Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
mixik - tirşik
mixik
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: kelmêş)
(bnr: pêşû)
(bnr: mormork)

(bnr: mixmixk)



20.10.2017 10:54 | bûtîmar

2. ajalekî xwînxwar e. bi taybetî gundên welat dijîn ji ber ku tehma xwîna kurdan şirîne



05.07.2021 13:47 | doesntmatter

3. Mixikê wekî mixên biçûk fam dikirî. Dibe ku wateya “kezika, boçika biçûk” jî hebe.
Li gundê min navnûçikek jinikek pîrik e. Jinikek tixis, ne pir dirêj, hinek jî reşik e. reşikî ji ber şixûlîna zeviyan tê. dema dikenî diranên spî xûya dibû. Ev jî mirovên reşik dianî bîra min. Ya rastî hinek dîn reşik bibûya meriv bi hesanî hema difikîrî jinekek reşik a afrîkayî ye.
Ji zarokatiyê de nehsî, şûmîtiyek ku kîngê têt bîra min hinek sor dibim.
Di binhêliya gund de bexçeyên rez hene. Di nav rezan de darên meşe gelek in. Di despêka payîzê wexta çêkirina mêwijan bi malbatê ve binî siya daran de bi çêkirina mêwijan de dişixûlin.
di şixûlê de gûşîyên tiriyan ji dêliyan, mêwan de jê dikin, di bin siya daran de kom dikin, şirtikan, heben tiriyan ji hev dikin û dikin leganan, rûn lê digerînin û ber rojê li ser kaxezên rojnameyan radixînin.
Ew jinik, jê ra mixik digotin, bi keçika xwe ve ku vê çaxê hemsaliya min bû, bi çend rojan ji bona şixûlîna bi yewmîyê (rojane) hatibû cîranek kelekê bexçeyê me, hinek dûr, meriv bang dikî sewt diçî, ewqas dûr.
Reza xaltiyê min li keleka ya me ye. Rojekê berevarî, bangî bixaltiya min kiribû, hingê qasî 8- 9 salî re gotibû, hilkişî ser darek meşeyeke û heta ku tu şêkirî (dikarî) weha bi tirkî bang bikî “ jinika reşik a afrîkayî bi dengê ker dikenî”
Dibe ku hewesa şûmitiyê li ser wî de jî hebû. Bi gotina min ra ve hema jî hilkişî ser darekê û bi dengekî heta gewriyê derketî bi tirkî bang kiribû “ afrikali zencî kadin eşek sesiyle gûlen”
Cîran û merivên din ava rêzan de dişixûlîn bi bihîstina gotina wî re pir kenîn, pirqînî diketî hinekan.
aliyekî jî lêwik ra digotin tavilê ser darê dakeve jêr. Heta ku xaltiyê min bazda, were û bi çoyekî wî li ser darê dîne jêr qet nebe bîst caran weha bang kiribû.Xaltî pir enirî, xûlî bû, gotibû, de ka ji bona kirinên vî avayî dujminatî nekeve nav malbatan.



23.12.2022 02:33 | çomo

4. Ji ber şibîna mixê "mixik" gotine. Weke mixê xwîna mirovan dixwin.

(bnr: ko an ku)



23.12.2022 19:18 ~2022.12.25 12:04 | bakur.nekure1

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mixik

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv jiyan ajal zimanpeyv jiyan ajal zimanpeyv jiyan ajal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî