Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 13 peyam
    tetwan - tirşik
    tetwan
    (0) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. Navçeyeke girêdayî bajarê bilîsê ye. Navê wê ya din tûx e.

    Hejmara nifûsa wê nêzîkî 90.000 e, nifûsa wê ji navenda bilîsê zêdetir e û tetwan navçeya herî pêşketî û bi erdê xwe ve herî mezin ya vê bajarê ye. Ji bilî memûran Xelkê Tetwanê hemû kurd e, wekî navenda navçeyên xelat, elcewaz tê de Tirkmenê niştecih tune ye.

    Tetwan li aliyê rojavayê Behra Wanê dikeve û devê behrê hatiye avakirin.

    Li Tetwanê Xeta Keştî heye bi rêya behrê Ji Tetwanê diçe Wanê Û xeta trênê ya haydarpaşa-îran ê ji Tetwanê derbas dibe.

    Kêleka Tetwanê de çiyayê nemrûd bilind dibe nemrûd ciyekî tabiî ye, havînî li wira seyrangeh tê çêkirin nemrûd/58283

    Bajarê Bilîsê di nava çalê de ye (korta bilîsê) û bixwaze jî ji ber sedemên cografî nikare mezin bibe, û pêş bikeve, hema tetwan ne usa ye him erdê wê rast e, him jî kêleka behrê ye ew jî seva pêşketina wê dibe. Heke Bilîsê bajareke kevnar û dîrokî nebûya dibû navçeya Tetwanê.



    2017.05.08-20:16 | mîr

    2. Zivistana wê jî zor î zehmet e.
    lê havînan hênik e.

    tetwan. Waxta ku navê tetwanê dibihîzim bêhemdê min kêfxaşîyek devdorê rûyê min kom dibe.
    ji ber ku nava bilîs û navçeyên bilîsê da tetwan rûmeta me bilind dike.


    keça me kurdan silav da tetwan



    2017.05.08-23:37 | hozan serhad

    3. navçeya herî xweş ya bakurê kurdistanê ye. av û hewa û xwezaya wê gelek xweş e, mirovên wê bi piranî xwende û xweşmirov in.



    2017.05.09-21:53 | endazer

    4. Welatê min e û min pirr bîrîya wê kiriye. Ev bû 2 sal e ez neçûm li wir. Di vî germa stenbolê de hênikbûna di bin siya dara hilûyê ji hişê min naçe.



    2018.07.15-20:59 ~20:59]| xelîl

    5. Bajarokek girêdayiyê bêdlîsê ye ku ji bêdlîsê mezintir û xweşiktir e. Jorê wê çiya û dar û ber e, meriv xwe li gund hîs dike. Û her ku bervê behrê biçin carekî de( bila kevir biteqe sikakek) bajarîbûn, geremol, toz û qirêj pêşwaziyê li nava rû û çavê meriv dike. Lê dema meriv tê ber behrê her tişt ji bîr dibe. Gelekî dîmenên xweş û geş çavê meriv dibiriqîne(pozê ku di qapaxa albûma "derya" ya ciwan de bi hêsanî meriv kare bikêşe* ).

    Înşeat û avahiyên nû gelek in. Dê heta çend sala di xwezaya wê ya bêhempa de jî birrîn ku niha de dest pê kirine.

    Û ew stranê zindî li ber behrê ji café yan bilind dibe, hûn çiqas nelazim û nexweş in yaw *



    2020.09.21-22:06 | rizgarm

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    wîkîpediya [1]
    Ez mat mam Yekî ku qet bi skotî Nizane, çûye qasê 60 hezar rûpelan ji ...
    olên mîstîk [1]
    alî bawerkirinê hinek dişibe (bnr: pagan) an jî paganîzm hema vê bawer...
    kurdî bi hêsanî [1]
    qenaleke youtube'ê ye ku li ser rêzimana kurdî ,hînkirina ziman û hwd....
    pink floyd [1]
    Stran xweş e klîb xweştir e. Ez wenda dibim nêv de nema karim xwe bibî...
    yên ku îro têketine [1]
    Pirraniya wan an ji bo çepikdayînê an jî bona dîtina mijarên sîyasî tê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tetwan

    Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî