Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 26 peyam
gindirandinên kurdî - tirşik
gindirandinên kurdî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gindirandin ango zûgotinok.
Dema em biçûk bûn carinan bav û ap û xalên me ji me re digotin verin em listikek bileyzin. Gelek xweşiya me diçû. Em zarok ji piçûk hetanî ya mezin tev kom dibûn. Digotin her kes bi rêzê ev gindirandinê bêjê, ka meyzênin kî dikarê rast bêjê, kî her car şaş dikê. Zûgotinok jî ev bû;
Sêv gundirê mi sêv xwar,
Gû gundirê mi sêv xwar.
Lê baldikişandin ku hêdî hêdî gotin qedexeye. Ê ku hêdîka digotin em tev de digotin tu tirsonekî. Vê demê hîç kesek nikaribû bi hêdika bêjê vê gindirandinê. Ê ku giran giran digotin yan jî gêr nedikirin ji leyistikê hatibû derxistin.

Bi kurtî, em carinan nedikarin bêjin gû gundirê mi sêv xwar. Bêhemdî digotin gû gundirê mi gû xwar. A rast min jî pirî caran gû dixwar : ). Mezinên me û em zarok tev de bi kena dimirîbûn.

Carinan jî zarok dihatin digotin ezê tiştek ji te bêjim tu jî çend care dubare bikî erê? Me jî digot erê, ka bêje.
Digot tu çendcare bêjê lekimezçê.
Em jî digot.
Gava sê çar cara digot û em fêm dikir ku em dibêjin ez çêlek im. Pê re baz didan pey henekbaza.

Carinan me gû jî dixwar lê zarokî dîsa jî xweş bû bi xwedê.



14.05.2017 19:00 | rûbar

2. (bnr: zûgotinok)



15.05.2017 08:42 | ferhenga şikestî

3. Ev gindirandin e çî ye nizanim lê,
Gava em li pişta mezinên xwe derdiket me dievandin, li pişta xwe me dihejandin û wek zûgotinok yan jî wek lorîn digotin;
''Nahk ê nîsk ê, filan kes çû pişta xanî, gû kê, mîz kê...''
Sê çar car digotin, pişt re em tavêtin pêşa xwe û em hembez dikirin, maç dikirin ango diramûsandin. Yek ji nîşanane ya hez kirina zarokan bû. Ji her zarokan re ne dikirin. Taben ev wexta zarok herî biçuk in, xwar û jêr sê çar sal in tê kirin û gotin.



21.05.2017 01:29 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
t*rk [2]
heke hûn kurd bin an ji nebin, ev gotin ji wek gotina (bnr: k*rt) nija...
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [4]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
siwar hatin peya çûn [8]
Xwe nexapinin. 1000 salan berê ew hatin hê jî neçûne....
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gindirandinên kurdî
» kurdîgeh.com

Kategoriyên mijarê:: ziman listikrastin komik jiyan cand zarok ziman listikrastin komik jiyan cand zarok ziman listikrastin komik jiyan cand zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî