Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
mevlûdên kurdî - tirşik
mevlûdên kurdî
(1) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Mewlûd, berhemê tê de jidayîkbûn û jîyana hz.muhammed(s.a.v.) tê vegotin.vek helbesta tê nivisandin.di wêje de li mesnevî dişibe û gelemperî rojên taybet de tê xwendin.di wêjeyê kurdî de nav mewlûdan de herî girîng û navdar mewlûda melayê batê yi.(ez lînk nadim rasterast copy pastê tirşikê dikim.hinek dirêje kusur mêzenekin.)

Eve,fermo:

Hemdê bê hed bo Xudayê 'alemîn

Ew Xudayê da ye me dînê mubîn



Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer

Tabi'ê wî muqtedayê namiwer



Ew Xudayê malikê mulkê 'ezîm

Daye me mîrasa Qur'ana Kerîm



Dînê me kir kamîl û nî'met temam

Ye'nî da me Ehmed û dar-ûs-selam



Ew Xudayê bê nezîr û zulcelal

Bê mîsal û bê heval û bê zewal



Raziqê bê dest û pa û mar û mûr

'Alimê sirra negotî der sudûr



Karîsazê bende û sultan-î-can

Rahîm û Rehman, letîf û mîhrîban



Asîmanê bê sitûn wî kir pedîd

Sûretê ba xal û xet wî aferîd



Hêvîdar in em ji te Şahê Kerîm

Îhdîna ya Reb sîrat-el-musteqîm



Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem

Lê ji te îhsan û xufran û kerem



Ya Reb îmanê dixwazîn em mudam

Jêrê ala ya Muhemmed wesselam



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat



Ber tu ba da her zeman û an û hîn

Ey Muhemmed sed hezaran aferîn



Ey şefî'ê darû yê her 'îlletê

Dîde û bînahiya vê ummetê



Destigîr û mustexasê her dû kewn

Bo gunehkaran penah û puşt û 'ewn



Sellî ya Rebbî 'ela xeyr-îl-beşer

Ta hebin teyr û bixwînin ber şecer



Ew hebîbê rohnîya heft asîman

Herdû 'alem qalib, ew ruh û rewan



Xak-î-payê Ehmed ew Beyt-ul-Heram

Lew şerîf in Zemzem û Rukn û Meqam



Sellî ya Rebbî 'ela xeyr-îl-wera

Ma tesîrûş-şemsû fîs-seb'-îl-'ûlla



Fexrê Îbrahîm û Îsmaîl û Nûh

Mustefa yê bawefa yê bafitûh



"Ma remeyte îz remeyte" goşidar

Destê wî destê Xuda der kar û bar



Sellî ya Rebbî 'ela xetmîr-rusul

Ma yemûc-ûl 'aşîqûne fîs-subul



Ew kelîmê xweşnewayê çerx-î-tûr

Daxîdar im bo wî sîmayê bi nûr



Ey şefî'ê sahibê alayê hemd

Min hene bê hed guneh, nisyan û 'emd



Lê mi hêvî wasiq e dê ez feqîr

Jêrê alaya te bim roja 'esîr



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat



Her kesê gûhdarê Mewlûda Nebî

Dergehê mîzgînîyan dê lê vebî



Gotî wî Pêxamberê 'alî sifet:

Mewlûda min her kesê mezin biket



Ez şefî'ê wî me roja mehşerê

Dê vexwut ew tasek ava kewserê.



Serfê Mewlûda mi yek dirhem pere

Hemberî yek kohê zêrê ehmere



Fî sebîl-îllah bibexşî ber feqîr

Qedrê Mewlûdê bizanin hun kebîr



Hem ji bo Bekr û 'Umer hat ev xeber

Hem ji 'Usman û 'Elî çêbûn eser



Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî

Xêrekî mazin ji bo hasil dibî



Hem ji Şeyxan bû rîwayet ev xeber

Şeyxê kerxî, Fexrê razî, ba diger



Her kesê hazir biket ew yek te'am

Ba buxur û şerbet û qedrek temam



Gazî ket îxwan û hilbîtin çira

Bête xwendin Mewlûda xeyr-ul-wera



Tête heşrê ew digel xelqê berî

Ye'nî ba Pêxamberanî enwerî



Herçî bînît, hindî tiştê xwarinê

Dê mûbarek bît li ber vê xwendinê



Bête xwendin ger li yek sikke-dîraf

Dê mûbarek bin derahim bêne zaf



Bête xwendin ger li avê, yê vexwet

Rehm-î-nazil cumleyê 'îlett dibet



Her cihê lê bête xwendin rehme lê

Dê Melek bibin tijî wê menzîlê



Xanîyê lê bête xwendin ev sela

Dê bibîte ba'îsê def'a bela



Bo xudanê zadî yû bo hemnişîn

Her selatan dê bidin kerrûbîyîn



Dafi'ê cumle hesûdê çav xirab

Der mezarê sehle lê redda cewab



Pirr kesan dîtin keramat û eser

Ji xwendina Mewlûda xeyr-il-beşer



Her wekî hatîye gotin bê hîsab

Lê neşçm bêjim ji tetwîla Kîtab



Qedrê Mewlûdê nizanim bêjim ez

Lêk hişiyar bin nebîte cerge-bez



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



Girtî yek qebde ji nûra Xwe Xuda,

Gote wê: "Kûnî Hebîbî Ehmeda".



Hêj ne erş û ferş û kûrsî û qelem

Hêj ne lewh û Enbîyayê muhteşem



Saliha tesbîh kir nûra şigerf

Şeş mîet elf û çihar û bîsti elf



Paşî bo wî çêkirî dwazdeh hîcab

Her yekî xwiştir ji yadî bê hîsap



Qudret û te'zîm û mînnet, merhemet

Hem se'adet hem keramet, menzîlet



Hem hîdayet hem nubûwwet, rîf'ete

Ta'ete yazdeh, şefa'et temmete



Her yekî westabû tê da çendî sal

Lê 'eded-mespare 'ilmê Layezal.”



Her yekî tesbîhekî xas û cuda

Daîmâ tesbîh xwendin bo Xuda



Paşî avête çihar behrê mezin

Wî Xuda yê “Layezalê” îns û cin



Behrê nusret, sanî behrê merhemeh

Behrê qudret, behrê îrfan, în hemeh



Çûn ji behrê me'rîfet ew hate der

Qetre jê werya bi îlham, ew qeder



Sed hezar û hem çihar û bîst-i elf

Her yekî bû yek Nebîyyê dil-şigerf



Paşê Wî çêkir ji nûra namiwer

Cewherek, lê kir nezer ew bû du ker



Nisfê ewwel dayê çavê heybetê

Nisfê sanî dayê çavê şefqetê



Nisfê ewwel bûye behr û her li vî

nê ji tirs û heybetê qet nanivî



Hem kelî ew behr û kef da û dûxan

Kef bûye erd û dûxan bû asîman



Nivîka di çêkirin jê çari çîz

'Erş û kursîyyû qelem, lewhê temîz



Hate emrê “Padîşahê Layezal"

Malîkul mulkê Celîlê Zul-celal:



“Ya qelem binvîs bi emrê Padîşah”

“Ez çi binvîsim? biferma ya Îlah!



Qale: "Ûktûb Laîlah îlla ene",

Hem Muhemmed Qasidê emrê min e.



Sacîd û bêhiş girî sed sali dî

Ser hilîna got Îlahî seyyîdî



Ez dizanim Laîlah îlla Tu yî

Ew Muhemmed hemberê îsmek bûyî



Kijke ya Sultanê ba cud û kerem?

Padîşahê sermedî got: Ya qelem.



Ger nebûya ew Muhemmed, lewh û 'erş

Min netîna ne wucûdê ta bi ferş



Ney tû ney Cennet û narê mezin

Cumle eşya min ji bo Wî çêkir in



Muhbetê hîngavt û şeq bû ew qelem

Ma li ser lewhê nivîsê dem bi dem



Serxweş û şûkranê Wî navê şirîn

Paşê ba îlhamê Rebb-êl 'alemîn



Gotî ewwel: -Ya Muhemmed Es-selam

Hem Eleyke gotî Rebbê “La yenam.”



Da cewaben 'en Hebîbê-l Îzzetê:

We Eleyke Es-selam û Rehmetê



Bûye Sunnet lew selam û redd e ferd.

Cûmle ehwal paşê hingê kirne erd.



Wî nivîsî pêkve Ummet qencîkar

Cennetîyyû 'esîyan dê biçne nar.



Ummeta Ehmed nivîsî ehlê Nûr

Ummet-un muznîbet-un Rebb-ûn xafûr



Cumleê ehwalê 'alem bêş û kem

Wî nivîsî borî yû hişk bû qelem



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



Çûn îradet hate sultanê refî'

Çêkirî Adem bi vî şiklê bedî'



Emrî hate goşê Cibrîlê Emîn:

Qebde'ê bîne ji beyda'ê zemîn



Ew dilê erdê û hem hûsn û biha

Zîneta meknûn û dûrra bê biha



Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf

Çengekî axê ji wê qebra şerîf



Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr

Têkveda heta ku ew qenc bû xemîr



Bu wekî dûrra sipî wê se'atê

Xewte da der çûyibarê Cennetê



Emrê Cebraîl kirî paşê çûnan

Wê bi gîre der zemîn û asîman



Behr û berr û şerq û xerbê 'alemê

Hate gêran hêj ne behsa Ademê



Nê hezaran Salê çûne axîrî

Ew nebî bû Adem hîj av û herî



Paşî hingî xaliqê her sûretê

Çêkirî Adem bi destê qûdretê



Pif kirî ruhê xu ew bû nazenîn

Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn



Bû xezîne ew ji bo dûrra yetîm

Danîye pişta wî ew Nûra 'Ezîm



Paşê bir avête baxê Cennetê

Xeyrî darê jê bixwe j' her nî'metê



Sef bi sef westane pişta wî Melek

Nazirê Nûra Muhemmed ew Melek



Gotî Adem ew Melaîk bo çi her

Wî li pişta min dikin daîm nezer



Rebbê 'alem gotî Adem ey mûlî

Tu ji bo Nûra Muhemmed hamilî



Ew Hebîbê Min di pişta te zuhûr

Lew Melek têne temaşeyê ji dûr



Gotî Adem ey Xuda wendî felek

Min divêtin bêne pêş min ew Melek



Hem bi fermana Xuda wê se'atê

Nûr ji piştê hate nîva cebhetê



Hin dibêjin hate tilya şahidê

Lê heqîqet her dizanitin Xudê



Mislê rojê hatîye ew ca felek

Hem teheyyur Adem û hindî Melek



Gotî Adem ya Rebb ew Nûra qebûl

-Ma te tiştek? Gotî Eshabê Resûl



Gotî Adem: -Ya Îlahî qenc e bêt

Bête tilyan her çi maye, Min divêt



Nûra bû-Bekir di wastayê 'Umer

D' bunser û 'Usman di xunser musteqer



Hate îbhamê dibên nûra 'Elî

Şu'lê da tilyan û Cennet muncelî



Hatî Hewwa û nezer da nûrî saf

Gotî: - Ya Adem çi nûre pir şefaf ?



Gotî Nûra yek Nebî yê mezin e

Seyyîd û hem serwerê nesla min e



Çûnkî bê emrê ji Adem bû zîhar

Nûr ji enyê hate piştê bû sitar



Nê ji darê xwarin herdu kan şîrîn

Hûlle ê Cennet ji bejnê da firîn



Îhbîtû mînha cemî'en hate emr

Adema dî pêkve lakîn bi sebir



Der „Seren" dîbê bi erdê ket girî

Çend salan rohnîkê wî bûne herî



Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat

Çûn di erdê da û pa û mayi mat



Pir girî û xweş girî bê hed gelek

Newhe ê „înna zelemna" çû felek



Rojekê ew der sûcudê bê mefer

Pir girî û hem li erşê kir nezer



Dît nivîsî „La îlahe-îlellah

Ba Muhemmed ba Resûlellahê Şah



Got: - bi heqqê an Muhemmed key, te, neqş

Wî kirî ba Îsmê Xu ber saqî 'erş



Tu bi xufranê min ê bêçare, ah.

Hate Cebraîl li ba emrê Îlah



Ser hilîne Adema 'Efwa Celîl

Bo te hat û rabe ey zîba cemîl,



Hurmeta navê Muhemmed an Resûl

Tewbeya te bû qebûl û her qebûl.



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



Çûn ji Adem nûra Ehmed bû cûda

Hate puşta Şîsê burhan-ul hûda



Hate eslabê bûtûnî tahir e

Qet nebû yek jî, xerab û facir e



Fewqê 'Ednan ta ji Adem îxtîlaf

Tê heye lew bî tîfaq e ev mesaf



Jêrî Ednan ta ji 'Ebdullah guhest

Bîst û yek babin, hemî rast û durust



Hin yekî ‘Ednan û Me'd û hem Nezar

Mudr û Îlyas in bizan ey goşîdar



Mudrîke paşê Xûzeyme taze 'eyş

Hem Kenen e paşê Nedr e bû Qureyş



Malîk û hem Fehr û Xalîb hem Lûwey

Ke'b û Mûrre hem Kîlab û hem Qusey



Hem ji puşta wî Quseyyê pak û saf

Ew emanet hate nik 'Ebdûlmenaf



Hem ji nik 'Ebdulmenaf ew muxtefî

Hate pişta Haşim ew Nûra sefî



Hem ji Haşim bû emenet munqelib

Hate bû mêhvanê 'Ebdulmuttelib



Sîlsîla wî ta bi Adem da û bab

Pêkve di biçne bihîştê bê hîsab



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat



Hem ji Abdûlmuttelîb bû hamîle

Fatîme hem mûdde teş bû kamîle



Ji bo Abdullah bi hûkmê sabîqe

Nûra Ehmed der cebîneş barîqe



Mazharê nûrâ Mûhemmed hatî ew

Pâk û nûranî mûeyyed hate ew



Girtî xwinê cûbbe ê yehya çûnar

Wê demê bû yek şehîdê bê şûwar



Hişkê bû ew xwinê birin rûzîgâr

Tâ wûcudê Abdullahê namîdâr



Taze bû ew xwin û mercân bune rêz

Rahibân got ay û way exbarê nêz



Wextê rabit Ehmedê alî alem

Nasixê tewrat û încil û sanem



Hat xudanê seyf û Qur’ana mûbîn

Xwinê Yehya bû nîşana wî yeqîn



Lêk vegeryan hem sûal û hem cewab

Way û weylê kefte nav ehlê kîtab



Wan yeqî kir Abdullah hate wucûd

Ba’adawet qast kirin qetla wî zûd



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



Ehlê kizb û ehlê zûr û îftira

Çendî carân hatine um-mûl qura



Abdullah der hivzê sultanê wedûd

Nûra Ehmed dafi’ê şerrê yehûd



Abdullah mezin bu ba nâz û delal

Canê Abdûlmuttalib ew meh û sal



Xweş divê babê azîzê maderê

Rohnîya malê û zîba esmerê



Şikl û sîma mislê bedrâ asîman

Nazik û ranâ û nûra xanedan



Dîlber û mehbûb û şîrîn wek şeker

Herkesî ew dî û dil lê bu duker



Dohtî çâkanî kureyş û hem ereb

Muntezir bun pêkwe bo wî roz û şeb



Her yekî hîvî dikir ew bit qebûl

Ba yekî wî qet neda meylâ wusul



Bu di aza ew ji fikrî în û an

Yumnî nûra Ehmedî bûba sîban



Rojekî wî gote babê ey emîr

Saeta ez biçme betha û sebîr



Min ji piştê tê te der nûrek mezin

Radibitê ser serê min ew ji min



Ez di bînim minqasim bu ew duker

Yek di şerqê yek di xerbê çuye der



Tête vehcespân û çapûk bide reng

Tête ser yek mislê ewrê taze reng



Ez dibînim asîman buye dû şeq

Radibit ew nurê ta bi heft tebeq



Tête veh-fil- halî zanalî maqam

Ez dibînim tête piştamin temam



Seata rûnim li ser mehda zemîn

Min acaîp tête pêşmin aferîn



Hem ji erdê tête semê ev kelam

Wî digelte Ehmed wes-selam



Her çi darê hişkê ez çume binî

Bu hîşîn kesk ji bekan pir xenî



Bû sî û sewan li ser min nagîhan

Ez ku çum bu hişk û bê belk û xûsan



Ew remz û hale babo bêje min

Gote babî rohnîya çavê di min



Çavê min mizgîn l ite ey nazenîn

Dê ji te zahir bitin şahê emîn



Hêvîya min wasiqe Dê radibîtin

Ekrêmê alem ji te peyda bitin



Eşrefê mexlûk û siltanê cîhan

Dê ji te zahir bîtin bê şik bi zan



Min dîye der xewab û mame mûntezer

Ehmed ji pişta teye canê peder



Çûnkî Ebdillahê rabû pâkî zat

Xweş li qetla wî cihûdan kir xebat



Rahib û ehbar û hem ehlê kîtab

Ji agirê kerbê hemî bune kebab



Hatine heftê cihûd ez milkê şam

Taze beyat best û ehd dane temam



Cengî û merdê dila wer şûreger

Pêkve xwarin sund û bestên taze şer



Ta neêtê kuştin ew zîba heram

Yek ji me naêtê ax û milkê şam



Rahê sehra girt ewanê kîne dûz

Mislê kûndê her bi şev çune birûz



Zû gihîştin çune dorâ mekkihê

Ketne bestan mislê ava bin kehê



Da bibîn kengî dê bêtin firsatê

Newbedar ketne kenarê heyşetê



Rojekî wan di bi çolêde meşî

Talibê neçîr û ahûyê xweşî



Wan ku di raburî Evdillah çunan

Ba tenê tenha bi çolêde rewan



Firseta xwe dîn û rabun şûr û hesin

Çun di payde mislê gûrê dev bi xwîn



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



Hem di wê rojê li sedyê bu weheb

Yanî babê Emîna alî neseb



Çun seda hat û weheb lê kir nezer

Hate Evdillahê qewmê xwînceger



Refde gûrkek hate berxê newciwan

Lê belê hişyare lê zîba şivan



Nagîhan fikrî weheb di ji asîman

Hate xwarê leşgerê rewhanîyan



Xeybeyanê keksê puşî gulîzar

Hatin û jêk rakirin ew tar û mar



Terfetûl eynê cihûd berbat kirin

Wan ji iqlîmê cîhan winda kirin



Seata sirrê ji xeybê dî weheb

Maye heyran û fe maye der eceb



Çun ji Evdillahê dît ew sir û hal

Xweş li lewhê dil nivîsî ev xeyal



Ger qebul ket min daye wî Emîna

Pak û masûmê hebîb û mûqîma



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



Paşî wê sirra azîm û nûr û tab

Nazîlê qelbê weheb bu îttirab



Çapûk û çespan vegerya hate mal

Wî hîkayet got ji bo mala xwe hal



Hem hîkayet ji bo zewcê weheb

Hem keramet hem ji cenga bûl-eceb



Gote zewce qence qasit bî ji min

Rabî bî çî xanedana der mezin



Bêje Evdilmittalîb min Emîna

Wê li nîk zîba afîfa mûqîna



Gotî Evdillah bi bitin ew qebûl

Temşîyet dê bit û çê bît usûl



Nazik û sîma xweş dîlber ewe

Layiqê wî babê ta wî her ewe



Hatî Evdîlmûttalîb kir ba xeber

Hem di Evdillahi hûbbê kir eser



Gotî dayê rabe ey zîba xîsal

Zewceyê bo min bi xwaze bes delal



Ba cemal û ba kemal û ba edeb

Xweş eda şîrîn lîqa alî neseb



Zu di rabu Fatîma dil şadî man

Mazirê ber suretê gûlçehre kan



Pir şepal û gûl rixanê taze eyş

Sakînanê perdeyê alê qûreyş



Dil newa û pêkve naz û qende leb

Kes nedî şîrîntir ez binta weheb



Emîna gûl bu di gûlzarê cemal

Hûsnî û bê hed qad û qamet ittîdâl



Dê çi bêjim ez cemal û marîfet

Walidê Ehmed bese her ew sifet



Fatîma dît û vegerya da mina

Gote Evdillahê behsê Emîna



Mislê wê nebûn şepal û nazenîn

Nê di dînyê ne di firdewsa berîn



Carîdî çu dît û ew nazik nîhal

Lê vegera babetin herdû heval



Hate Evdilmuttalîb rakir ji mal

Çun ji babê xwestin ew ranâ şepal



Weqîyek zîv û weqîyek zeheb

Sed şitûr sed pez e wî dane weheb



Sed beqer cûmle ciwan û samîne

Bu hinarên pêkve nexta Emîne



Hate Evdilmuttalîb vê seatê

Kir tedarîk kar û barê dawetê



Çêkirin zâd û teamam bil-eceb

Hem qureyşî xwendin û hindî ereb



Emîna xemlê ji rengê gûlşenê

Zend û bazin rêştine ji rengê hinê



Xweş newa û xweş eda hatin ereb

Cuma bu ew şeb nehê mahê receb



Wê şevê anîn nîkah û aqdê best

Bûk û zava mane şerbet dane dest



Der Mekkê meşhûrî bu ev gotina

Evdillah zavaye bûke Emîna





Hesret û kerbî hemî berbat kirin

Wê şevê sed jin temamî jê mirin



Bû û zava herdû çune xelwetê

Şahîyane kefte baxê cennetê



Zu di ridwanê vekir babê cinan

Daketin dergehê nîran nagîhan



Hur û xîlman û çem û teyr û nebat

Hatine hemd û senayê xweş lûxat



Ez demê can bexşî cîbrîlê emîn

Mijde da ehlê semawat û zemîn



Rabê mizgînî bibe ji mexlûqan re

Ji asîman û erdê ta teht-es-sere



Xûlxulê peyde bu der heft asîman

Sewtê tesbîhê melek çu lamekan



Hate xwarê Cebraîl û mijde da

Keksê alâ yek li banê Kabê da



Mijde da mexlûqê ha ê behr û ber

Cûmle heywanetan zanî ev xeber



Xweş nîda hat ez yesar û meymene

Nura Ehmed hatî çu nîk Emîne



Hatê nuranî şef-îl mûznîbîn

Hatê xeyr-ûn-nasê xetmûl mûrselîn



Wê şevê hindî sanem bun sernûgun

Textê İblîsê leîn buwa ji gun



Lew li ser suret revî teşbîhê mar

Hate gohê bo qûbeysê kir hewar



Zûryeta wî cûnle hatin bê newa

Ew çi hale bêje me wî gote wa



Lew li min çêbuye tirs û zelzele

Ba Muhemmed Emîna bu hamîle



Hatî dewra Ehmedî dewra me çu

Lat û İzza dê bikat bê av û ru



Yek j ime êdî nehiştin bit eyan

Wî li me rê girt çuna asîman



Ronîya herdu cîhan û millatan

Ummeta wî çêtirîne ummetan



Hate xwin rêzê cîhan qir seffaq

Em ji deste wî hemî dê bin helaq



Dê çi bit halê me û tedbîr û ray

Ay û way û ay û way û ay û way



Hem di sûbha wê şevê dewlet fûzun

Textê şahanê cîhan bun sernûgun



Bê tekelûm ma devê hindî milûk

Şah eger hakim eger mîrê bilûk



Emîne gote şeş meh çune ser

Min ji hemla xwe nedî qet yek eser



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



Paşî şeş meh gote min awazê xeyb

Min li te mizgîne Pakîze ceyb



Wî digel te xatemê peyxemberan

Nasixê herfa kîtab û defteran



Lê di xewnê de me dîtin bê eded

Enbîya û remz û nîşan û sened



Ewwela min dî ji min nurek diçit

Qesrê bûrsa min ji Eqsa wî didît



Mahî ewwel hatî Adem teyyîba

Kir selam û gote hemlê merheba



Mahî sanî hatî Şît ez meymene

Gote min mizgîn li te ya Emîne



Mahî rabi Nuh û Xamis Hud û hem

Hatine mizgînî da min ez kerem



Mahî sadis hatî İbrahîm Xelîl

Da min mizgînî ji wê hemlê celîl



Mahî sabi hatî İsmaîl zebîh

Mijde bexşî min ji wî hemlê melîh



Mahê samin hatî Mûsa ba wefa

İbşîrêya Emîne bil Mistefa



Mahê tasi hatî îsa ji asîman

Mijde da min hatî siltanê cîhan



Ew ku şeş meh çun ji hemlê mûnqelîb

Gote Evdillahê Evdilmuttalîb



Ba ticaret dê biçita semtê şam

Der Medîne bar bikî temr û team



Wê demê dê Emîna godek bibê

Yek ziyafet lazime dawet bibê



Evdillah an meh û ruwê gûlîzar

Der Medînê şerbeta mergê wexwar



Emrê Evdillahê bîst û pênc û sal

Burî û kir ji wê dinya îrtîhal



Çun ji Evdilmuttalîb ew waqîe

Herdu çavê Emîna bun damîe



Esmerê min ma ji xelkê karîwan

Hatine pey dane ew ruh û rewan



Kan habîbê min dilê min bu dûnîm

Ax û hesret godekê min ma yetîm



Dar û ber bo wî girîn wê seatê

Av û ronîk nedînê qet mûhletê



Hem melek rabûn û gotin ya kerîm

Nê hebîbê te Mihemmed ma yetîm



Malikê milkê ezîm da ew cewab

Çêtirim bo wî ji xeyra dê û bab



Ey xwedawendanê aqlê mûsteqîm

Kes nizanit qiymete dûra yetîm



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



Ez rebî-ûl ewwela şeb ruşene

Heştê şev burîn li helmê Emîne



Ya nehê zail jbu ji tirs û xena

Ya dehê bu mijdedar xîf û mîna



Yanzde hem bu xûlxûl û awaz û hem

Zimzima tesbîh û hindî der herem



Diwanzde hem hil bu şemala dewletê

Emîna mabu tenê der xelwetê



Wê şevê der Kabê Evdilmuttalîb

Mabu bo tamîra erdê mûxelîb



Emîna got mam bi tenî bê mêr û jin

Ez demek tirsam û lerze hat emin



Min dî xanî ronî bu xayet belê

Çarî jin hatin ji riknê menzelê



Ba cemal û hisn û nuranî qemer

Hûlleyê istebreq û sûndûs li ber



Leleha têr ew ji ava kewserê

Zûlfîha sed tena dane enberê



Bejn û bala ser û sîmayê şefaf

Min şibhandin tuxmeyê Evdilmenaf



Yek li destê rastê hat û yek li çep

Yek li pişt û yek li pêş min ba edeb



Ew kî bun Hewa û Sara Asîye

Yek li pêş min Meryema îmranî ye



Meryemê hisn û melahat zêde bu

Palveda bu ew ji bo min tekye bu



Nagîhan bu zimzim û tesbîh û deng

Ba lûxathayê muxtelîf reng û reng



Rast û çep min di kewakip têk firin

Qafê ta qafê cîhan bu enwerîn



Pêkve dinya min dî buye qûrsê nur

Meşriq û mexrib didîtin min ji dur



Keskê alâ yek di xerbêda me dî

Yek li şerqê yek li banê Kabê dî



Emrê Cebraîl kirî mîrê mezin

Mijde da ehlê semawat û zemîn



Daketin dergahê nîran bê guman

Şahîyane hur û wîldanê cinan



Xûlxûlûn horî di qasrê cennetê

Kî dizanit kar û barê qudretê



Hatî Cebraîl melaîk fewce fewc

Çar kenarê mekkehê bune mewce mewc



Nagîhan ez tîhnî bum wê seatê

Min dî da destê min tasek şerbetê



Sipî û wek şîr şêrîn wek esel

Nê ji wê şî û esel bune mesel



Min wexwar û tîhnî çu filhal ji min

Teyrekî sipî hat û per malî di min



Wê demê min bu Mihemmed Mistefa

Nura can û madena sidq û sefa



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



Cûmle zeretê cîhan da ev nîda

Kirne gazî pêkve gotin merheba



Merheba ey sirrê furqan merheba

Merheba ey derdê derman merheba



Merheba ey canê baqî merheba

Merheba ey işşaqî saqî merheba



Merheba ey alî siltan merheba

Merheba ey kanê îrfan merheba



Merheba ey şemsê taban merheba

Merheba ey canî canan merheba



Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl

Merheba ey xasê mehbûbê celîl



Merheba ey rehmeten-lil-alemîn

Merheba ente şefî-ûl mûznîbîn



Merheba ey afîtabê bê zewal

Merheba ey mahê tabê lâyezal



Merheba ey bûlbûlê baxê wîsal

Merheba ey eşînayê zûl-celal



Merheba ey nurî xurşîdê xweda

Merheba ey tû ji heq nabî cuda



Merheba matlubê alem her tû wî

Merheba ewlâdê Haşem her tû wî



Merheba ey nura heq ra mazharî

Merheba ey ewlîyan ra serwerî



Merheba hatî şivanê ûmmetê

Merheba hat bo me nura dewletê



Merheba ey bedrê alem ya mûnîr

Merheba ey xelkê girtî destegîr



Merheba siltanê cûmle enbîya

Merheba ey nurê çeşmê esfîya



Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat



02.09.2013 22:38 | bayesar

2. merhaba ey canê can merhaba... hindik ma ku mewlid biqede em ji têra dilê xwe goşt,mişmiş,şekir,loqiman bixwin.



02.09.2013 23:01 | tivirloismail

3. ez bawer im ya ku cem me tê xwendin jî ev a li jor e.

lê kengê nav ev mewlûd were xwendin, nav civatê hinek kes teqez espriya ku henekê xwe bi vê melûdê tîne, dike.

niha tam nayê bîra min lê beşek jê wisa bû, ev qas tê bîra min:



"... zeytûnek bîne taşTê bixwe

nîvî bixwe, nîvî bide birê xwe"



03.09.2013 14:45 | simurg56

4. min mêze kir ya ewil pirr hat hezkirin* min got ez yekê din jî copy-paste bikim.ev mewlûda seydayê tirêj e.navê wê jî mewlûda pêxember e.ev jî hinek dirêj e welle.xwazî qisurê binêrin xwazî nenêrin...



fermo:







Mewlûda pêxember







Bi navê xudanê cîhan û felek



Xudanê hemî ins û cin û melek







Xudanê hemî murx û hov û teba



Xudanê meh û sal û roj û şeba







Yeke tim heye dê hebit her Xuda



Ne hinkûf û ne hember ne bav û ne da







Ne laş û ne ten, hem ne pê û ne çeng



Ne nîşan û ne çehr û kilîş û ne reng







Ne xwîn û ne agir ne ax û ne av



Ne roj û ne heyve, ne sî û ne tav







Ne sor û ne gewre ne kesk û ne şîn



Ne 'ewr û ne ba ye, ne misk û ne bîn







Li her cî dijî wî ne razan û xew



Ko herdem şiyar e, bi roj û bi şew







Çi pesnî bidim em ji wî re xelet



Çi rengî bidin wî ne ew reng e qet







Ji bo ademîzad weha mijde da



Bi zarê xwe î xweş we gotî: Xuda







Ne pêjin di rengê mi de merî



Binêre li tiştê ko min çêkirî







Xuda çêkirî asîmanê bilind



Sitêr kirne jê re wekî mûm û find







Hinek nalivin hin bi dewran û ger



Belavin ji hev hin li bin hin li ser







Ko ev heyv û roj tim ji rengê kelek



Li pê hev rewan in, di çerxa felek







Çi dûr û cidane gelek ew ji hev



Ji rojê re ro lê ji heyvê re şev







Ko her yek di şopa xwe de tê û diçî



Bi emrê Xuda tim diyek rê û cî







Cîhana mezin wî kire aferîn



Digel deşt û zozan li xakî zemîn







Şet û behre û gol û çi derya hemî



Ko tê û diçin tê de geşt û gemî







Ber û çol û koh û çiyayêd bilind



Weharenge şehr û çi bajar û gund







Rez û bax û mêrg û çi dehl û devî



Çem û cok û kanî newel û zevî







Ji bo ademîzad hemî çêkirî



Weharenge tacek ji hiş da serî







Xuda daye wî heybetek pir giran



Kirî serwerê mirx û hov û teban







Xuda daye wî ne'metin bê jimar



Digel hiş û tevdîr bi ziman û zar







Pêximber gelek rakirin wî ji wan



Ko rêça durist xweş bidin ber ewan







Gelek rakirin lê neşim ez bibêm



Lê çendan dê bêjim, bi kurtî û kêm







Nebî Nûh û Idrîs û Salih û Hûd



Nebî bûn li ser nejdê e'ad û semûd







Û Dawûd û Mûsa û 'îsa ji nûr



Bi Tewrat û Incîl we hem jî Zibûr







Hemî rakirin bo nejadê cîhan



Ko parêz bikin wan ji kufr û şeran







Ji bo ademîzad bibin rêber e



Bi zatê Xudê ew bikin bawer e.







Di qada hucazê ji nêv miletan



Xuda rakirî yek di dewra cîhan







Bi navê Mûhemmed bi zarê 'ereb



Kurê 'ebdillahê 'ebdil Muttelib







Weharenge Haşim û 'ebdil Menaf



Ko kalên di wî ne bi deng û bi nav







Lê bavê di bîst û yekî ew merî



Birahîm Xelîl e kurê Azerî







Diya wî bi navê Emîna Weheb



Ji tuxmê Qureyş in bi nav û neseb







Di roja duşembê duwazdê mehê



Rebî'a pêşîn ew li der Mekehê







Li xakê Hucazê ko ew nazenîn



Bi mizgîn ko ew hatiye der zemîn







Gelek hêvîdar im ji te ey Xuda



Bi heqê wî Pêxemberê ko te da







Bi heqê heval û hemî dost û yar



Digel min tu îro bibî alîkar







Heta ez ko çêkim evê Mewlidê



Di rêça te de, ez bikim vê kedê







Eger ne'b te be himmet û alîkar



Nikarin tu tiştî bikim ez tucar







Nemaze ko firset me nîne gelek



Ji xeşm û neyarî û zulma felek







Li dorê ko 'alem bigêrin civat



Li navê Mûhemmed bikin esselat.







Pêximber dema hate qada cîhan



Ewî dî ko 'alem di kufrek giran







Ne hîn û ne 'ilm û ne xam û qelem



Ne ol û ne dîn tev bi lat û senem







Hinek file hin jî cihû hin mecûs



'Eşîrêd giran Xezrec û Tey û Eûs







Qûreyîş û 'Ebada Rebî' û Muder



Ko herdem digel hev bi ceng û bi şer







Temîm û Hewazin bi gurz û bi şuyr



Xûza'e û Haşim bi bend û 'eşîr







Reş û tariyê girtiye ser cîhan



Nezan û xeşîm û hejar û xizan







Dema ko 'emir bûye çil sal temam



Li Mekê ew pêximberê xas û 'am







Di nîva şikefta Herra ya nemir



Mûhemmed nimêj û 'îbadet dikir







Ji nişka ve dîbû şikevta Herra



Hemî bûye rohnî ji mûm û çira







Li ser destê Cibrîl wehî jê re hat



Bi emrê Xuda roj li dunyê hilat







Bi lez rabû serxwe ewî mujde da



Bi dengê bilind wî bi navê Xuda







Bi dengê xwe bankir miletan temam



Ne ko bes 'ereb lê hemî xas û 'am







Çi Rom û çi Firs û çi Tirk û Teter



Çi Kurd û Ecem jî çi Hind û Qecer







Ko bawer bikin tev bi dînê temîz



Çi mêr û çi jin hem çi xort û çi qîz







Ji mezna kesê ko kirî bawerî



Berî herkesî bû Ebû bekirî







Ji pişka biçûkan bû Elyê mezin



Xedîce berî her keç û pîrejin







Weharenge Telhet û Se'ed û Se'îd



Zibêrê Ewam hem jî Hemza 'egîd







Eusmanê comerd û îmamê Eumer



Bi dîn re tebabûn ko bê ceng û şer







Eubêdê Verrah û kurrê Euf bizan



Tebabûn digel bê şek û bê guman







Li bin dara xurma ko wan her dehan



Bi sûnd û bi soz û bi dil û bi can







Înan bawerî wan bi Pêximberî



Mûhemmed ji bo xwe kirin serwerî







Ko rabin ji bo dîn bikin ew xebat



Li navê Mûhemmed bikin esselat.







Destpêka olperestiyê







Serokê cîhan bîrwer û haştîxwaz



Şahinşahê 'alem li textê Hûcaz







Rêzanê bilind rêberê ol û dîn



Mamostayê zana li xakî zemîn







Dema hate meydan şehê namîdar



Digel wî 'Elî ko bi dest Zulfeqar







Li dorê hemî dost û yar û heval



Bi wî re tebabûn bi can û bi mal







Îşaret dikir wî bi destê temîz



Gerîn lêv û dev xweş bi bendên hedîs







Weharenge Pêximberê dilmezin



Go: ey alê Mekê çi mêr û çi jin







Werin guh bidêrin li peyvên Xuda



Gelek mîr û paşa çi jar û geda







Civîne li dorê ji tuxmê 'ereb



Ji benda Ebû Cehl û bavê Leheb







Go: mizgîn didim we gelî mehrevan



Xuda şandime ez li qada cîhan







Baweryê bikin ez ko Pêximber im



Ji ola Xuda re bixwe rêber im







Bi zatê Xwedê hûn bikin bawerî



Bi min jî înan bin bi Pêximberî







Go: mizgîn bidim we, b' buhişta nemir



Azad bin ji dojê çi hûr û çi gir







Yê bawer nekî ew bi van gotinan



Mexabin dê ew bî gelek poşiman







Go: ev pût û lat û 'uzza û senem



Ji wer fêde nakî bi qend yek derem







Betal in ji bin ev kilîşêd kevir



Hemî mane xayiz kesên ko li wir







Wê gavê Ebû Cahilê har û dîn



Berî da Mûhemmed bi kerb û bi kîn







Bi fort û gefa geh bi ceng û bi şer



Bi peyvên ne xweş tev sixêf û xeber







Wisa jê re gotî neyarê Xuda:



Kî ey sêwiyê pir feqîr û geda







Go:sûndê dixwim ez bi heblê mezzin



Bi lat û bi 'uzza bi ola kevin







Tu carek dî rabî bi vê bangehê



Fermana te rakim ji vê Mekehê







Pêximber dima mest, demek pojinî



Lê paşê li rû wî nezanî kenî







Di pê re ewî dest bi jor hilveda



Bi peyvên di şêrîn di go:ey Xuda







Tu parêz bike miletêm her demî



Ji ber ko nezan û xeşîm in hemî







Ko dîn rohniya xwe bidî ser welat



Li navê Mûhemmed bikin esselat.







Baweriya gelek kesan bi olê







Di weqta Xuda ev cîhan afirand



Teb û mirx û hov û meriv tê'd civand







Hiyam û dem û dewr û çerx û felek



Çi derya û gol tev bi geşt û kelek







Ko ev tav û 'ewr û ev birq û ba



Û ev roj û hîv û surra der siba







Ko her yek dikî kar ew di şopa Xweda



Bi dor digerin tev bi emrê Xuda







Eger ko neba ev nîzam û hîsab



Cîhan dê bima tim wêran û xerab







Weharenge Pêximberêd rêçenas



Ne bûna rêber ew ji bo 'am û xas







Xweşî ne'd ketî der cîhanê tucar



Wê her dem bimaya di dest koledar







Ji rengê Ebû Cahil û Bû Leheb



Ji zengîn û hem xanedanêd 'ereb







Pêximber di weqta ko deng da cûhan



Bi wehî û bi pend hem bi nutq û beyan







Ji dûr û ji nêzîk li dor bûn xelek



Înan bawerî pê ji wana gelek







Ko Selmanê Faris ji tuxmê Ecem



Bi olê tebabû ji dûr hate cem







Umar ew ji Sûdan Sehîbî ji Rom



Bi dîn re tebabû li dor bûne kom







Ji şehrê Mekê ew Bilalê Hebeş



Ko ol eşkera kir bi wî dengê xweş







Dibê carekê yek meriv hate cem



Bi dest girt û lerzî ji ser ta qedem







Ji nişka ve rabû şehê dil mezin



Go:ey dost û yar û hevalên di min







Ne Kesra me îro ne jî Qeyser im



Ne xaqan û şah im ne jî begler im







Bi reng û qelafet ne j' we zêde me



Merivkî Xuda me yekî wek we me







Çi tiştê dibêjim ji wer yek bi yek



Hemî wehî û peyvên Xudayê felek







Pêximber dema ko wisa wî di got



Dil û cerg û mêlak ji wan tev di sot







Ji wê rojê pêve ko xelk bir bi bir



Bi dîn re tebabûn çi hûr û çi gir







Ze'îmên 'ereb pir li wan xweş nehat



Ko rojek ji rojan li hev bûn civat







Ko şêwra xwe danîn bi kerb û bi kîn



Bi kuştna Mûhemmed hemî axivîn







Hemî ew ko rabin bi ceng û bi şer



Ji Mekê hevalên di wî bikne der







Pêximber dema ko bihîst ev xeber



Mexabin gelek ma bi ax û keder







Gelek pojinî wê şevê dil bi xem



Ji nişka ve cibrîl ji jor hate cem







Silav lê kir û rûdinişt û kenî



Paşê jê re got: xem mexwe ezbenî







Metirs emebe dil bi xem tu tucar



Ji ber ko Xuda her bi ter alîkar







Wê ola pir deng bidî der zemîn



Wê dînê te bihjê heya Hind û Çîn







De rabe xwe karke tu ey Ehmed



Bi bala kevin da biçin nêk Xuda







De fermo ey pêximberê umetê



Bi kêf û xweşî da biçin hedretê







Ji balayê jorîn ko ev mijde hat



Li navê Mûhemmed bikin esselat.







Çûna wî li nêk Xuda







Ko Cibrîl dema gote wî ev suxwen



Pêximber helestî piya dev bi ken







Bi şahî berê xwe dida meqsedê



Heta ko bi çavan bibînit Xwedê







Ko Cibrîl digel wî tebabû bi şeb



Di roja dişem bîst û heftê receb







Ji şehrê Mekê ta bi Qudsê meşîn



Ji mizgefta Eqsa bi jor hilkişîn







Ji ser hîmê Yezdan bi bala ketin



Bi dergahê heq ew gihan ne'b çetin







Ko dengek dihatî ji nêk hezretê



Go: fermo ey Pêximberê ummetê







Pêlava xwe tenha ji pê der meke



Bi pêlava xwe 'erşêm tu pîroz bike







Eya pendegîr ko ji xwer guh bidêr



Li meznahiya wî tu carek binêr







Di weqta ko Mûsa li ser wê riyê



Di dî agirek wî li hêla çiyê







Çi pêtek bi şewq bû xuya bû ji dûr



Li jorê newalê li ser kohê Tûr







Li ba ket berî da çiyê wî merî



Ko bîne ji xwer hin ji wî agirî







Xuda bankirê go: linêk xwe bimîn



Newalapîroz e pêlava xwe dîn







Pêlava xwe Mûsa ji pê kir cida



Bi xwasî meşî bû huzûra Xuda







Binêre çi ferqek pir e ey bira



Bi meznahiya wî ji Pêximbera







Dema der vekir wî bi navê Xuda



Ji hêla newar pertewê hilveda







Xwe windakir û ew demek maye mest



Lê paşê li hember Xuda dest dibest







Vewesta li hember û ling kirne cot



Bi peyvên di şêrîn Pêximber digot







Selavêm bi pîroz li te ey Xuda



Bi vî rengî Yezdan li wî ho veda







Selavêm li te rêberê ola genc



Ewî go:li min û mirovên diqenc







Furuştan şehadet di dan hedretê



Nimêj nuh Xwedê ferkirî l' umetê







Dema şul temam bû, şehê namîdar



Li ser baskê Cibrîl ji jor hate xwar







Ji bala dema daketî Mekehê



Dî ko hê jî germe cihê xewgehê







Dema roj bi derket bi tîrêj û rav



Li çar goşê dunya kirî şewq û tav







Pêximber bi çûnê kirî deng û bas



Xelkê tev bihîstin hemî 'am û xas







Jin û mêr bi carek bi balêv meşîn



Ehlê Mekehê tev bi ser hilweşîn







Çi yar û heval bê jimar û hîsab



Çi gawir çi bawerker û dilxerab







Ko yekser bi carek li wî bûn civat



Ji nêv wan ebû Cahilê bê xelat







Go:şerm û fehêt ke bese ey sehar



Tu çawa bi jor ket çilo hate xwar







Go:bi emrê Xuda ez bi bala ketim



Li ser baskê Cibrîl ji jor daketim







Ebû Cahilî go eger rast dibê



Li rêça di Qudsê çi dî wê şebê







Pêximber digo: karewanekî mezin



Li rê bû ne ser jê xuyabû ne bin







Bi ser bar û bin bar hemî ew şutur



Sibê rojhilat dê xuyakin ji vir







Hevalên di wî bawerî pê kirîn



Heçî gawir û dilxerab pê kenîn







Wê gavê pêxember helestî piyan



Wî bendek ji Qur'an di xwendî li wan







Kesê ko ola xwe ew bête der



Xwedê wê hinek fêris û cengewer







Dê ew bêne ser we bi şerkî giran



Mirovin 'egîd û gelek pehlewan







Linêk pakî Yezdan giranqîmet in



Li wan nîne tirs û Xwedî heybet in







Ji wê ayetê hemî ketne hev



Dixwestin bizanin gelo kîne ev







Îşaret dikir ber bi selman ewî



Go: ev yek ji wane we alên di wî







Ji va gotinan hem ji wê ayetê



Gawir dilxerab tev ketin heybetê







Ji hev ew bi carek dibûn tar û mar



Tenê man li wir bes heval hem jî yar







Ko sehwa Pêximber bi ser wan dihat



Li navê Mûhemmed bikin esselat.







Derketina Pêximber û



hevalên xwe ji Mekehê








Welatê Hucazê dibû hilekan



Mekeh bûye gog ew di hol û şegan







Musilman û gawir cidabûn ji hev



Bi kîn û bi azar ko aryane pev







Mexabin ko wan gawirên dînbetal



Gelek zor didan Ehmed p hem heval







Li dora pêximber civîn dost û yar



Ko çara me îdî nema ji dest neyar







Pêximber ko şêwrek giran wî dibest



Digel dost û yarên xwe yî olperest







Ji Mekê biçin ew bi Mûhacirî



Bi vî rengî şiwra hema çû serî







Hevalên di wî derketin ew bi meş



Ji Mekê berî dan welatê Hebeş







Necaşî ewî padîşahê mezin



Bi cîkirne ew derketî mêr û jin







Di pê wan re pêximber û hem heval



Ji Mekê hemî derketin koçemal







Bi emrê Xuda derketin ew piling



Berî dane şehrê Medîna çeleng







Ko karwan xuyakir li ser wê riyê



Jin û mêr hemî derketin pêşiyê







Pêximber û yar tev kirin wan selav



Ko himbêz kirin hev wekî law û bav







Bi yek deng û zarî digotin keçan:



Bixêr hatî ey padîşahê zeman







Ko heyva cîhan e tu ey şah û ser



Ji ruknê yemanî li me daye der







Sezaye li me em bikin xidmetê



Bi emrê te Pêximberê ummetê







Ji ber ko tu hatî bi emrê Xuda



Di rêça te de em bikin canfida







Ew naga Pêximber li wê tim siwar



Li dorê civîbûn meriv bê jimar







Ji hawêr meriv pir dihatin gelek



Li dora nagê wan dikirne xelek







Li hefsarê nagê gelek dest pelîn



Heya deng ji wan çûye jorê zemîn







Ji alî xwe ve her kesî ko dixwest



Bi mêvanya pêximberê olperest







Ji wan re dibûn çend meriv hoşemend



Weharenge gotin ewan ev du bend







Ko hefsar bi bestin li dora serî



Berî bidne bajêr bela ew herî







Li ber dergehê kê mexel hate ew



Mêvanê wî ye padîşahê bedew







Ewê 'alemê tev biya wan kirin



Berî dane nagê ji cih rakirin







Ew naga Mûhemmed bi xeml û xêz



Berî dane bajêr li dû bûne rêz







Pêximber li wêna siwar hem digel



Li ber dergehê Bû Eyûb kir mexel







Dibû kêf û şahî li mala mezin



Tijî bûye hundir ji mêr û ji jin







Bi dîna Pêximber gelek şadibûn



Hinek rûdiniştin û hin radibûn







Ji ber 'alemê mal tijî tim dima



Ji der û ji hundir tu rê tê nema







Pêximber bi zarê xweyî pir temîz



Di peyvî ji benda Qur'an û hedîs







Ko bavê Eyûb pir gelek berx û kar



Wî ser jêkirin çend şutur hem dewar







Weharenge tuxmê mih û hem jî pêz



Ji goşt û birincê mesef kirne rêz







Ji bona Mûhemmed wî ev nan dida



Şehrî derketî ketne xêra Xuda







Di pêre Pêximber ewî mal bi mal



Belavkir li her malekê yek heval







Li bajarê Yesreb diman derketî



Li pey hev wehî ji nik Xuda daketî







Li ser destê cibrîl li gora demê



Li ser navê Pêximberê 'alemê







Ketin hîretê ew xwedî pût û lat



Li navê Mûhemmed vikin esselat.







Cenga Bedir







Li Yesreb diman ew du sala temam



Ko rojek ji rojan dihat yek piyam







Ko karwanekî pir giran tev şutur



Ji Şamê tê berê wî li hêla Bedir







Ko lokin hemî ew bi hejmar hezar



Digel karewan çil meriv kolejar







Digel kolejaran du mervên di xas



Bû Sifyan e yek yê di wî 'Emrê 'As



Ko ser bar û bin bar hemî dexil û dan



Ji sala ko ew sal bûha û giran







Sêsed kes Pêximber ko amade kir



Digel wan siwar bû, berî da Bedir







Kufara dema ko bihîstin piyam



Hezar kes ji Mekê siwar bûn temam







Li hinda Bedir tev gihiştîne hev



Ji toza siwara ko roj bûye şev







Şîhîn ketye hespa şûra da reqîn



Xuşîna rimma qade sor bû ji xwîn







Ko soz da hevala wî Pêximberî



Go:lêxin buhuşt hatiye ber derî







Li ser karewanî dibû ceng û şer



Ji xwînê meşîn ew mesîl û çeper







Demek pir ne çû leşkerê ol û dîn



Heftê kuştibûn yê ko mayî revîn







Kirin erxekê ew hemî laş û term



Pêximber gotarek bi hêdî û nerm







Dixwendî li wa kuştiyan û mirî



Go: tiştê xudayê me got bir serî







Xudayê we yê ji hîm û kevir



Çi tiştê ji wer go gelo ma çi kir







Yekî gote:ey rêberê 'alemî



Bikêre dipeyvî, mirîne hemî







Pêximber digotê: bi sûnda mezin



Bizane ji wan hûn ne guhdartir in







Pêximber û yara wekî mirxê baz



Berî dane ayesreb gelek serfiraz







Çi şahîk mezin ko bi ser wan ve hat



Li navê Mûhemmed bikin esselat.











Cenga Uhud







Ko bajarê Yesreb xweş û serfiraz



Cih û warê Pêximberê rêçenas







Dibû bingeha padîşahê cîhan



Dibû keşwer û payîtextê zeman







Di pê salekê re ji cenga Bedir



Bû Sifyan ji Mekê xwe amadekir







Digel sê hezar leşkerêd pêhlewan



Berî dane Yesreb, bi şerkî giran







Li Mekê meşîn lek bi lek bir bi bir



Daxwaza ewan heyf û tola Bedir







Berî dane Yesreb bi kerb û bi kîn



Tiyêd ceng û şer wek gurêd dev bi xwîn







Pêximber dema ko bihîst ev xeber



Ewî jî civandî hezar cengewer







Ji Yesreb meşîn bi xelîlî û def



Li çiyayê Uhud tev gihiştîne hev







Musulman û Gawir bi hev ariyan



Dibû şer di nêv wan newal û çiyan







Ko dijmin ji ber leşkerê ol û dîn



Şikestin bi carek hemî tev revîn







Di dîtin ji derbê di wan pir cefa



Ji ber wan neyar tevketin berqefa







Mexabin Musilam bi mal daketin



Sîpahên di wan tev ji ber hev ketin







Ji nû ve neyar tev li wan zîvirîn



Wê gavê Musilman ji ber wan revîn







Nema kes di şer de ewê se'etê



Revîn bil ji Pêximberê ummetê







Hevalên di wî pir ji wî bûne dûr



Di hatine wî pir rim û gurz û şûr







Pêximber ketî erxekê bêguman



Şikandin neyaran ji wî çend diran







Pêximber gelek nav di wana dida



Digo: ey Musilman û ehlêd Xuda







Metirsin ji cenga neyar hûn hemî



Vegeryan kirin cengeke Rustemî







Pêximber digel dost û yar û heval



Ji cenga Uhud tev vegeryane mal







Li Yesreb Musilman hemî bûn civat



Li navê Mûhemmed bikin esselat























Cenga Xundeq







Ko pênc sal temam bû ji wê hicretê



Neyarêd Xuda tev ketin heybetê







Ji Necdê heya dergehê Mekehê



Ji her êl û Nejid û 'eşîr û rehê







Ze'îmên di wan tev li hevdû gerîn



Li mala Ebû Cahilî tev civîn







Bi sûndê ko şêwra hema çû serî



Ko peyda bikin deh hezar leşkerî







Berî bidne Yesreb bi cerdek mezin



Bi koç û bi mal û bi qîz û bi jin







Pêximber dema ko bihîst ev piyam



Heval û hemî yar civandin temam







Rûniştin digel hev bi şêwrek giran



Xwe parêz bikin da ji cerda giran







Ko Selmanê Faris bixwe ew li bal



Pêximber ji wî ra digo: ey heval







Çi raya te ye ma ji vî leşkerî



Çi kin em. Ewî gote:Pêximberî







Di vê xundeqek rumkê kûr û fireh



Bikolin li dor Yesrebê asîgeh







Bi vî rengî em xweş dikarin bi wan



Bi parêz ne şehrê ji cerda giran







Weharenge fikra ewê Farisî



Ko çêtir didîtin ji ya her kesî







Bi şiwra di Selman gelek şadibûn



Li ser wê diman û hemî radibûn







Sibê ehlê Yesreb çi jin û çi mêr



Amade dibûn tev digel tevr û bêr







Pêximber bi wî destê nerm û temîz



Dikola berî her jin û mêr û qîz







Ko xundeq dikolan bi roj û şebê



Ji rengê xelek wan li dor Yesrebê







Xelaskirne xundeq ji her çar kenar



Di pêre digirtîne ser wan neyar







Digel deh hezar leşkerêd behlewan



Mexabin nikarin êrîş bikne wan







Tu hesp qet nikarin xwe çengkin ji ser



Ji ber xundeqê ew hemî man li der







Ko konê xwe danîn li dorê bi rêz



Diyarî hevûdû ketin herdû hêz







Dihatîne hevûdû bi tîr û kevan



Ko mehkê seraser wisa her diman







Musilman 'Emrê Uidê 'amirî



Ji gawir dikuştin di nîva şerî







Lê paşê 'icac û mûranek giran



Li wan radibû ew du roj û şevan







Hemî leşker û hem sîpahên neyar



Ji ber hev ketin tev dibûn tarûmar







Bû Sifyan û leşker ew cerda mezin



Şikestin vegeryane mal mêr û jin







Musilman zeman xwe li wana dihet



Li navê Mûhemed bikin esselat











Li hevhatina Hûdeybê







Bi yek salê piştî şerê Xundeqê



Pêximber xwe karkir digel bêreqê







Bi sîpah û leşker bi kar û bi bar



Digel yek hezar hem jî çarsed siwar







Berî daye Ke'bê lê Bekr û Qûrêş



Li hinda Hudeybê hemî ketne pêş







Bi rûbarê hevdû ketin rû bi rû



Di nav wan de çêbû gelek geftûgo







Musilman û Gawir li hev hatibûn



Ko deh sale dî ew nekin şer bi tûn







Lê soza xwe Gawir ne bir bû serî



Ji Xoza'iyan kuştibûn yek merî







Pêximber gelek azirî bû li ser



Civandî ewî deh hezar cengewer







Berî daye Mekê bi ceng û bi şer



Belê hilnetanîn kesî dest li ber







Bû Sifyan û 'Ebas tebabûn bi dîn



Ketin Mekehê bê şer û ceng û xwîn







Ko dîn eşkera bû, li mala Xuda



Li jorê meçîtê Bilal bang dida







Pêximber ko ew weqt û ew çax û dem



Şikandin hemî pût û lat û senem







Mekî şermîsar man li ber alê dîn



Li mizgeft û mala Xwedê tev civîn







Pêximber ji nişka bi ser wan ve hat



Teva ser tewandin li dor bûn civat







Pêximber digo: ey 'eşîra Qûrêş



Ji dest we medî pir cefa û dilêş







Go:çibkim ji we ez di vê se'etê



Ewab gote: Pêximberê ummetê







Birayê me ye hem tu lawê bira



Çi ferman û emrê te ye ser sera







Pêximber digo: û li rû wan kenî



Me azad kirin hûn hemî ezbenî







Mekeh ko vekir bû wî Pêximberî



Berî daye Xeyber digel leşkerî







Wî Xeyber vekir piştî cengek giran



Tu dijmin li hember Mûhemed neman







Cizîra 'ereb tev li ber wî vebû



Neman têde dijmin hemî berze bû







Ji derya Sipî ta tixûbê 'Ecem



Ji behra Xelîc ta Cizîra Qerem







Hemî ketye bin destê şahê cîhan



Ko al hate hildan li xan û seran







Ji Xeyber vegerya şehê haştîxwaz



Berî daye Yesreb gelek serfîraz







Ko Yesreb dibû bingeha 'ilm û dîn



Dibû keşwer û paytextê zemîn







Ji ola di nû şewqê daye welat



Li navê Mûhemed bikin esselat











Heca Xatira







Pêximber di sala dehê hicretê



Berî da Mekê ko hec û 'umretê







Ji Yesreb bi derket digel sed hezar



Meriv pêr tebabûn peya û siwar







Dema ko ewî hec xelas kir temam



Li dorê civîbûn gelek xas û 'am







Pêximber vewesta wê çax û demê



Gotarek dixwendî li wê 'alemê







Digo: ey gelî xweş heval û bira,



Heca dawî ye ev Heca Xatira







Ji dewra cîhanê ji vê dewletê



Nêzîk maye barkim biçim axretê







Ko dunya betal û cefa ye me bes



Çi ko payedar der cîhan nîne kes







Digel we dijîm ez di vê se'etê



Hemî guh bidêrin li vê şîretê







Di ola me de qet ne hin kolejar



Ne hin cirîtî hem ne hin bendewar







Mirovên reş û gewr hemî wek hev in



Ji yek dê û bav in, hemî yek reh in







Kurê Adem in û Adem ji xak



Yê çêtir ew e yê bi karê xwe çak







Xwîn û 'erz û malên di we li we heram



Xwedê ni'meta xwe li we kir, weselam







Gelek hêvî û tewqedar im ji we



Bi ola xwe bigrin me xatir ji we







Zimmîn ketye wê 'alema bê jimar



Girîn tev li ser wî şehê namîdar







Pêximber vegerya Medîna çeleng



Digel dost û yara meşîn ne'b dereng







Emir şêst û sê sal çira mileta



Li Yesreb nexweş ket bi serêş û ta







Di roja duşembê diwazdê mehê



Di pê ko vegerya ji der Mekehê







Di pê yazde sala ji wê hicretê



Pêximber wefat kir çûbû rehmetê







Li Yesreb veşartin şehê ummetê



Li ber wî vebû dergehê cinnetê







Xwedê xemlandî buhişta 'edin



Bi dîbac û istebreq û sundus in







Çemê kewser û hingiv û xemr û şîr



Li qada bihiştê meşîn pendegîr







Cewahir belav bû l' bihuşta nemir



Zibercet û elmaz û yaqût û dir







Bi ber xemilîn ew rez û dehl û dar



Ji xurmew tirî mişmiş û hem hinnar







Ji tuxmê kulîlkêd zer û kesk û şîn



Di baxê bihuştê hemî bişkivîn







Ko bîn didin ew gulêd renge reng



Tilûr tê dixwînin bi awaz û deng







Furuşt rêz bi rêz bê hesab û jimar



Ketin ber selavê ji her çar kenar







Şurust û perî tev ketin şehyetê



Ji bo dîtina serwerê ummetê







Xudayê dilovan bi navê xwe ke



Tu tîrêj ji rehma xwe bê par meke







Me parêz bike tu ji wê dojehê



Bihuştê ji me'r tu bikî bingehê







Me carek rehakî ji gunhê mezin



Wehem jî Musilman çi mêr û çi jin







Gelek hêvîdar im ji te ey Xuda



Me tevda bidî xatirê Ehmeda







Bi qasî hemî dar û ber û giya



Li ser canê Pêximber û Enbiya







Li ser canê şêx û melayên di qenc



Li ehlê Xwedê û mirovên di genc







Li dê û li bav û hemî salîhe



Li ser rûh û canê hema fatîhe…



17.03.2014 23:49 | bayesar

5. bi kurmancîi mewlûda mela huseynê bateyî, û bidimilî mewlûda ehmedê xasê herî zêde navdar in.



18.03.2014 04:18 | seydayê_peyvan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mevlûdên kurdî
» kurdîkirina twitterê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî