Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ejdeha - tirşik
ejdeha
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gor çîrokan canawerek pir gir û tirsnak ê wek maran e. bi ling û çeng û bask e û dikare bifire û agir ji dev û pozê xwe bibarîne. rehê vê peyvê digihîje mîtolojiya îranî. erê, tirk tîpek lê zêde kirine û bûye ejderha lêbelê peyv ji navê dehaqî tê. wek ku hûn dizanin di milên dehaq de du mar şîn dibin û ji ber wê navê dehaqî li vî cinawirî dikin û jê re dibêjin "azî dehaq". ecêb e di hemû çandên dinyayê de têkiliya ejdehayan bi maran ve heye.

azî dehaq > azdehaq > ejdehaq > ejdeha; ejdîha, jiha, zîha, ziya hwd.

"...can biret mi d' vê 'ezabê
ev siyahreng ejdeha ye
çendekê sadiq cema bin..."

- melayê cizîrî

lêbelê melayê cizîrî wek jiha jî nivîsîye:

"...Zinhar-i kesê dest-i bibit erqemê serwê
Bê `işweyê le`lan ne bi teslîm-i jiha girt..."

Û di helbesteke wî ya din de:

"...Surmedarên ji surê mest-i, ji qudret kemmilîn
Me ji xeflet du jiha dîn û ji sehmê xeccilîn..."

di ferhenga destî ya umîd demîrhan de jî peyva jiha heye: Here lînkê



29.08.2017 02:57 ~2021.07.14 04:13 | tizbîkêş

2. cinawirekî ku têkilîya wî bi maran ve û herweha bi hespan ve heye. nimûne,

"Di binê behrê de heywanek heye di şiklê hespan de ye. ... Heger rojekê ev cenawerê wek hespan têkeve dest mirovê ku lê siwar bibe, ew ê karibe bi wî heywanî qonaxên bi rojan di çend saetan de here. ... 'Dibêjin ecêbek giran hatiye serê torvanan.' ... 'em dikin nakin mîrata torê dernakeve.' ... hezar û pêncsed xortê kurdan xwe dan ben û werîsan. ... bozê rewan, kuriyê behrê, hespekî çîlî sipî bû. Hustê wî dirêj bû, bijiyên wî bi ser hêlek hustê wî de berdayî û têltêlîbûn. perçemekê xwe berdabû navbera herdu çavên wî. teriya wî dirêj bû digihaşt heta erdê li ber lingên wî yê dawiyê li ba dibû"
– "Mem û zîn" (Here lînkê) (r. 19-24)

“in the second century BC ... The most famous and valuable horses were bred in the Fergana valley to the far side of the spectacular pamir mountain range that straddles what is now eastern Tajikistan and north-eastern Afghanistan. Much admired for their strength, they are described by Chinese writers as being bred by dragons and are referred to as 'hanxue ma' or 'sweating blood'”
– "the silk roads" (Here lînkê) (r. 9)



13.02.2021 03:11 ~03:22 | mirovekirind

3. Di devoka Semsûrê da “Ejdiya” tê gotin. Apê min ê rihmetî di şevên zivistanê da ji me ra çîroka “Hemeşah” digot. Di wê çîrokê da lehengê çîrokê Hemeşah diçû bi ejdiyayên heftserî ra de’wî dikir û ew dikûştin. Cinawirekî wek maran lê ji maran pir mezintir dihat terîf kirin. Ejdiya di mîtolojiya Faris û Kurdan da heye. Faris jî dibên ejdeha û di metnên kevin ên tirka da jî wek ejdeha hatiye nivîsandin. Paşê tirka tîpa “r” lê zêde kirine.



08.05.2021 17:19 | reşwanî

4. nîşaneyeke vê çandê jî li ser deriyê mizgefta mezin ya cizîrê jî wek doqiq ji aliyê Îsmaîlê cizîrî/elcizîrî hatiye çêkirin. îro yek ji wan li muzeya kopenhag david samling û ya din jî li muzeya türk ve İslam eserleri de tê pêşkeş kirin.

û her wiha logoya CîzreSpor jî ev doqiq bi kar anîne.
Here lînkê

li wîkîpediya jî qala van doqiqa dike: Here lînkê



08.05.2021 17:43 ~17:45 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ejdeha

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî