Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
pirtûkeke herikbar e - tirşik
pirtûkeke herikbar e
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji kêmrexneya edebiyata kurdî ev gotin her tim bûye pîvaneke sereke. ev yek dişebe ew kesên ku ji binî sînemayê fêm nakin, fîlmên çavgilêz (bnr: endazer) seyr dikin dibên teqez meriv dide giryandin. yanî girîn kengê bikeve literetûra sinemayê herikbarî jî tena serê xwe yê wê çaxê bibe pîvan ji bo edebiyatê.



05.09.2013 01:15 | tivirloismail

2. yanî zimanê pirtûkê ew çend xweş û sivik e mirov bi xwendin û pêdeçûna pirtûkê nahese.. xwendevanê pirtûkê hew dinêre ku muewînê pirtûkê dibêje ''sayın yolcularımız em vê carê jî hatin dawiya pirtûka xwe heta carekî din bimînin di xêr û xweşiyê de..'' ha tabî ji bo her pirtûkeka ku zimanek sivik û sade bikar anîye jî mirov nikare bêje jêhatî û serkeftî ye.. ji xwe wê çaxê pêdivî bi rexnegirên gewrê yên wekê tivirloismail çênedibû.. me yê gotibûya hêjano qistas û krîterên me yên başî û bikalîtebûna pirtûkekî herikbarî û rewanbêjiya ziman û ûslûba pirtûkê ye û me yê mekanîzmayek elektronî jî danîbûya û ji bo neqandin û pirtûkên rewanbêj û herikbar..



05.09.2013 01:49 | endazer

3. ji bo pitrûkên ku xema wan tenê ne wêje ye, krîterek serek e. jixwe êdî piraniya pirtûkan ne ji bo wêjeyê tên nivîsandin, weke fîlmên sinemayê her cûre mijaran vedibêjin û êdî wisa çêbûye ku weke fîlmên aksiyonê, ji bo pirtûkan jî beşên aksiyon, macera, tirs, polisiye, xeyalî zanistî û hwd. hene û refên van beşan jî tije pirtûk in. ji bo pirtûkên bi vî rengî helbet herikbarî krîterek girîng e. lê ger helbestên ehmedê huseynî bi herikbar nebûnê tawanbar bike, wê demê rewşeke komîk derdikeve holê



05.09.2013 08:09 | simurg56

4. romana eta nehayî gulî şoran pirtukeke herikbar e.



20.09.2013 18:30 | babosî

5. bi qasî ku li jor hatiye gotin ez tiştên wisa teknîk nizanim di wî warî de pirr qels im.. ji bo ku mariv bikaribe bêje ku 'ev pirtûk herikbar e' divê kirîter, pîvan û teknîk çawa be? ez nizanim lê belê gava ku min pirtûkeke girt destê xwe û min dest bi xwendinê kir divê jê eciz nebim û bêyî ecizî û bi meraq bikaribim bixwînim ji bo min pîvana sereke ev e. ha nizanim zimanê wê giran e yan sivik e, karekterên wê nakok in yan bi rêkûpêk hatine honandin, cih û war li gor bûyerê guncav û real in an na? hwd pîvanên wisa ne pirr li gorî fêmkirina min a herikbariyê ye êdî roman jî ne tenê tiştên xeyalî ne pirr panorama û bergehên cuda ketine di nava romanê û cureyên romanan êdî ne tenê edebî ye carinan mijareke zanîstî jî dibe mijara romanê niha mariv her çi qas li herikbariyê bigere jî di ravekirina wek tistên zanîstî û dîrokiyê de dibe ku herikbarî bifetise û ji edebîbûnê bêtir bêhna zanîstiyê jê were. carinan huner diterpile û rastî li cihê wê digire neyse ez çend mînak bidim mesela romanên mehmed uzun pirr herikbar in bi taybetî jî hawara dîcleyê û siya evînê. . gava ku min xwend min nedixwastin ku biqede.. jan dost ji aliyê teknîkê ve ji memet uzun ve baştir e lê çêj û tehma ku min ji memet uzun girtibû min ji jan dost negirt di hin cihan de ez eciz bûbûm..



22.01.2014 18:55 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkeke herikbar e

Kategoriyên mijarê:: weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî