1. Zimanê ku li gorî hin lêkolînan ji sedî 70 wî ji peyvên zimanên din pêk tê. Ya bi rastî van rojên ku bi mamosteyên xwe re li ser zimanê suryankî dişixulim, dibînim ku Tirkan bi rastî jî têrî xwe peyv ji erebî, kurdî an jî ji suryankî birine û ya xerîb ev e ku van peyvan wek malê bavê xwe nişan didin. |
|
25.11.2017 22:55 |
gulêê
![]() |
2. Ev taybetmendîya sitendina peyvan ji zilamekî din di hemû zimanan de heye. Balkêş e, tirk ji me re dibên zimané we ne ti ziman e, em jî li wan vedigerînin: na welle zimané we ne ti ziman e. |
|
26.11.2017 00:24 |
hêvî
![]() |
3. Mîna ''Esperanto'' zimanekî çêkirî ye. |
|
26.11.2017 22:27 |
xelefêserhedî
![]() |
4. belê zimanê tirkî zimanekî çêkirî ye lê zimanÊ kurdî, farisî, îngîlîzî, fransizî, elmanî, rûsî hwd.. jî zimanên çÊkirî ne bînanaleyh hemî ziman çÊkirî ne. |
|
27.11.2017 09:51 ~09:52 |
ferhenga şikestî
![]() |
5. Mîna te nafikirim, me ne got zimanê me mirov, ê tirkan jî heywanan çê kiriye*. tu biçe û hemû zimanan binêre qet jî nikarî mina zimanê tirkî komkirî bibinî. Hemû peyvan didizin, piştre jî dibêjin zimanê tirkî wisa ye. |
|
27.11.2017 20:16 |
xelefêserhedî
![]() |
6. zimanê ku eger nebe mêjiyê me kurdên bakur vikîvala dibe. bêferhengîya me. |
|
28.11.2017 03:06 |
serhednişîn
![]() |
7. Komkirî be mesele ninû. |
|
28.11.2017 16:55 |
cinorek
![]() |
8. Wekî her zimanê zimaneke xweş e. Carinan mirov hêrs dibe dibêje komkirî ye filan. Zimanê tirkî wekî zimanê kurdî ser seran ser çavan e. Bi zorakî nebûba têkiliyên ku di navbera tirkî û kurd de heye bi tendurist bûba. Vêga têkiliyeke bijehr di navbera wan de heye. Digel vê her ziman ji hedê xwe zêde komkirî ye. Erebî, îngilîzî, farisî, tirkî, kurdî... Ev rûdaneke gelek siruştî ye. Mijar ev e ku tirkî wek astenga ku rê li pêşveçûyîna kurdî bigire dihê bikaranîn. Ev helwest derî siruştiyê ye. Ligel kurdî ziyan digihîne tirkî jî. Sed sal zêdetir ji tirkiyeyê jixwe kurdî asteng e yekî tirkîaxiv derneketiye ku li qada navneteweyî tevlî mirovên xwedî ramaneke an jî xwey biryareke resen bibe. Tev ji ber girtinan bikartînin. Tirkî dest jê xerc kirina enerciya xwe li hemberî pêşveçûyîna kurdî bernedê evê wilo bidome. Ev jî encameke zêde siruştiye. |
|
28.11.2017 17:48 ~17:54 |
rûbar
![]() |
9. Belê hemû ziman zindî û çêkirî ne. Lê di navbera "çêkirinê" de jî ferqeke mezin heye. Heke bi awayekî xwezayî, ji nav pêvajoyê de gorî jiyan, şert û mercên civatê peyvên nû, şêwazên nû yên ravekirinê tevî ziman bibe ev yek jixwe pir normal e. Jixwe zindîbûna zimên jî ev e. Lê heke, çend fermandarên osmanî pêşiyê ji xwe re dewletekî ava bikin paşê jî ji bona miletekî dizayn bikin sazîyên zimanê fermî, dîroka fermî hwd avakiribin mafê me jî heye ku em zimanê tirkan wekî "çêkirî" pênase bikin. Ji ber ku gelek peyv yekser bi gotina kesekî ve çê kirin û dan qebûlkirin. |
|
28.02.2018 20:19 |
jifêzagorda
![]() |
10. Min li ferhenga D. Îzoli xwendîbum ku li Tirkî yek ji pencî peyven ji zimanên din hatîne yan jî ne Tirkî ne. |
|
01.11.2018 01:39 |
tekoser
![]() |
11. (bnr: tirkî çiqasî tirkî ye?) |
|
22.10.2023 21:20 |
mirovekirind
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |