Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 43 peyam
guhertina ekrana telefonan - tirşik
guhertina ekrana telefonan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dema tiştek bi ekrana telefonê bê ev tê kirin. weke mînak dema bişike an jî gelek xêz bibe û hwd.. bi gelemperî meriv telefona xwe dibe cem telefoncîyekî/ê an jî cem bayîîyekê û ew ji wan re diguherîne. lê 150-200 lîre zêdetir pere ji xwediyê telefonê digrin. ku xwediyê telefonê hinekî wêrek be, dikare ekranekê bikire û ew bixwe ekrana telefona xwe biguherîne. li ser înternetê hezar vîdyoyên derbarê guhertina ekrana telefonan hene. hema yekê temaşe bike bes e. wê 150-200 lîre di bêrîka wî/wê de bimîne.



09.06.2017 07:40 | mergehez

2. tiştekî hêsan e, birê min her gav vî karî dike, telefona hevalekî min şikestîbû, telefonfiroşekî bênamûs jê re gotibû 300 lîre, birê min got bîne ez çÊkim, ez ne şaş bim bi 5 dolarê ji aliexpressê ekranek stend û çêkir.



09.06.2017 09:08 ~09:09 | ferhenga şikestî

3. ne tiştek zêde zêde zehmet e, lê ne karê herkesî ye jî. divê dema we telefonê ji hev xist, hûn wêneya hemû kirinên xwe bigirin ku dema we xwest dîsa li hev bînin, hûn montaja hinek kablo mabloyan ji bîr nekin. û ger hûn ne kubar bin, heye ku hûn zerarê bidin hinek parçeyên hesas, wê demê wê mesrefa wê zêdetir bibe. loma divê mirov nelezîne.
min jî heta niha çend caran ekranê telefon û tabletan guhertin. mirov dikare van parçeyan ji înternetê gelekî erzan bikire. di malperên tirkan de jî hene.



09.06.2017 23:06 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» guhertina navê bikarhêner
» ekrana telefonan

Kategoriyên mijarê:: komputer jiyan komputer jiyan komputer jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî