1. li gor çîrokan canawerek pir gir û tirsnak ê wek maran e. bi ling û çeng û bask e û dikare bifire û agir ji dev û pozê xwe bibarîne. rehê vê peyvê digihîje mîtolojiya îranî. erê, tirk tîpek lê zêde kirine û bûye ejderha lêbelê peyv ji navê dehaqî tê. wek ku hûn dizanin di milên dehaq de du mar şîn dibin û ji ber wê navê dehaqî li vî cinawirî dikin û jê re dibêjin "azî dehaq". ecêb e di hemû çandên dinyayê de têkiliya ejdehayan bi maran ve heye. |
|
29.08.2017 02:57 ~2021.07.14 04:13 |
tizbîkêş
![]() |
2. cinawirekî ku têkilîya wî bi maran ve û herweha bi hespan ve heye. nimûne, |
|
13.02.2021 03:11 ~03:22 |
mirovekirind
![]() |
3. Di devoka Semsûrê da “Ejdiya” tê gotin. Apê min ê rihmetî di şevên zivistanê da ji me ra çîroka “Hemeşah” digot. Di wê çîrokê da lehengê çîrokê Hemeşah diçû bi ejdiyayên heftserî ra de’wî dikir û ew dikûştin. Cinawirekî wek maran lê ji maran pir mezintir dihat terîf kirin. Ejdiya di mîtolojiya Faris û Kurdan da heye. Faris jî dibên ejdeha û di metnên kevin ên tirka da jî wek ejdeha hatiye nivîsandin. Paşê tirka tîpa “r” lê zêde kirine. |
|
08.05.2021 17:19 |
reşwanî
![]() |
4. nîşaneyeke vê çandê jî li ser deriyê mizgefta mezin ya cizîrê jî wek doqiq ji aliyê Îsmaîlê cizîrî/elcizîrî hatiye çêkirin. îro yek ji wan li muzeya kopenhag david samling û ya din jî li muzeya türk ve İslam eserleri de tê pêşkeş kirin. |
|
08.05.2021 17:43 ~17:45 |
merwano
![]() |
![]() |
westpenus [1] |
![]() |
kêmasiyên tirşikê [2] |
![]() |
xelk çûne ser merîxê, em hê jî li nav rîxê [1] |
![]() |
thomas mann [2] |
![]() |
koma gel [1] |