Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mehdî mutlu - tirşik
mehdî mutlu
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji xelkê navçeya norşîn a bajarê bilîsê ye. Karê rojnamevanî û bernamekarî dike.

Di dunya tv yê de bernameya mêvan û civat û kilam ê pêşkêş dikir. Niha li rûdawê de weke nûçegihan dixebite.

Gava bernameya civat û kilam pêşkêş dikir, hal û mesele, dîroka kilaman jî behs dikir, her kilamek qeydeke ji dîrokê ye, ji meseleyekî re girêdayî ye. her kes nizane boyî çi hatiye nivîsandin, çi bûye nebûye gelek serkeftî bû, bi xwe jî muzîkê re eleqedar e, dikare saz lêde, Stranan bêje.

Li cihê nûçegihanî bername çêkira baştir dibû, feyda wî zêdetir digihîşt xelkê.

Yekî ji Xwebawer e, dîksiyona wî baş e.
Lê hinek jî hereketên wî tabiî bûya baştir dibû.



14.05.2017 01:08 ~01:10 | mîr

2. di rûdawê de bi navê suhbeta hewşê bernameyekî birêve dibe. bername ji xwe ji 18 deqeyan pêk tê. ji nîvî bêtir ê bernameyê de bi xwe daxive. dema diaxive jî bi xwe jî nizane çi dibêje ji xwe ji ber ku nikare xwe bide der xwe davêje ber bextê mîmîkan, destê wî tim li ba ye. bi ya min bila dev ji pêşkêşkariyê berde dest bi pandomîmê bike an wekê berê bi gundan bikeve.



01.05.2020 23:03 | endazer

3. camêrekî xweşsuhbet e lê her wekî endazerî jî gotî zêde diaxive û pir midaxeleyî axaftina mêvanan dike. wekî din kêfa min ji dîksîyona wî re tê û şareza ye. Bernameya wî ya gerê li dunya tv jî gelek xweş bû.



02.05.2020 14:18 | henûn

4. kêfa min zêde ji axaftina wî re tê. di gelek bername û nûçeyên wî de heya niha qet aciz nebûme.
wek li jor jî hatiyê nivîsandin taybendmendiyeke wî heye ku nahêle mevanên di bernameya wî de
biaxivin. bi taybetî jî di bernameya suhbeta hewşê de min ferqkir :(

wilo neke mehdî mutlu :)



15.05.2020 17:20 | merwano

5. bi axaftina xwe gelek dişibe dilbixwîn dara. hinek fîşlakirin tê de hebe jî jê ne aciz im. ji axaftina neherikbar çêtir e, qet nebe bala mirov li ser xwe digire.



09.05.2021 10:24 | simurg56

6. wekê vîrûsekî li nav waar tvyê belav bûye, êdî hemû pêşkêşkarên vê kanalê bizavê mehdî dikin!



09.05.2021 21:58 | endazer

7. ne tenê pêşkêşkarên waar tvyê hemû tvyên kurdÎ bizarê wî dikin. piştî ku camêr çû travertenên elbakê nîşan da, ji stêrk tvyê heta kurdistan tv gelekan li ser travertenan bername çêkir.



12.09.2021 16:09 ~16:40 | ezcan

8. pêşkêşvanekî jêhatî ye. axaftina wî xweş e. sebra mirov bi bernameyên wî tê.



12.09.2021 16:20 | hueyn

9. mêrik di her bernameyê da wek paşnava xwe ye *
(mutlu: bextewar)

her tim şên e yaw * ev tiştekî xaş e.



13.09.2021 00:22 | bûtîmar

10. mehdiyê kurdistaniyan xwe li ser twitterê wisa daye naskirin: güneydoğu gazeteciler cemiyeti başkan yardımcısı ango cîgirê serokê komeleya rojnamegerên başûrrojhilat

tirk beşek ji bakurê kurdistanê weke başûrrojhilatê tirkiyeyê bi nav dikin. mehdiyo jî bi serbilindî vê yekê tesdîq dike. ka bêm çi êdî!? Here lînkê



17.04.2023 22:51 | asîmanê sêwî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehdî
» mutlu çiviroglu

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal tvradyobername tv tvradyoqenal tvradyobername tv tvradyoqenal tvradyobername tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî