1. têkiliyeke girîft e. heçî hoste bi pirranî tenê li ser karekî de pisporiya wan heye, hin hoste hene ku ev 30 sal in heman karî dikin. -carekî dema hosteyekî zirtê xwe li ser hostetiya xwe dida, min go ker bi kerîtiya xwe hefteyekî de hînî rêya malê dibe- ji loma di wî karê xwe de dikarin ji endazyarekî zanatir û jêhatîtir bin. lê dema tu karekî biçekî cudatir datînî ber wan, wekê şagirdekî li wî karî dimînin heyîrî. hej endazyaran nakin, li cem xwe ji bo endazyaran dibêjn yên baret spî. tu ji wan bipirsî wê bêjin em deh qetî ji endazyaran zanatir Û jêhatîtir in. lê tu rojekî li ser wan nesekinî xeletiyên wisa çêdibin ku carina mirov di mehekî lê bixebite nikare telafî bike. têra xwe ji xweqayîl in, şûr simbêlê wan nabirre. nizanin projeyê bixwînin, tu projeyê ji wan re dixwînî, karê ku divê bikin ji wan re terîf dikî, çawa pişta xwe didî wan, wekê xwe pê de diçin û pê de dirrîn. dema ji ber wê xeletiya wan proje revîze dibe jî dibe niçniça wan, dibêjin hûn çima karekî bi du caran bi me didin kirin. tabî dîsa divê mirov gotina xwe ji wan texsîr neke û rasterast bêje ji ber kerrîtiya we. du cure hoste hene. yên xwendî ku ji wan re formen (foreman) dibêjin û yên xwudriste ku li ber destê hosteyekî piştî demekî îcazet standine û bûne hoste. yên formen dîsa îdare bi wan re dibe, guhê wan qul e, xeber bi serê wan re diçe. |
|
07.05.2017 03:33 |
endazer
![]() |
2. Têkiliyeke tevlihev e. hoste bêendezyar, endezyar bêhoste nabe. Lê pirraniya hosteyan, endezyara hiz nakin. |
|
17.05.2017 09:41 ~09:45 |
bûtîmar
![]() |
![]() |
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
![]() |
çîyayên hîndûkuj [1] |
![]() |
serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e?? [1] |
![]() |
mirin [1] |
![]() |
christopher nolan [1] |