Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
zanîngeha rojava - tirşik
zanîngeha rojava
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zanîngeha duyem a rojava bû ku sala borî li qamişlo vebû.

Piştî vekirina zanîngeha efrînê zanîngeha rojava di 4ê tîrmehê de hatibû ragihandin.

di zanîngeha rojava ji fakulteyên Petrol û Petrokîmya, Zîreet, Perwerde, Ziman û Wêjeyê pêk tê.

xwendekarên zanîngeha rojava axivîne: Here lînkê

nûçeya k24ê, dibêje zanîngeheka frensî bi zanîngeha rojava re peymanek çêkirye, li gor vê wê ekîbek ji ji wê zanîngeha frensa bête zanîngeha rojava, ji bo perwerdehîyê: Here lînkê



01.10.2017 12:25 ~12:34 | xendekî

2. Zanîngeha ku di sala 2016 an de li qamişlo vebûye
Zimanê perwerdê kurdî, erebî ye. Heta niha gelek fakulte vebûne û xwendekarên pêşî dêrçûne.

Malpera zanîngehê: Here lînkê



04.02.2020 14:48 ~2021.06.21 00:05 | tîrêj zana 21

3. Zanîngeha ROJAVA
Têkîliyan min bi karkerên wan re heye kese kû bixwazê ezê wan tomar bikim



04.02.2020 23:18 | zîzo

4. Zaningeha dîwarên wê bi wêneyên pêşewê kurd hatiye xemilandin. Wêneyê celadet alî bedirxan, apo, cegerxwîn, osman sebrî, kamuran alî bedirxan, qasimlo, ehmedê xanî, feqêteyran, qazi mihemed û hwd. Li hemu derên zanîngehê hatine daliqandin.car caran mirov dikarê helbestên ehmedê xanî û cegerxwîn jî li ser dîwara bibîne.
Li vê zanîngehê sala borî xwendekar yekem car derçûn. Niha zimanê perwerdê erebî û kurdî tevlîhev e. Lê sala bê dê bi temamî bibe kurdî ji ber sala bê dê xwendevanên ji dibistanên amadeyî yên tev-dem ê de derbiçin.
Zanîngeha rojava û zanîngeha silêmaniyê peymana biratîye îmze kirine û wekî din jî bi zaningeha fransa sorbon û zaningeha emerîqa kalîforniya ve peymana hevudu nasînê îmze kirin e.
Ji ber tûnebûna aqademîsyena piraniya mamosteyan mezunê lîsansê ne. Û hinek beş jî bêyî ezmûn xwendekara distîne.mînak beşa jineolojî bêyî ezmûn û bawernameyê xwendekar distîne. Lê beşên din li gor puanê bawernameya amadeyî xwendekaran dipejirîne.
Zanîngeh ji bo xwendekarên efrîn ,serêkaniyê,girê spî jî xewgeh ava kirine. Raketin û xwarina xwendekaran bêmîze ye û ji bo debara xwendekaran burs jî tête dayîn. Lê kesê mala wan 50 km nêzî zaningehê bin nikarin li xewgeha bimînin. Lê ji bo van xwendekaran jî servîs hatine amadekirin.
Li zaningehê beşên endezyariya çandinî, endezyariya petrol, petrokîmya, ziman û wêjeya kurdî, jineolojî hene. Zanîngeh piştî derçûna xwendekaran ji xwendekaran re kar jî dibîne . Têkiliya xwendekar û karmenda bi hev re çêdike.

Edît: rastnivîs



14.03.2020 14:58 ~15:03 | tîrêj zana 21

5. zanîngeha ku jiber Korona aniha pererdeya xwe êdî onlîne dide. Li gor nûçeya wan 4 meha we wilo dewam bike.
Here lînkê



10.05.2020 21:07 | merwano

6. Bi riya înternetê konferansek bi noam chomsky re çêkirine û li ser kenala xwe ya youtubeyê weşandine. Konferans bi îngilîsî ye û werger jî tune ye. Bi saya vê konferansê endamê kanala wan nêzî hezarî zêde bûn û ji 10 hezaran bêhtir kes lê darî kiriye.








Edît:



16.01.2021 20:25 ~2021.01.17 00:36 | tîrêj zana 21

7. Bi riya înternetê konferansa bi Noam Chomskî re çekirine pir girînge ema xweskah bin nivîsa kurdî heba yêk û bi îngilîzî nizane jê fembikira



17.01.2021 04:06 | yaqûp

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» zanîngeha exeterê
» rojavayî

Kategoriyên mijarê:: zanisti perwerdehi zanisti perwerdehi zanisti perwerdehi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî