Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mîşel mistoyan - tirşik
mîşel mistoyan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjekî êzidî ye. tevlî pêşbaziya dengî ya Rûsyayê bûye, bi performansa xwe ya dawî bala gelek kesa kişand. navê stranê negrî û rabe êzdîxan e, strana negrî straneka gelêrî ye, mîşel hinekî guhertiye. performansa wî têra xwe baş e, dawîya stranê jûrî radibe ser piya, guhdar jî têra xwe çepika didin bo wî.

strana wî û gotinên stranê




serê çiya bi dûman e bavê minoo
birîn kûr e bê derman e berxê minoo
gelo çima em hewa ne negrî negrî
çi zeman e negrî negrî negrî
ev çi hal e negrî negrî negrî
gelo çima em hewa ne negrî negrî
çi zeman e negrî negrî negrî
ev çi hal e negrî negrî negrî

dîroka xwe ez pîr nakim em kurê êzîdîya ne
mala dijmin xirab dikim em wek şêran e
rabe rabe rÊzdîxan rabe
dest bidin destê hevdu da
welat we şa be
rabe rabe rabe Êzdîxan rabe
dest bidin destê hevdu da
welat we şa be

serê çiya bi dûman e bavê minoo
birîn kûr e bê derman e berxê minoo



28.11.2017 19:09 | xendekî

2. performansek baş nîşan daye.
li tirkiyê, di vê pêşbirkê de ev du sal in kurd bi ser dikevin, li rûsyayê jî kurdek bi ser bikeve, wê ecêb be * tabî ev camêr bi zimanê xwe distire, loma ew û yên din ne yek in tabî.



28.11.2017 19:16 | simurg56

3. Bi dengê xwe yê ji kêran pekiyayî mirov aciz dike. Super e. Bila aciz bike. Maşalé bibe yekemîn. Lé tişta bala mi kisanddi orta strana negrî de straneke din dibeje ku berevajî negrî yê straneke bi coş e.



29.11.2017 18:58 | hêvî

4. êzîdî ye û ne kurd e. ew ne xwe kurd dibîne û ne jî li ser kurdistanê distrê. li ser êzîdxanê û kurê êzdiyan distrê.
êzdîxan rabe, em kurê êzdiyane



16.01.2018 02:56 | hola êzîda

5. dengê mîşel pir xweş e
mîşel bi kurdî distrê
lê mîşel ne kurd e
mîşel êzdî ye
zimanê êzdîyan kurdî ye
êzdî ne kurd in
kurd xelkê tanzanyayê ne
zimanê tanzanyayîyan kurdî ye
tanzanyayî ne kurd in
gulê bila here ser tûyan
fatê tu jî here dawetê
xweska simbêlên min eyn weke yê mêrikekî ezdî bûya
wê çaxê ez ê ji xwe re pê bifiriyama
simbêlên min tenik in
hingê him ez ne êzdî me him jî nikarim bifirim



16.01.2018 10:37 ~10:40 | aryâspa

6. xweş dike, xweş.



16.01.2018 11:31 | kurdokercewsî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîşel temo

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî