Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
gboard - tirşik
gboard
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Ji bo telefonên android re sepana klavyeya google e.
vebijêrka wê ya kurdî ya latinî û kurdî ya erebî jî hene. Him jî li ser klavye de nîşanê te dide gava tu peyvekî nivîsînê ew ji te re temam dike û peyvê te yê çewt rast dike. Ez berê car caran mecbur dimam bi guman min li ferhenga dinihêrî peyvên xwe teyîd dikir lê bi vê avayî gerek namîne, Ev zahf baş e. Gelek jê memnûn im, bi kar tînim.

Vebijêrkên din:
emojî yên cûr bi cûr hene, bê tikandin tiliya xwe li ser herfa dişiqitînî dikarî binivîsî, gif ên hazir hene, lêgerînê li Google ê dikî, encama ji Google ê tê dikarî bişinî, lêgerînê bideng dikarî bikî, şikl û rengê klavye dikarî biguherînî.



06.05.2017 23:56 ~2017.05.07 00:00 | mîr

2. min îro di rûpeleke esperantîstan de vê sepanê dît û min got hek ji bo esperanto heye dê ji bo kurdî jî hebe û hêviya min neşkiya. klavyeya kurdî ya latîn ji yê ubuntuyê piçekî cuda ye. wekî mînak tîpa ê di ubuntu de li cem tîpa ç ye lê belê di gboardê de li cem î-yê ye. ş jî di çepê tîpa ç-yê de ye. ango tîpên ş û ê ya ubuntuyê di gboardê de cih guherandine.

lê ev hînbûneke kurt divêt. ji bo min ya herî xweş, ji sedî sed ne baş be jî sererastkirina peyvan e. herî dawî sê sal berê kêfxweş bûbûm mina vê, di versiyona libreoffice û mozilla-yê de yên ku rastnivîsandina kurdî dihewandin. a bixêr.



18.06.2017 09:44 | biruya hayao miyazaki

3. (bnr: zor jwana)

Here lînkê



18.06.2017 12:24 | mîr

4. ji bo nivîsandina bi kurdî, di telefonan de klavyeya herî kêrhatî ye. dema mirov dinivîse, pêşniyaran jî dike.
dema min nû saz kiribû, pêşniyarên ku dikir, gelek eletewş bûn. lê her ku min bi kar anî, ew jî hînî min û nivîsandina min bû û niha texmînên serkeftîtir dike.



21.06.2017 23:56 | simurg56

5. Sepana ku Nivîsîna kurdî pê zehf xweştir û hesanîtir dibê. Pêşniyarên gboardê pir serkeftî ne .
Lê mixabin nivîsîna Tirkî anjî îngilîzî pê himekî bizehmet e.
Talîya talî, sepaneke bêhempa ye heta niha.



18.05.2018 01:15 | gumgumok

6. ne tenê bi kurdî, hema bêje bi her zimanî heye. loma mirov dikare bi tikandinekê, di navbera klavyeya kurdî û tirkî de here û were û bi hêsanî bi her dû zimanan jî binivîse.



18.05.2018 23:43 | simurg56

7. (bnr: nivîsîn bi gboardê xweştir e...)
Here lînkê



10.12.2019 02:10 ~02:10 | gumgumok

8. roj diçe çêtir û bikêrhatîtir dibe jiber ku ji alîyê gelek kesan ve tê bikaranîn. û ev jî dibe sedema zêdebûna peyvên kurdî yên li gboardê tomarkirî. texmînên gelek baş dike û peyvên xelet hatine nivîsandin sererast dike.

heyat e.*



10.12.2019 08:12 | xelîl

9. sepana ku ser app storê min nava heştê zimanan de kurdî nedî ji bona ve yeke jî barnekir telofonê.



10.12.2019 21:45 | golikvan

10. Di vê mijarê de sepana herî serkeftî li gor min swiftkey e. Ji bo iosê jî, ji bo androidê jî bêjeyan bi xwe sererast dike... Bi tîpên latînî û erebî jî kurdî nas dike..



11.12.2019 00:09 | xelat_azad

11. dikarim gboardê bidim ber swiftkeyê.

di swiftkeyê de 3 zimanan tenê bi klawyeya îngîlîzî bi kar tînim. dema hun dest bi hevokê dikin ew zimanê we nas dike û peyvên din li gorî wî zimanî tîne ber we. yanî heke hun bi îngîlîzî dest bi hevokê bikin peyvên pêşniyar dike dibe îngîlîzî. heke hun bi kurdî despê bikin pêşniyar dibe kurdî. wekî din heke hevok bi îngîlîzî be û hun bixwazin peyvek kurdî binivîse piştî çend tîpan ku îhtîmala wî zimanî kem bibe peyva kurdî wek pêşniyar tîne ber te. ji ber wê gboard hîn qels e.



16.12.2019 00:42 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gboard

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram komputerprogram komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî