Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 16 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; endazer
peyamên çepikkirî

25754. (bnr: erÊ ew dizek e, ji ber ku dilÊ me diziye)



01.06.2013 01:27 | simurg56

26132. nivîskarê di dinyayeke din de dibe ku em bibûna birayên hev, lê ne di vê dinyê de



08.06.2013 00:32 | simurg56

26284. nivîskarê ku ez dixwazim çend heb pirsan lê bipirsim û hin şîroveyan bikim e. ger bersiva min bide, li ser navê dinyayê û mirovahîyê ezê bextîyar bim:



xuyaye ku miroveke vala nîne û zanaye. bi sêrî de, ez carinan ji xwe re dipirsim, dema ku mirov rexneyan bike, divê şêwaz a wî çawa be. gelo rexnegir zimanê xwe tûj bike yê çêtir be an şêrîn bike yê çêtir be? bêguman dive carinan tûj be, carinan jî şêrîn be. lê, li gorî min, divê kurd derheqa kurdîtîyê de bi hev re zimanê şêrîn ve rexneyan bikin ku muxatabê rexneyan xwe serast bike. bi tirkî dibêjin "tatlı dil yılanı deliğinden çıkarır". mixabin, parvebûn tişteke pir hêsan e. lê yekitî û hevgirtin tişteke pir zore. Parvebûn çirkekê de pêk tê, lê yekitî bi salan va peyda nabe. divê em li hemberî hev bi zimanê tûj ve parve nebin. wekî mînak: kes macbûr nîne ku fikrê Abdullah Öcalan biparêze û dikare bi rihetî dijberîya xwe bîne ziman. lê, parastina gû xwarina Abdullah Öcalan çî ye? gelo mirov nikare ku şaşîyên Öcalan hin peyvên din ve eşkere bike? ger kekê endazer sedemên tûjbûna zimanê xwe ji me re dîyar bike, dibe ku emê jî heq bidin û wek wî bifikirin.



xêncî wê; di nav kurdan de her celebî mirov hene. yên misilman hene, yên xwedênenas hene, yên elewî hene, yên şafî hene, yÊN KOMUNÎST HENE Û HWD. EV MİROVANA HER ÇİQAS CELEB CELEBÎ BİN JÎ, Dİ DAWÎYÊ DE HAMÛ KURD İN. NİHA DİVÊ EM Çİ BİKİN? HER KES Lİ RÊ YA XWE YA TAYBET DE BİÇE Û PARVE BİN? ANGO MİSİLMAN RÊ YA XWE DE, XWEDÊNENAS RÊ YA XWE DE, ELEWÎ, KOMUNÎST, ŞAFÎ HEMÛ RÊ YÊN XWE YÊN CÛDA DE BİÇİN AN NA? Lİ GORÎ MİN, DİVÊ EM Bİ SÊRÎ DE KURD Û KURDÎTÎYÊ, Bİ TAYBETÎ JÎ MAFÊN HEMÛ KESAN BİPARÊZİN. GELO KEKÊ ENDAZER JÎ WEK MİN DİFİKİRE AN NA? WEK KESÊN MAFÊN HEMÛ MİSİLMANAN DİPARÊZİN, EW JÎ MAFÊN XWEDÊNENASAN, ELEWÎYAN, KOMUNÎSTAN DİPARÊZE? GER MÎNA MİN BİFİKİRE Lİ SER ÇAVÊN MİN, LÊ MÎNA MİN NEFİKİRE DÎSA Lİ SER ÇAVÊN MİN. BİLA ZİMANÊ WÎ Lİ HEMBERİ KURDAN XWEŞ BE, KESÎ RENCÎDE NEKE BESE. KES NİKARE Bİ ZORÊ FİKRÊN YEKÎ DİN BİGUHARÎNE. EV YEKA Jİ XWE TİŞTEKE ŞAŞE JÎ. EM NE DİJMİNÊ HEV İN. FİKRÊN ME WEK HEV NEBE JÎ, Dİ DAWÎYÊ DE EM Dİ BİN ZORDARÎYA DEWLETê de dimînin.



di dawîyê de; ger ez şaş bim bila min rast ke, li gorî dîtina min dewletê zêdetir pkk'ê û Abdullah Öcalan rexne dike. ez nabêjim rexneyên xwe de neheq e. lê keke endazer, qet gunehê dizek tuneye. bila wek pkk û Abdullah Öcalan rexne dike, dewletê jî rexne bike ew jî tişteke. lê wek gotina wî xwe, kar û barê wî reşşikkirina pkk û Abdullah Öcalan e. ez carinan dikevim şikê û dibêjim ku gelo endazer ajanê mossad'ê ye*. di vê mijarê de jî fikrên xwe ji me re kifş bike emê kêfxweş bin.



08.06.2013 00:32 | simurg56

36399. nivîskarê ku eger ji min re li ber maseya raqîyê hevaltîyê bike û du qedeh vexwe, ezê jî ji wî re biçim nimêja înîyê*



08.06.2013 00:32 | simurg56

40054. mirovê ku, ji bo pkkê reş bike bi mûkêşê ve bûyerên kevn û rastîtîya wan meçhûl tîne rojevê ye. (bnr:/40053). tu çi bikî bike, bi mîza te û yên weke te û mehmet metiner va behr naherime. li ser de mûkêş ne ji bo siyasetê ye, mûkeş tişta ku jin bi pê ve mû yên xwe kaş bikin e.



08.06.2013 00:32 | simurg56


54570. bi xêr vegeriyaye, min hêvî heye ku cardî li van deran neterikîne û neçe



08.06.2013 14:50 | simurg56

64070. nivîskarê ku deh rojan carek têt û hindek gotina bo sempatîzanên pkk ê dibêjît û direvît *

favoriyêt wî nazim tolhildan û brusk56 lê çi kesî efû naket *



28.06.2013 23:52 | simurg56

65882. di serîda dibêm merheba jêre ez vî nivîskarî miqarnevanî naznakim lê ezê wî nas bikim ez dixwazim vî jêre û hevalê wîre bêjim gelkî tiştên xweş hene binivîsînin zêde xwe nedin siyasetê yekî tişkî got bira wekî serê derziyê di weda here ewê çi bibe. ji xwe em bi quna hev ya apo û berzanî zanin icab nake em şer û pevçunê bikin rastîye, (bnr: tiştên xweş) bêjin û derbas bibin.





wekî hergav edît: min vîya ji bîr dikir tiştê li hesabê we nat reşşik bidin û wan di rijikêde bihêlin.



27.10.2013 00:18 | endazer

69048. camêrê ku hevala wê zêde nikare kurdî biaxive,carna jê re tirkî diaxive..



05.06.2013 16:48 | simurg56

74866. rebenê ku biminre kapa davêje û keysfilehe zane ku rewşa shorbevan têdeye ne ti rewşe. û evdalê bira zanibe dema shorbevan tê tirşikê tenê ji bû nivîsandînê nayê ji bû xwendinê jî tê.

(bnr: emê te nekin serok wezîr)

(bnr: tu kîyî oxlim)



27.10.2013 00:18 | endazer

76135. nivîskarê pêwiste bilez tobe bike ger ku tobe neke cîyê wî rasterast cehlimeye jiber ku li hemberî zatê qedîm hz. şikestî derketîye xwedê jî wî efû nake.



27.10.2013 00:18 | endazer

90822. Ey hat ha. De warne gowendê.

Tilìlilì



01.06.2013 01:27 | simurg56

90979. bi xêr hatiye lê zêde kêfê nekin, hefteyeke paşê dîsa dê bêhna xwe teng bike û here ji van deran*



08.06.2013 14:50 | simurg56

95341. ez dibêm di vê rewşa dawî de hişê wî tevlihev bûye û idî pê dernaxe ku kê dost e kê dijmin e.
ji bo kayyûma şeredariya amedê gotiye gülten kişanakê baştir e.
însaf bike hinekî yaw!
helbet emê rexneyên xwe li her derî bîninê ziman, helbet emê kinca heqîqetê gotinên baş bikin û yên nebaş şermezar bikin.
Lê ne bi şaş î, ne bi dijmintayî, ne bi neyar î.

yên ku sibê dusibe ji hev re lazim bin dîsa em in em kuro!
êja kayyûma xelqê elezîzê kî ye!?



26.10.2013 23:54 | endazer

141470. 7-8 salan berê her tim di tirşikê de peyamên tijî dinivîsî û tirşik bi xêra wî çalakdibû.
niha wenda bûya. carna xûya dibe û peyamên weke postên facebookê ên zariyên 14 salî dinivîse.
îtîrafên tirşikvanan/141447
endazerê rastin sala 2018'an de mirî. niha ew kesê hesabê endazer bikar tîne yossi kohen e.



01.06.2013 01:27 | simurg56