1. Helîm Yûsiv nivîskarek ji kurdên sûrî ye. di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. li zanîngeha Helebê (University of Aleppo) beşa hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî. |
|
04.09.2013 09:38 |
simurg56
![]() |
2. Di wêjeya kurdî de niviskarekî surealîst. |
|
04.09.2013 17:59 |
mam selam
![]() |
|
|
14.09.2013 02:20 |
seydayê_peyvan
![]() |
4. ji ber ku di nivîsa xwe ya dawî de ku dê di rûdawê de biweşiya çend gotinên ne bi dilê berpirsiyarê giştî yê rûdawê, ako mihemed kiriye, bi hinceta ku gotarên siyasî nivîsîne wî ji karê qunciknivîsiyê, ku serê her hefteyê ji wan re çi wêjeyî, çi çandî û çi siyasî dinivîsî, derxistine û em çavlirê ne ku bê ka wê ji dêvila wî kîjan dotmîr an jî pismîrî têxin karê xwe yê rindik û hindik. aha ev jî lînka wê: http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=1016 |
|
21.09.2013 14:15 |
înano lo
![]() |
5. mebest ji "tu"yê ne helîm yûsiv e, rûdaw e! |
|
21.09.2013 14:35 |
înano lo
![]() |
6. pirtûka wî ya mirî ranazin cara yeken li bakur 1996 an de ji weşanê avestayê derçû. çapa wê nemaye, lê gelek kêm bin jî li gel hin sahafan tên peydakirin. |
|
22.10.2013 15:26 |
arami
![]() |
7. bo min di wêjeya kurdî a nûjen de ji xeynî çend navên sorannûsan kesekî mîna wî tuneye, pir zîrek û jêhatî ye.. |
|
22.10.2013 18:41 |
elomelo
![]() |
8. piştî mirî ranazin, memê bê zîn çênebûye, hin çirok mirov dibê tene ji bo ku binivîse nivisandiye... |
|
22.01.2014 20:47 |
jajî
![]() |
9. di berhema xwe ya bi navê "romana kurdî" de tirba mehmed uzun a edebî kolaye. |
|
07.02.2014 01:35 |
zero
![]() |
10. Nivîskarê malpera www.diyarname.com e |
|
28.02.2014 03:23 |
cemilo
![]() |
11. nivîskariya wî ji dola Marquez û selim berekat e. di destpêkê de bi çîrokên xwe yên realîzma efsûnî riyeke baş da ber xwe, lê piştî ku berê xwe da ewrûpayê weke dara ji axa xwe bibe, ji ber çû, nivîskariya xwe kuşt. |
|
25.03.2014 16:23 |
tembûra dilê min
![]() |
12. Van rojan romana wî ya nû a bi navê 99 morîkên belavbûyî wê ji weşanên peywendê derkeve. |
|
29.03.2015 21:17 |
cîncoqo
![]() |
13. em li bendê ne romanên wî gelek xweş in |
|
29.03.2015 23:12 |
bijêrvan
![]() |
14. Ruhê Kurdkî ziwanê ey de ruhê Kurdkî (kirdkî-kîrdaskî-soranî-goranî) tê de esto. Miyan kirdasînuştoxan de tewr zaf ey ecebneno. |
|
05.06.2015 16:46 |
teberkerde
![]() |
15. welle yabo berê bash bû îro sahs bû. zimanê xwu xera kiriye. |
|
06.06.2015 14:57 |
rojgar
![]() |
16. http://diyarname.com/news.php?Idx=16549 |
|
07.07.2015 17:12 |
kurê xelkê
|
17. "Vaye ew xewn dibe rastî û serbilind vedigerim welatê xwe. " |
|
11.01.2016 23:32 |
pîremegrun
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |