Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
qafkeçel - tirşik
qafkeçel
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kesên ku serên wan keçel e.

Mînak: Wa nabinî kurê hesoyê Elî ji dûr ve tê qafkeçel!



05.06.2017 20:56 | mîr

2. (bnr: keçelok)



06.06.2017 12:57 | bayesar

3. (bnr: serkeçel)



06.06.2017 13:03 | mindal

4. peyveke deformebûyî ye û du heb şaşî têde hene
yek jê qaf kafa'ya tirkan e yanê ne bi kurdî ye
ya dî jî keçel jixwe ji bo kesên ku di serê wan por nîn e tête gotin loma ne hewce ye meriv peyva qaf'ê jî pê ve bike



06.06.2017 15:25 | ferhenga şikestî

5. li herêma serhedê Him peyva ser him jî qaf tê bikaranîn. qafkeçel/99884 Şaşiyekî di Qafkeçel ê de wek (qaf+keçel) tune ye.

Mînakên wekî qafseqet, qafkundir jî hene. [Bikaranîna qafkundir: Here lînkê]

ji bo Qafkeçel, çavkanî:
ferhenga destî kurdî bi kurdî (Umîd Demîrhan) Here lînkê

di zimanê Tirkî de jî wekî wê dibêjin:

Mînak:
Karşıdan gelen keli tanıyor musun?
Karşıdan gelen kel kafalıyı tanıyor musun?



06.06.2017 16:24 ~16:38 | mîr

6. di zimanê tirkî de bi navê vegotina xirakirî têgînek heye yanê anlatım bozukluğu, ger tu bêjî karşıdan gelen kel kafalıyı tanıyor musun, wêga ev hevok dibe anlatım bozukluğu ji ber ku kel jixwe tête wê mahneyê ku serê wî kesî kel e ango keçel e, hewca nake tu peyva kafayê jî pêve biki ev dibe karanîna peyva nehewce ango gereksiz kelime kullanımı

dibe ku di devoka serhedê de peyva qafê hebe, li amedê jî begemkirin heye ji dêla ecibandinê dibêjin min begem kir, hetta ez dikarim bêjim di sedî de 95 amediyan dibêjin min begem kir, de îjar em rabin bêjin begemkirin jî rewa ye? nabe yanê kafa jî bi tirkî ye û ketiye devê xelkê.



07.06.2017 13:26 ~13:27 | ferhenga şikestî

7. Keçel (kel) sîfet e meriv dikare tenê jî bibêje bi navekî ve jî bibêje. Ti şaşiyekî li vir tune. Meriv Kêfa dilê xwe ye.

Belê em jî dewsa ecibandin ê begemkirin dibêjin, ev êdî parçeyeke kurdî bûye tu nikarî jê derxê, meriv dikare edebiyata Sovyeta​ berê lê binêre wan peyvan li wir jî hene ku wana tesîra asîmîlasyonê Tirkiyê nebûne Nêzîkî 80-90 sal berê vê qerarê hatiye nivîsandin.

Em wekî mînak peyvên Ferhenga şikestî binêrin ferheng ji zimanê farisî ye dê em çi bikin ji wê bavêjin, na. Bira Güneş dil teorisiya Tirka li me kêm be...

Jixwe min çavkanî jî da, meriv dikare lê binêre:

ferhenga destî kurdî bi kurdî (umîd demîrhan)
Here lînkê



07.06.2017 13:56 | mîr

8. eger meriv bikeve azmûna têketina zankoyê (öss, ygs, lys felan) û di beşa tirkî de pirseke li ser vegotina xirakirî hebe û di vebijêrkekê de kel kafa hebe ger tu wê vebijerkê wek şaş hatiye karanîn hilnebijêrî tu yê ji pirsekê mexdur bibî ango dê bersiva te şaş bibe, ez ji kû dizanim? min edebiyata tirkî xwendiye yanê beşa min a zankoyê bû ji wir dizanim.

tu têkiliya gotina min û ya teorîya ziman-rojê ya tirkan tune ye, tirk xwestin bêjin hemî zimanên dî jixwe ji zimanê tirkî welidîne loma jî her peyva ku em kar tînin ji binemala zimanê tirkî ye yanê ji tirkî wergirtine.

hemî ziman ji zimanên dî peyv, bêje, gotin, sifat hwd... digire ev gelek normal e ya ku anormal e wexta zimanek ji zimanekî dî peyvek bigire divêt li gorî forma zimanê xwe bidarişîne yan na ev peyv deforme dibe û zimanê meriv xera dike

çend mînak ez bidim; '' kullanmîş bike, derî kapatmîş bike, ez önermîş dikim, qafê te xweş e, ez begem nakim hwd...'' di devê xelkê de peyvên vî rengî gelek berbelav in, tên karanîn, xala hevpar a van peyan ew e ku ji ber bandora bişaftinê û bikarneanîna zimanê kurdî ketine nava zimên û giş jî deforme bûne.

hin peyv jî hene ku ketine nava kurdî lê deforme nebûne li gorî form û çawaniya kurdî di nav zimên de teşe girtine ji ber wê ye ku di karanîna wan de tu problem nîn e
çend mînak; ' min bediland, bavê min cehnimî, evdo diecize, bifermîne, ez difikirim, hwd...'' peyvên vî rengî jî di zimanên dî ve ketine nava kurdî lê di karanîna wan de tu pirsgrêk tune ye ji ber ku li gorî qaîde û pîvanên rastnivîsiya kurmancî teşe girtine ango ne deforme ne



07.06.2017 14:20 ~14:22 | ferhenga şikestî

9. Gotûbêjeke xweş bû. Lê êdî li vir dawî dikim. Ji ber ku ji mijarê zêde dûr ket. Wekî forum bû

Du beşê Güneş dil teorisi hene yek îdîa dikin ku her ziman ji Tirkî zaye ya didu jî sadekirina zimanê Tirkî ye(avêtina peyvên xerîb e)

Qaf ne Tirkî ye ji zimanê erebî tê.

Keçel sîfet e, bêyî nav jî tê gotin, bi nav jî tê gotin problemek li vira tune

Qaf, begemkirin wan peyvan wekî pîrika min ê qet Tirkî nizanin tê gotin, asîmîlasyon ne gihiştiye wan.

Silav û rêz...



07.06.2017 15:37 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qafkeçel

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî