Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
rihî - tirşik
rihî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fêkiyek ji xwezayê ye. li çiyayan çêdibe û bihar û havînan tê berhevkirin. fêkiya wê ter e. mirov tûşalê wê diqeşîre û dixwe. tama wê avî û carina hinekî tirşik e. bi tirkî jê re yayla muzu tê gotin. dema ter û taze bin, mîna xiyar û qetikan, xwarina wan xweş e.
Here lînkê



14.05.2017 13:17 | simurg56

2. Em ribas dibêjin. Tamê wî xweş e û ne bihaye jî. Di devokan de weke ribaz, rêbaz, rêwas, rêwas, rêvaz, ribêz, rimbêz jî tê bi lêv kirin.

Gava bi tirkî hevalekî minî wanî got tu uçkunê dizanî. Min jî got ku ella ellaaa ev çi navekî ecêb e, çiye gelo? Pê re go uçkun, yayla muzu, ışkın filan û bêvan. min derxist ku ribas e lê çava derxist êdî nayê bîra min.

Bixwin, pê bidin xwarin.



14.05.2017 14:01 | rûbar

3. Em jê ra dibêjin ribês. ez zehv lê hez dikim. Tehma wê tirş e. Mizgîniyrke hatina biharê ye xweza dide me.
niha li cem me (agirî) kîloya wê 10 lîra ye.

Dibêjin gele nexaşiya ra derman e.

herwisa li wanê jê ra dibêjin ûçkûn.
barikem ûçkûn tirkîtî ye. uçkun.



14.05.2017 14:03 | bûtîmar

4. Gava ne biha bû belku tam dema wî de ne biha ye. Ji ber ku zêde ye di dema derketina wî. Ev yek û nîv sale ez naxwim dibe ku bihaye vêga.



14.05.2017 14:35 | rûbar

5. li colemêrgê ji vê giyayê re hakkari muzu dihat gotin, min jî cara ewil li colemêrgê xwaribû, piştî çend wesf û pesnan min devê xwe lê da qasî tê pesndan ne xweş e meriv wek ku qayîşê bicû ha bicû



15.05.2017 08:39 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rihî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat xwarinvexwarin nebat xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî