Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
10 salan paşê tu xwe li ku dibinî - tirşik
10 salan paşê tu xwe li ku dibinî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nizanim.
Belkî le pêşya camiya izzetpaşa tizban defroşim.
Yan jî terime şivaniya pezê koçerên bertiyan û şekakan.



29.07.2017 18:03 | elaziz izzetpasa camii

2. bûme bavê çar keçikên şirîn.. û nazik..
Didu ji wan esmer, diduyên dinêka çûr..
jiyaneke bextewar.. bê kuştin, bê xwîn û azad..
karê endezyariyê zûda berdaye û li gundekî şîn û kesk û li qeraxa behr an jî golekî..
waxtê avaçûyîna rojê nanê şîvê dixwin..
roj û ax hevdu dixemilînin.. Reqs û reqs..
bextewar im yanî.

--ya ku xeyal dikim-- bû evnana.

lê ya rastî barikem wê dîsa wek niha bi stres û nexaş be..
di nav înşaatan da me, baretê min serê min da, solên îş di pê min da.. ditirsim zewaca bextewariyê dûr.. hestên min ên ciwanî yê mirî, di dilê min de hezar poşmanî... Por weşiyayî..

û ya baş her tim û wî çaxî jî tirsik.net -- têketin -- panel -- nivîskarên girêdayî -- hozan serhad -- peyam bişîne û hişyarî : Tu nikarî ji xwe re peyam bişînî : )



29.07.2017 18:29 ~2017.07.30 14:27 | bûtîmar

3. li parka cizîrê ya qeraxa dîcleyê; çay, tovkê şebeşa yê qelandî, civatek ji mezina.



29.07.2017 19:29 ~19:30 | xendekî

4. Pirseke klasîk e, wexte ku meriv şîrketekê re ji bo xebatê serî lê dide, ji meriv re dipirsin "10 sal şûnda tu xwe li ku dibinî" Tu jî dibêjî "xeyala min ev e ezê Bibim CEO yê vî şîrketê hanê" filan û bêvan... Ewana jî cewabê xwe yê klasîk ji te re dibêjin, "emê paşî ji bo cewabê xwe bibejin, ji te re têlefon vekin" (çîroka me li vir xilas dibe)



29.07.2017 21:43 | mîr

5. (bnr: 10 salan berê te çi dikir)
Evvela lazîm e mirov bersiva wê bide.
Dûwre em ê bikaribin texmîn bikin ta ku tu yê 10 salan paşê li çi rewşê bi.



30.07.2017 05:17 | cinorek

6. Li nexweşxanê.



31.07.2017 04:50 | biaqila malê

7. Ji karê xwe hinekî aciz buyî hewla guherandina cihê xwede digevizî. Ji ber kurên dewra balixbunê re derbas dibin serêș û stresa mayinde. Ji bo ji stresê durketinê ciheke ji bajêr dûr, di bêdengiya xwezayêde dawiyên heftiyê yên bêhempa.

Ev ne 10 lê 20 salên din in an ez zû pîr dibim!



02.08.2017 19:29 | azadixwaz

8. di vê pêvajoyê de mirov nikare sibê bifikirê û vêca deh sal şûnde... hemam em nemirin bes e *



02.08.2017 23:57 | renas

9. li swîsre, elmanya an jî holandê di odeya civînê ya mergesoftê de bi xebatkarên xwe re li ser projeyan dipeyivim.



03.08.2017 14:44 | mergehez

10. Min bi pirtûka xwe yê davî xelateka mezîn girtiyê seba vê bi keçka xwe biçûk we em terin swêdê.



03.08.2017 18:06 | cinorek

11. heke nemiribim, dê ji niha ne cudatir bim. lê helbet dê zikê min binepixe, çiçikên min xwe berde erdê, por û riyên min bibe spî, xêzên ruyên min dê kûrtir bibin û ez ê bibim nexweşên şekir û tansîyonê û ez ê gelek dermanan bixwim û ez ê kurdî xweşiktir bipeyivim û baştirîn binivîsînim.

ango ez ê yexçar bim.

ha ji xwe ji niha ve yexçar im.

her wiha, ez ê tenê bim. dê, ez dibêjim qey dê behaneyên min jî xilas bibin û tenê. waw estas malgxoya. mi fekus!



28.02.2018 22:52 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paşê bişîne
» xwendina quranê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî