Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
ferhenga kurmancî-îngîlîzî ya micheal l. chyet - tirşik
ferhenga kurmancî-îngîlîzî ya micheal l. chyet
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûkek zêde zêde kêrhatî û serkeftî ye.
micheal l. chyet, mamosteyeke zanîngeha yale ya amerîkayê ye.
ferheng di sala 2003an de hatiye weşandin. tê de li gorî texmîna min 12.000 peyv hene.
xebat, bi awayekî gelekî profesyonek hatiye amadekirin. ji bo her peyvekî, nivîsandina wê ya latînî û erebî hatiye bikaranîn. her wiha gelek caran beramberê wan yên soranî, tirkî, farisî û hwd. jî hatiye lîstekirin. behsa etîmolojiya wan hatiye kirin û ji pirtûkên kurdî hevokên mînak hatine nivîsandin. carina behsa bilêvkirinên cûda yên peyvê hatiye kirin ku nav bi nav behsa herem û navçeyan û bilêvkirinên wan hatiye kirin.
welhasil bûm heyranê pirtûkê.
nivîskar, vê pirtûkê di nava 15 salan de amade kiriye. û nivîskar di ferhengê de rexne li ferhengên heyî kiriye ji ber ku gelek xeletî û nakokiyan dihewînin.
xwezî şûna ev qas îş û karên beredayî, reşwnbîrên kurd xebatên wisa bikirana da ku di sala 2017an de me hê behsa ferhengan nekire. bi taybetî kurdên dîasporayê...
zor zor spas birêz chyet.



27.11.2017 21:49 | simurg56

2. herçend nivîskarê ferhengê michael l. chyet be jî etîmolojiya peyvan ne ji aliyê chyet lê ji aliyê martin schwartz ve hatiye amadekirin û etîmolojiya her peyvê tê de nîn e. herwiha chyet diyar kiribû ku çapa wê ya duyemîn jî di demeke nêz de bê weşandin û çapa nû dê du berg be. yek ji wan bergan kurmancî - îngilîzî û berga din jî îngilîzî - kurmancî.



27.11.2017 22:29 | sloujouc

3. ferhenga ku min li ser bloga bi navê perwerdiayê bi dest xist. bi rastî ferhengeke pirr sazlem e. ferheng wiha tê amadekirin ne bi peyvê nizamjikuhato!



28.11.2017 03:00 ~03:00 | serhednişîn

4. wek pdf di vir de hatiye tomarkirin: Here lînkê



17.07.2019 23:03 ~2019.08.15 14:45 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhengamed.com
» micheal bloomberg

Kategoriyên mijarê:: ziman pirtuk ziman pirtuk ziman pirtuk kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî