Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
mesela cizreli mehmet - tirşik
mesela cizreli mehmet
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dûeta li ser internetê;



Dûeta zindî;




devşekalo lo ser twittirê analîzek li ser wê meseleyê çêkiriye. Bifermo bixwinin. Here lînkê

1. cîzrelî, bismillî, mardinlî, urfalî bi navê yekî ve were bilêvkirin ew kes dibe Turkiyelî. Çima jê re nahête gotin memoyê cizîrî? Tirk e?

2. Min berê jî gotibû heke kurdekî di medyaya tirkan de her roj cih bigre, fêm bikin ku tiştek di binê wan de heye. Çi ye ew tişt? ++

Ev e: cizîr hat xerakirin, talan bû, wêran bû. Jiyaneke ku mirov tamek jê bigre nema. Kê wisa kir? Dagirkeran.

Niha çi dikin? Niha dixwazin bidin nîşandan ku li cizîrê hizûr heye, jiyan berdewam dike. Her kesê ku bixwaze ya dilê xwe bike îmkan heye.

Cizreli mehmet çi dike? Ji keçika kej dibêje "were lê lê çavrêşê. Ez heyrana te, ez qurbana te" êêê wekî din? Wekî din tiştek tune.

Çi ecêb e ku tirk bi van gotinan pir kêfxweş dibin. Hûn bawer dikin ku bi rastî jî tirkek bi serkeftinên kurdan kêfxweş dibe? Lê çima ev ?

Par, di nûçeyên tirkan hat behskirin ku keçikek ji hekkariyê xwestiye pira stenbolê bibîne. Bavê wê jè re pirek çê kiriye.

Çend roj paşê dîsa heman nûçe derket û dewletê alîkariya wan kiribû, ew vehewandibûn stenbolê. We dît dewleta me çiqas dilrehm e?

Çima keçik naxweze mêrdînê bibîne, dixwaze stenbolê bibîne? Lewra li gorî medyaya tirkan tu ji hekkariyê bî jî, tu bi hesreta tirkiyeyê yî.

Çand û Muzîka kurdan dewlemend e. Heke behsa tiştekî tê kirin bila behsa van tiştan bê kirin. Çanda kurdan ji lehmecûn û şemamê pêk nayê.

Go ji eyşo re gotin keziya te çi delal e! Go eyşo ji serî heya binî behsa xweşikbûna xwe kir. Mesela me û tirkan jî carna wisa ye.

Yekî gotiye kürt rönesansı.Yekî gotiye dünyaca ünlü mizisyenimiz oldu.De were dîn nebe,dijûnan nede.Sebeb medyaya tirkan e û kerîtiya me ye.

Ez ne hunerdmend im jî zora min diçe lê ku ez nîzamettîn ariçek, xelîl xemgînek bûma min ê dev ji gotina stranan berda.

Ya ku tirk dikin propagandaya anîna şaristaniyê ye, ya ku kurd dikin bêhurmetî ye li hunermendên me yên pispor.

Heta niha ewqas behsa kê hatiye kirin? ronesansa kurdan kayhan kelhor bû. Xelata herî bi Nav û deng girt. Çima nebû tt? Yelda Ebbas?

Çend kes Bîjen Kamkar nas dikin? ku wî di muzîka îranî de reform kir. Dengê Erbanê xist nav muzîka îranî.

Çend kes Ebbas Kemendî nas dikin? ku wî deng li cihanê belav kiriye. Mamosteyê ednan Kerîm û Bîjen Kamkar e.

Tirk dizanin çawa qûna me radibe. Loma xweş didin bin çengê me. Di me nin jî em bi vê kerîtiya xwe heq dikin.

Çawa awrûpayî tên tirkiyê henekên xwe bi tirkan dikin dibêjin "ooo! sultanahmet, şîş, kebab" kêfa tirkan tê.

ê me jî dema tirk dibêjin "lahmacûn, şemmamê, kaçak çay" qûna me radibe.

Tirkek tê nav kurdan ji tirsa xwe dibêje "ben de kürtçe öğrenmek istiyorum" deh kurd li dorê kom dibin gotinan hînê wî dikin.Kerîtiyek din..

Eynî tirk dema diçe memleketê xwe dibêjê kurd xayîn in, zimanê wan ne ti ziman e.

Problema me ew e ku em dixwazin herkes me nas bike. Kî dixwaze te nas bike bila were li pey te bigere, tu çima li pey digerî? Çi hewce ye!



11.09.2017 19:03 ~19:14 | elaziz izzetpasa camii

2. li gel ku fikrên li ser meselê hatî gotin hinek alîya va rast bin jî ji gelek alîya ve neheq e.

ya ewil mesele ne ewqa meseleyeka mezin e. yekê cizîrî duetekê bi yeka ingilîz re dike; ev carekî de di hemû medya civakî de belav dibe; ji ber ku medya tirkî domînanttir e navê wan lê kirî dimîne. û navê wî dibe cizreli mehmet. ew kesê cizîrî xwe dighîne wê kesa ku pê re stran gotî û carekî de deng dide. belav dibe. hem xwe meşûr dike hem anne marie. hemû jî bi xêra rehetîya wî û jidilîya wî ya gava stranê dibêje, ye. yanî ne ku dengê wî pir û pir xweş e.

ya duyem; erê li ser cizîrê tofanek rabû, ji canê xwe can dan. êêê? ji ber ku wilê bû wê cizîrî şûna xwe û we hemûya heta hetayê şînê bigre; bila êdî cizîrî nekenin, nerûnin; êdî li cizîrê heyat nemaye? kî gotiye? çima vî barî li cizîrîya bar dikî? cizîrê çawa duh li ser piya bû, îro jî wilê li ser piya ye!



11.09.2017 19:36 | xendekî

3. Lew wana pirî her tişt analîz kir, her tişt rexne kir wana idî îmana me birin.
ca bihêlin bila her kes ya dilê xwe bike.
êja çi bûye ha cîzrelî Mehmet ha Mehmedê cîzreyî. Çi ferq dike? Dawiya dawiyê da mêrik bi kurmancî nestrîye? Êê çi ?

çi eleqa wî lehmecûn, şemamê û qûnrabûna nizam kê heye?
wele mêrik xaş gotiye. Saeta wî xaş be. Bi ya wana be em ê her çax ax û dax bikşînin.

Eva lînka stranê ji asoya helbesta kurdî





wisa li ser dodan jî bi hezaran analîz manalîz kirin.
idî bes yaw dilê min hev ket. Gelo em ê kîngê Dev ji van analîz manalîzan berdin hinekî kêfa stranê derxin..
û evqas bêhnteng û tijî nebin yaw..



11.09.2017 23:03 ~23:07 | bûtîmar

4. Dodan jî û ev jî nikarin bêjin em ji kurdistanê ne. Cihê kurdistanê dibên bizim doxû, bizim gunêdoxû filan bêvan. Û nikarê bêjê ji bo zilm û neheqiya mezin ku li ser cizirê hate kirin, dibê olaylar yuzunden nizanim çi. Madem ku tu nizanî û nikarî bêjê hîç behsê doxu moxu neke. Bêje cizîr, cizre filan. Ne bêje bizim oralar. Nezan in, nizanin. Ewan bi demê re têgihin, bialimin. Zimaneke binamûs pêwîste ji her kesî re. Nizanin bi tirkî jî bi kurdî jî biştaxilin. Bi şitaxaliya wan kes memnûn nabê. Zimaneke, rawestaneke vala û sivik li wan heye. Çi dibêjin, çava disekinin kes nizane. Madem tu naxwazê, nikarê rengê xwe bidê xuya kirin here strana xwe bêje, bêje çok mutluyum, cizreye de beklerim falan. Baş bû, xweş bû bes. Nizam bizim gunêdoxî, oleyler yûzinde, nizanim çava. Gû li ku doxu li ku, oleyler li ku? Tu behsa çi û li kû derê dikê? Oleyler çima? Çi vala û şelo melo xeber didê, stranê te xweş e bêje û bes. Here mala xwe kêfa me tune neke.



12.09.2017 05:54 | rûbar

5. Ji Cizreli Mehmet ji bo tirk û biyanyan: Misafir ol gel bana, börekler açayim sana. Were lê lê were lê lê were tirk û biyaniya min. Werin em zikên we tijî bikin bigerin deşt û zozan.

Ji Cizreli Mehmet ji bo kurda: Bizim oralilar, bizim insanimiz.

Ji Cizreli Mehmet ji bo Kurdistanê: bizim oralar. Bizim doxu, bizim guneydoxu.

Cizreli mehmet li kurdistanê zehf in.
Em ji stenbolê kurikê xwe yê kurmancîziman şiyandin kurdistanê li bajarê êlihê piştî sê mehê em anîn malê kurik êdî nema kurdî diaxivê. Baş e bizim oralarda kurmancî ji bîr nekiriye. Her tiştê fêm dikê lê bi tirkî bersiv didê. Bûye bizim guneydoxulu emê hevl didin disa bikin kurdistanî.



12.09.2017 06:11 | rûbar

6. mesele ne belengaziya mehmet e lê belengaziya rexnegiran e willeh. camêr li ser meseleyel evqas beredayî û vala analîzên nedîtî kiriye. hemû tevde zilamek kurd bi bernameyekê vîdyoyel çêkiriye û li înternetê bar kiriye û bûye popûler. evqas! xelas! qediya! welleh hûn dîn in an jî psîkolojiya we komple têk çûye.

tê bêjî qey barzanî çûye bi aleyna tilki re duet çêkiriye û piştî stranê jî silavên xwe şandiye ji nbo turkeş.



12.09.2017 18:55 | simurg56

7. Ew psîkolojiya devşekelo li me kurdên bakûr hemûyan heye. Pir yan jî hindik.
Dive em navek ji boy vê çêkin. Belkî ew sendromek e.
Tiştek wusa ye;
Tû meşhûr bûyî, te em jebir kirî.
Tû zengîn bûyî, tû daha ney taxa me.
Tû zevicî, êdî ji mala xezûrê xwe wext nabinî ku warî ba me.
Û hwd...
Di meseleya kurdên bakûr de menayeka wê ye dî heye; Tirk û ideolojiya tirkan û medyaya tirkan naxwaze kurdiya kesên serkeftî pêş bixe. Ger pêş bixe jî kurdbûna wan jê paqij dike.
Minak red kirina kurdbûna silheddîn eyyûbî, evdilqadirê geylanî, redkirina kurdbûna kemal kiloçdaroxlî, red kirina kurdbûna molla gûranî, redkirina kurdbûna ....
Sebeba psikolojiya devşekelo jî ew e.
Nûha memoy cizirî serkeftî bû ya nûha medyaya tirkan ê wî ji destê me bigire û bike tirkman...

Nizam min bişekir îzah bikim.



12.09.2017 20:10 ~20:14 | cinorek

8. Wellehî û billehî hîn kurd hê jî mûyek nikarine fêm bikin. Lawo pisîkoljî filan çi? Psîkolojiya kurdan ev be çi, ev ne be çi? Gava mirov roportaja rojnameya hurriyetê ku digel cizrelî kiriye dixwîne heq ji devşekalo re dide. Him ji bergehê rojnameyê ve him jî bergehê bersivê cizrelî ve werê meyizandin ev mane bixwe derdikeve miyanê. Gava ez stranê guhdarî dikim çima psîkolojiya min ramanên wisa nayênê hişê min? Gava xeberdana wî mêrikî dixwînim çima fikrên wilo bandorî psîkolojiya min dikê?

Di vê navê de ger mirovek mînakek bidî divê li cih de bî.

Mesela barzanî hingî hatibû kongreyê li vê derê bigota bizim oralardan selam getirdik. Gelin bizim oralara ev mînakek e.

Yan jî silhadîn demirtaş bigota gelin bizim oralara sizi bizim sur u gezdirelim. Ev mînakek e.

Ne ku cizreli insanekî pîs e wisa tê gotin. Eger min têkildarê psîkolgiyê bûba min lêkolînekî li ser vê mijarê de kiribûbana. Psîkolojiya wisa çawaye ku merivek straneke kurdî dibêje û pê re di şitaxaliya xwe de nikare tenê bi peyvekê re jî bibe nîşanî kurdbûna xwe bide?

Madem tenê straneke gotiye bûye fenomen e û ev qas. Bila nebigota gelin bizim doxuyu gorun. Sizi gezdirecem. Bizim insanimiz çok misafirperwer dir. Oleyler yuzunde nizanim çawa ye. Mecbûr e. Bi zorê çekê ye.

Psîkolojiya devşekal na lê psîkolojiya cizreli werê analîz kirin baş e. Lê ev qas girîng nîn e. Ji xwe em her kurd in ;).



13.09.2017 06:28 | rûbar

9. (bnr: mesela dodan)



13.09.2017 17:42 | cinorek

10. Tu kes jî nabêje ew çi dûeteke nexweş û beredayî ye, camêr hetk û helaka stranê biriye, cehnima nasnameyan, xwezî bi rastî jî wekê ku qalê dikin dûeteke xweş û pesna bûya bila şîva şevê li me tirşikvanan nebûya.
Û yek jî çap û çepera feqîro çi ye ku hin kurdên zêde polîtîze bi hêceta ku tiştên bi dilê wan negotiye radibin tapanê û lê tên xezebê? Bawerim yek ji nexweşiyên civakî ya me Kurdan jî ev e em navên giran bi xwe û bi xelkê ve dikin û dema dibînin nikare ji heq de bê, em lînc dikin lê tên xezebê.
Ji ber ku zimanê kurdî polîtîze bûye dema kesek bi kurdî tiştekî dike an diafirîne kesên ku bûne sebeb kurdî ev qas polîtîze bibe û ji xwezaya xwe dûr bikeve hişmendî, feraset û dilêriya siyasetmedarên ku salên xwe di nav siyaseta kurdî de derbas kirine hêvî dikin.
Ji loma bi wan ecêb tê dema cerdevan bi kurmanciyeke fesîh diaxivin. Ji loma dema kesek bi stranên kurdî biçekî binavûdeng bibe payeya rewşenbîri û rîspîtiyê didinê, wekê ku kesek dema staneka kurdî bêje hişmendiya Kurdistaneka azad jî bi awayeke default pê re tê. Û hîn gelek tiştên din, û yek jî zêde îdealîst diaxivin û ji berîka vala rexneyan li xelkê digirin wekê ku bi xwe jî ne mirov bin, wekê ku zaafiyetên wan jî nîn in, tirsên wan, fikarên wan, daxwaza popûlarîteya li nav raya giştî a tirk.



15.09.2017 22:10 | endazer

11. wî lawkê klama xwe bi kurdî gotiye.
pes çi dike bila bike çepikek zêde ji me kurdan heq dike.



16.09.2017 18:34 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mesela cizreli mehmet
» mehmet masum suer

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî