 88 peyamî zêdetir nenivîsîn ji bo ku nebine yekem. Ji ber ku ew li welatên dûr dijîn, perê kargoyê zehv e. Yaw hûn çikas merivên baş in yaw ;)
    ez ê ji we re jî diyariya rûmetê bişînim.
    Dilê xwe vekin, dilê min di rê de ye *



    2017.12.31-11:36 | hozan serhad

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    berûya ji qalikê xwe der e [1]
    Ji bo wan kesên ku eslê xwe winda dikin de tê gotin.....
    kovara kubar [1]
    sînerjiya ku ev kovar da min ez gelek hêvîdar kirim. ji wan ricayek mi...
    keçên ermenî [11]
    min heta nuha sê heb ji wan nas kirîye, yek ji tirkîye, yek ji ermenîs...
    berîvan turan [1]
    Mamosteya yogayê ye. Li ser Youtubeê û Instagram ê, bi vîdeoyên xwe yê...
    di dîrokê de îro [1]
    îro, 11ê tebaxa 2020an bûyer 1519 – (vbnr: Ferdi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » diyariya tirşikê a 30.12.2017 an
    » tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

    Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî