Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
almanî - tirşik
almanî
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. yek ji zimanên ku herî zêde tên axaftin e. li gelek welatên ewropayê tê axivîn. (bnr: almanya) (bnr: swîsre) (bnr: lûksemburg) (bnr: liechtenstein) (bnr: awistirya) li hin deverên belçîka û îtalyayê jî. li gor wikipediayê Here lînkê li dor 95 milyon însan bi vî zimanî diaxive. dîsa li gor wikipediayê di nav zimanên ku zanyaran herî zêde bi kar tîne de di rêza dûyemîn de ye.

qasî deh ro berê min jî dest bi hînbûna vî zimanî kir. ji ber ez ne li kurdistan lê li tirkiye mezin bûm zimanê min ê pêşîn tirkî ye. lê min dû re kurmancî û îngilizkî xwe bi xwe elimî. îja niha min mamosteyek ji xwe re peyda kir lê tevî ku ez bi alîkariya wî hîn dibim dîsa bi min zor tê. artîkelên wî bela ne bela. gerçî doh min çav li peyvên pirjimarî gerand û mi dî vana ji artîkelan dijwartir in. peyvên bi -heit bi dawî dibin bi awakî peyvên bi -ich bi dawî dibin bi awakî tên pirejmar kirin. rêzikên wiha cur bi cur hene ji bo peyvên pirjimar lê mantiqa pirjimarkirinê tune ye. îja were vî kerî ji vî deriyê derbas ke.

pêşniyara min ji we ra heger ne mecbûrî be qet têkilî almanî nebin. meriv dîn dibe. heta niha min du zimanan elimî lê almanî tişteke cuda ye. divê ez herim wê derê û ji xwe ra dergistiyek bibînim û bi xêra wê hîn bibim *



10.10.2017 16:29 | kurê xelkê

2. ev bûn du sê meh dixwazim xwe lê germ bikim, dikim nakim bi xwe re nabînim.
fîrmaya ku em bi wan re dixebitin, fîrmayeka awistiryayê ye, û endazyarên wan jî bi pirranî awusturyayî ne, em bi hev re bi îngîlîzî diaxivin, lê dema du kes ji wan bên cem hev, li dora wan sed kesên biyanî jî hebin, bi hev re bi almanî diaxivin. wan deman psîkolojiya wan tirkên ku dema du kurd li cem wan bi hev re bi kurmancî diaxivin, xwe bi wan re aciz dikin û dibêjin ''ne malum bize küfretmediğiniz?'' fêhm dikim. ji xwe dema diaxivin wekê ku çêr û sixêfan bikin bi deng û toneke bilind diaxivin û bi ser de jî dema ew egoya li cem qewmiyeta germenan ku hemû tişt û kesan ji xwe xwartir û biçûktir dibînin li dengê wan xwe dide der, bivê nevê tu ji wan dikevî nav şik û gumanan.
carina dema li cem karkeran bi almanî dibe birrbirra wan, karker jî bi kurmancî tevz û henekên xwe bi wan dikin, dipirsin bê ka karker çi dibêjin, ez jî dibêjim tiştên ji rêzê û rojane.
carina wek wê mesele û menqibeya ''emseytu kurdiyyen we esbehtû erebiyyen'' dixwazim bi şev li ser guhê kurdî razêm û bi siharê jî bi zimanê almanî şiyar bibim. lê ka??



10.10.2017 21:59 | endazer

3. zimanê ku min jî dil hebû hîn bibim lê heta niha min kê dîtibe, dibêje jê dûr bikeve.
nivîskar mark twain ji bo elmanî wisa gotiye;
"Never knew before what eternity was made for. It is to give some of us a chance to learn German."
- Notebook /14, 11/1877 - 7/1878
yanî "min berê nedizanî ka bêdawîtî çima heye. Ew ji bo wê ye ku ji bo hînbûna zimanê elmanî, şenseke hinekan hebe."

her wiha karlê 5emîn, ê kralê îspanyayê jî wisa gotiye;
"I speak Spanish to God, French to men, Italian to women, and German to my horse"
yanî
"ez bi xwedê re bi îspanî, bi zilaman re bi fransî, bi jinan re bi îtalî û bi hespan re jî bi elmanî diaxivim"

lê di stranên rammstein de, elmanî gelek xweş xuya dike.



10.10.2017 22:06 ~22:07 | simurg56

4. min du salan di lîseyê da dersa vî zimanî hildabû, ji min xweş dihat..
lê tiştên ku ez hîn bibûn hemûşk bîra min çûne niha..

û zimanekî nazik nîn e.
hine tîp hene divê tu tam bi qirika xwe (boxaza xwe) va bixûnî..



11.10.2017 00:07 ~00:09 | bûtîmar

5. Derdê giran e. Fêrbûna almanî gelek zehmet e. Mamosteyê zimanê almanî me lê xwedê dizane ez jî nizanim.



11.10.2017 23:18 | bêrtî

6. ji bo kesên ku dixwazin hîn bibin an jî hîn dibin ez ê hin çavkanî parve bikim.

Here lînkê ev malper bi giştî almanî ye lê tê de ji gramerê ta mînak û spartekan gelek tişt hene.

Here lînkê ez bawer im hûn bi memrise'ê dizanin. min jî di memrise'ê de lîsteyek çêkir. ev lîste bi tenê ji peyvên ku di azmûna Goethe a ji bo asta yekem de derdikevin pêk tê. min ji bo niha wateyên peyv û lêkeran bi tirkî nivîsand lê dibe ku rojek lîsteyek kurdî-almanî jî çêbikim.

Here lînkê ji bo kesên ku îngilizkî dizanin û almanî hîn dibin ev lîste baş e.

Here lînkê dibêjin ev malper jî bi kêra kesên almanî hîn dibin tê lê min heta îro neceriband.

ji van pê ve kursên deutsche welle û duolingo jî gelek baş in.

Here lînkê ên ji gohdarîkirina radyoyê hez dikin dikarin li vê malperê radyoyên cur bi cur gohdarî bikin.



27.11.2017 16:32 | kurê xelkê

7. Zimanê go min niyet e xwebixwe bielimim. Va îro ezê dest pê kim.

Va çavkaniyeke xweş di YouTubeê de heye.

Here lînkê

(bnr: learn german with jenny)










08.03.2018 13:16 | gumgumok

8. nêzikî salekî ye ez almanî fêr dibim, êdî dikarim xeberdanên rojane bikim û nivîsên hêsa fem bikim felan. min li almanyayê bi kurseka almanî ve dest bî vê pêvajoya fêrbûnê kir. Fêrbûna almanî ne bi wekî fêrbûna îngilîzî hêsa ye. Divê meriv bi rasrî jî hemû bala xwe bide zimên.
belê her kes gazinên xwe ji hebûna artîkelan dike lê bi min ev yek ne ew qasî zehmet e, bi tenê divê her peyvê bi artîkela wê vê fêr bî. Yanê tu bibêjî ka bisene ez pêşiyê peyvan jiber bikim û paşê binêrim ka gelo artîkel der, die an das e, tu yê karê xwe zehmettir bikî.
bona artîkelan Here lînkê
Heke we bi rastî jî biryar girtibe ku hûn ê almanî fêr bibibin teqes ji xwe re hevalekî/a tandemê bibînin. îtalkî bona vî karî baş e. Here lînkê



08.03.2018 16:44 ~16:48 | jifêzagorda

9. zimanê ku ez bawer im ji ber artîkelan gelek kes dev jê berda ye.



28.12.2020 23:24 | hueyn

10. zimanê ev çend meh in piçek piçek min dest pê kiriye. lê hîn hefteyeke bi germî hîn dibim. bawer im êdî dikarim hino hino bipeyivim. ziman ji kurdî zortir û tevlîhevtir e. çavkaniyên xebatê zêde ne lê li kurdistanê hevalê bipeyivin kêm in. hîn negîhame zimanê wê yê hezkirinê belkî şêrîn be *

belkî rojekê koma kurdên almanîaxêv jî çê bibe *



28.12.2021 21:30 | berxweda

11. Zimanê ku bûye delalîka ber dilên bijîşkên Tirkî. Gelek kesên ku piştî ku dibin bijîşk û ji ber tehda hevkarên xwe, yan tehda nexweşan yan ji ber mercên karê xwe, pêşî xwe fêrî Elmanî dikin dûra diçin welatek Elmanîaxev. Xwedê hin hevalên min ji xwendekarîyê dest bi zimên kirine, ya bi xêr!



29.12.2021 19:22 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» almanî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî