Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
çiya mazî - tirşik
çiya mazî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşiyê çiya bû, piştre bû nivîskar

(bnr: derhêner, birêz gula wanê, wênekeş, birêz deşta heranê)



05.09.2013 00:54 | tivirloismail

2. nivîskar û helbestvaneke kurd.. di sala 1960î de li gundekî Şemrex (Mazîdax)a Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1993an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewşen, Welat, Aazadiya Welat, Ava Şîn, Hîwa, Mehname, Avesta û Kevanê de weşiyane. Bi navê »Mistek jiyan" kitêbeke wî ya kurteçîrokan heye.



07.09.2013 18:28 | endazer

3. (bnr: ferhenga gotinÊn pÊŞiyan)



15.10.2013 18:06 | biruya hayao miyazaki

4. Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960'î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê.



Çiya Mazî ji sala 1993'an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.



Mistek jiyan (çirok, 2003). Weşanxaneya Sî, Stenbol.

Ferhenga Gotinên pêşiyan (2005). Elma, Stenbol.

Ferhenga Gotinên Pêşiyan (bi tîpên erebî, 2006). Spîrêz, Duhok.

Palûte (helbest, 2008). Do, Stenbol)

Ahuzin (Muslum Yucel) (wergera helbestan, 2008). Do, Stenbol.

Mijarên Mîqro (çirok, 2009). Do, Stenbol.

Bahol, çîrok 2011 weşanxane; Evrensel Basın, Stenbol.(wergirtin: )



15.10.2013 22:35 | dîno

5. xwediyê 2 pirtûkên din e.



peyarêk 2013

Baxek ji folklora Kurdî -Ji Derdora Mêrdîn- 2014



16.08.2014 01:42 | berxweda

6. niviskarê bi pirtûka baxek ji folklora kurdî -ji derdora mêrdîn spasî heq kiriye ye. destê wî sax be.



03.02.2015 00:00 | berxweda

7. helbesta wî ya bi navê her tim di palûteyan de mirime wî, bi dengê wî:







13.11.2015 00:50 ~2015.11.14 00:13 | xendekî

8. Xwedîyê pirtûka helbestan ya baranên çilesrî ye.



03.10.2018 18:22 | xelîl

9. Nivîskar û helbestvanê ku Van rojan yek çîrok (tebatî) yek jî helbest (bayê zewêdiyan) du pirtûkên nû ji weşanên berbangê derxistine.

Ser xêrê be. Piştî xwendinê ez ê mijara van pirtûkan li tirşikê vekim.



15.12.2019 11:53 ~2020.12.14 14:02 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» çiyayê mereto
» mazî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî