Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurd biçe ku dere kurdekî dibîne - tirşik
kurd biçe ku dere kurdekî dibîne
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li zikê Moskovayê li Meydana Sor im, ji bo pîrozkirina russian unity dayê meydan piçkî qelebalix e. Hêdî hêdî dimeşim ji the cathedral of vasily the blessed -Hûn vira dizanin ew avahiya ku qubbeyên wê mîna pîvaza ne û rengorengo ye.- derketime. Li derdorê dinêrim herkes bi heval û hogirên xwe re digere, ez wisa bi tena serê xwe digerim, tenê me lê belê ji min bextewartir tu kes tune ye.
Piçkî din jî meşiyam û min çi dît?
k24 !! li ber min e û bi jinikekê re roportajê dike. Çiqas bextewar bûm bi dîtina du kesên ku ez wan nas nakim, lê dizanim kurd in û hêdî hêdî nêzî wan dibim. dipirsim;
-hûn kurdî zanin?
dibêje;
-Da! (erêya Rûsan)
Cardin jî dipirsim, ji ber ku ez bersiveke kurdî dixwazim, û ew jî dibêje;
-Belê.
Çiqas bextewar dibim, Li zikê Moskovayê min du heb kurd dîtine *
û me paşê civateke pir dirêj danî.

*Ew heval ji Başûr bûn.



06.11.2017 22:15 ~22:18 | gulêê

2. ji ber ku em hev digerin, hevdîtina me ji bo vê me bextewartir dike.



06.11.2017 22:33 | xelefêserhedî

3. ev ne mezîyetek e loma divê nebe cihê kêfxweşî û şanaziyê.
mesela aniha meriv here li kû dê teqez welatiyekî/ê sûriyeyê bibîne. bo çi? ji ber ku êdî di welatê wan de nayê jiyîn loma koç kirine û di welatên xelkê de şerpeze bûne. mesela li tirkiyê meriv biçe kîja bajarê trikan dê teqez liqayî kurdekî bê. çima? ji ber ku welatê kurdan ev sed sal in di bin agirê de dişewite loma çarneçar kurd her gav jê reviyane û xwe avêtina bextê bêbextan. piştî salên hêştêyan bi hezaran kurd berê xwe ji ber rewşa siyasî ya nebaş dane awropayê loma li awropayê gelek kurd hene. ev ne tiştekî baş e ku meriv pê kêfxweş bibe. ger welatê meriv xweş be, azadî û aramî hebe û aboriya welêt baş be kes ji welatê xwe dernakeve û nakeve paxila mar û marmarokan.
ez wexta li derveyî welêt rastî kurdekî têm ber xwe dikevim. ji ber ku du ihtimal hene(ger ne turîst be) yan ji ber rewşa siyasî çûye, yan jî ji ber aboriyê çûye. her du ihtimal jî cihê mixabiniyê ye.



07.11.2017 13:00 ~13:02 | ferhenga şikestî

4. Li sûka kuala lumpur li malezyayê rastê kurdekê rojavayî hatim.
Ber şera surî çûye vêr.
Mirovek xoş sûhbet bû.
Jina xwe jî hollandayî ye.
Hewre li kuala lumpur dikana tabloyên hûnerê difroşin.

Li seûla koreya başûr rastê kurdekê kirmaşanî hatim. Li vêr bazirganî dikir. Em rûniştin me hewre qehwe xwar. Îran digot ha îran. Weke kurdên meyê xarpêtê eserek ji kurdeyatî tûnebû.



07.11.2017 20:34 | cinorek

5. Li kolanê bajarê Ewropa, Li keça Kurd rast hatim. Bê xwedî digeriya. Bi dil germê pêrgî min hat. Xûya bû li çara serê xwe digeriya. Min go delalê, delalê, Şêrînê hevalê, Bê xwedî bê malê, Çi digerî? (bnr: şivan perwer)
: (



09.06.2019 19:13 | mirovekirind

6. teqez wusa ye. wek ferhenga şikestî jî nivîsandiye ev helbet ne tişteke baş e lê wexta mirov li cihên herî dûr ên dinyayê kurdan dibîne gelek kêfxweş dibe. û ya herî girîng jî ew e ku li her derê dinyayê xwe birêxistin dikin. li her cih komeleyên kurdan hene û hemû kurdên wî bajarî/welatî hev nas dikin, xebatên siyasî dikin.



11.06.2019 02:07 | roza

7. Berî niha 2 sala bû ger ne şaş bim.
Ez ji zaningehê vedigeriyam wargehê, ez li minîbûsekê siwar bûm, min nêrî yek hate ba min rûnişt. Kî wî ditiba, wê gotiba teqez kurd e *
Min jî hema min xwest ku pê re kurdî biaxivim, virde wêde da ku heya ez bêm wargehê.

Min got: abê tu kurmancî? *
Baş nayê bîra min lê got: yok değilim! ( Lê bi awayeke bi kelecanî got, wek ku ditirsiya)

Ez wek navê xwe dizanim ku ew Kurd bû, û kurdekî kirmanc bû, lê nikarim eşkere bikim *

Welhasil, em wê rojê jî li ber xwe ketin, di nav şermê de em gihiştin asteke din.
Xwedê newênê serê kesekî din *



15.12.2020 17:01 | merwano


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdistan her yek welat e û nabe çar
» dereng
» kurdekî bakurî bi sedan pêşmerge ji mirinê xilas kirin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî