1. di çîroka kawayê hesinker de dijminê xwînxwar yê gelê kurd e. cara ewil wek nivîskî di şahnameyê de jê hatiye qalkirin. |
|
29.08.2017 03:51 ~2020.08.31 16:34 |
tizbîkêş
![]() |
2. çomez e û hêvîdar im ew ê bibe tirşikvanekî jî. û ev sêyemîn kes e ku min de'wetî tirşikê kiriye. lê belê ew du kesên din tu nivîskarî nekirin û firiyan çun esmanê û li paş xwe navên xwe yên vala hiştin *. sê heqê xwedê heye, heke dehaq jî mîna wan be ez êdî tu carî kesekî din de'wetî vir nakim. her wiha; |
|
20.12.2017 23:11 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
3. Neteweya kurd Şahînşahtiya Medyayê bê şer ji dest dan. Piştre bi dekbaziyan kete destên neteweya faris. Pêşiyê me Dehaq ku şahînşahê dawîn ê Medyayê bû ji ber xinistiya Kawayê kurd ji textê hilweşiya. Kawa bi hêzên biyanî re hevpeymanî danît û xinistî li neteweya kurd kir. Kawa ne lehengê Kurdistanê ye. Ew xizmetkarê farisan bû. Mîna Êzdînşêr û Rêber xwe firot dijmin û şahê med ji desthilatiyê daket. Dûgela kurdî kete destê farisê xwînxwar. Mixabin kurd ji ber ku dastana newrozê ji farisekî (Fîrdewsî) fêr bûne pêşiyê xwe wekî stemkar û xinisekî jî wekî leheng dizanin. Lê belê ev şaşiyek mezin e. |
|
20.12.2017 23:36 |
dehaq
![]() |
4. Di folklora kevneşopî ya Asyaya Nêzîk de, Dehaq wekî kesayetiyek dîrokî an mîtolojîk xuya dike. Bo nimûne, di edebiyat û folklora farisî de, Dehaq li gor Dieulafoy, şahekî Ereban, mîrekî Sûriyê ye bi navê Zoak. Di kevneşopiya Ereban de wekî Ashurbanipal tê dîtin. Peyva Baevaraspa ku nasnavê Dehaq e, di Şahnameyê de wekî Biyaresb û di şerefnameyê de jî wekî Bîveresb tê bikaranîn. Li gorî Robert W. Thomson, nav ji Pîurîd, mexlûqekî Keldaniyan a serê wî mirov û laşê wî hesp e, tê. |
|
27.01.2023 17:16 ~17:18 |
tizbîkêş
![]() |
![]() |
westpenus [1] |
![]() |
kêmasiyên tirşikê [2] |
![]() |
xelk çûne ser merîxê, em hê jî li nav rîxê [1] |
![]() |
thomas mann [2] |
![]() |
koma gel [1] |