Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 56 peyam
tiştên acizker di rêwitiya bi balafirê de - tirşik
tiştên acizker di rêwitiya bi balafirê de
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li tirkiyê û kurdistanê klasîk in.
1- çawa ku tekerên balafirê li erdê dikevin, dibe teqreqa dengê vekirina kemeran. lê belê divê heta sekinîna balafirê, ev kemer neyên vekirin. tê bêjî qey ne kemer e lê sindif bi wan ve girêdayî ye.

2- dîsa çawa ku tekerên balafirê ji erdê bigire, di nava 2-3 saniyeyan de herkes telefonên xwe vedikin û badikin nasên xwe; "aha me nû danê erdê. erê. erê, ez ê bi otobûsê bêm. na na, hûn zehmet nekin. temam, temam hadê ez têm"

3- dema balafir sekinî, herkes wê rabe ser xwe û di wê korîdora teng de, nefes li hev biçikînin. lê derî encax piştî 5-10 deqeyan wê vebin. û jixwe ger ji balafirê derkevin jî, wê herî 15 deqe bimîni li benda valîzên xwe.

berî çend rojan bi balafirê hatim amedê, ev her sê tiştên min gotî tabî dîsa yek bi yek çêbûn. lê ya baş ew bû ku, piştî vekirina kemeran, em 100 metre neçûn, pîlot frenek wisa kir ku serê kemer-vekiriyan li pişta paldanka pêş ket. min di dilê xwe de got xweyyşş.



15.11.2017 21:24 | simurg56

2. Tûnebûna anonsên bi kurdî



16.11.2017 13:25 | cinorek

3. wek rêwîtiya navbera bajaran (otopêz)
rêwîtiya bi balafirê da jî dengê girîna zarokan min zev acis dike.
carekî em ê li Îzmîrê biçûna Stenbolê, li stenbolê jî dîsa siwar bûna biçûna Wanê..
em balafira stenbolê sîyar bûn, li Îzmîrê heta Stenbolê rêwîtî xaş derbas bû..

lê ku em li stenbolê balafira Wanê sîyar bûn, heta Wanê carîk careke din zarokek digirîya.. êja idî huş jî nedibûn.. min zehv cara rêwîtiya bi balafirê kiribû lê ew roja min ferq kir ku tirk vî tiştî da ji me medenîtir in..

mixabin..

Ha min bêhna toraq û penêr jî bîr kiriye : )
balafirên navbera wan - Stenbolê da bêhna penêr û toraqê tê : )



16.11.2017 21:16 ~21:17 | bûtîmar

4. turbulans e



17.11.2017 00:39 | çarçoveya bextewariyê

5. - Qêr û girîna zarokan,
- nerazîbûna rewiyan û gilî û gazindên wan,
- Pozbilindî û rûtirşbûna xebatkarên balafiran,
- Lez û eceleya rewiyan ji bo derketinê,

Bonus: mezinbûn û tekilhevbûna balafirgeh a nû ya stenbolê. Mirov heta siwar û peya dibe dibeece.



12.08.2019 12:21 | xelîl

6. Girîna zarokan e



15.04.2020 01:44 | bûtîmar

7. (bnr: fişar): basınç ser û guhê mirov teng dike.



15.04.2020 13:05 | kajav

8. amadebûna bo firînê û dîsa amadebûna ji bo firokê derketinê ,kurtbûna rê ye.



15.04.2020 14:12 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku dema êlih tê gotin tên bîra mirov
» rêwitiya trêna bilez

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî