Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
29.04.2017 li tirkiyê qedexekirina bernameyên zewacê û reklama dermanên derewîn - tirşik
29.04.2017 li tirkiyê qedexekirina bernameyên zewacê û reklama dermanên derewîn
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Herçiqas di eslê xwe de tiştek baş be jî, ne gavek demokratîk e.
qaşo ohal (rewşa derasayî) ji ber hewldana dabeyê hatibû îlankirin lê êdî ji bo her tiştê beredayî jî tê bikaranîn. êdî qet pêvajoya gûftûgokirina problem û çareseriyan nema, hema tenê biryar û pêkanînên yekalî hene ku ji bo îtîrazê jî tu rê û rêbazê vekirî tune.

welhasil bi vê biryanameya dawîn, bernameyên zewacê hatine qedexekirin. û reklama tişt miştên ku qaşo hemû nexweşiyan sax dikin, hatiye qedexekirin. ev biryar ji hemûyan baştir bû.



30.04.2017 07:58 ~07:58 | simurg56

2. Ne gavekî demokratîk e, lê gaveki pir baş e.
Edît: bernameyên zewacê nehatiye qedexekirin.



01.05.2017 01:37 ~21:58 | cûndûllah el-kurdî

3. qedexeya ku dê bibe sedem ku qehwexane nêvî nêvî vala bibin *



01.05.2017 05:10 | mergehez

4. bi rê û rêbazên xelet mirov nikare kareke rast bike. prensîbeke hêsan e lê dema kar û qezenceke biçûk tê de hebe tu kes li ser nasekine û guh pê nadiyê. ez jî hej wan bernameyan nakim. civakê dejenere dikin, dixapînin. lê qedexekirin ne çare ye. heta ku civak birçiyê van bernameyan be, bi nav û formatên cuda be jî ev bername wê her hebin.



01.05.2017 23:28 | endazer

5. Ji bilî qedexekirinê mixabin çareyek din çinîne. Perwerdekirina gel, rohnkirina hişmendîya gel jî ne mûmkûne ûtopya ye. Baş bu ku hate qedexekirin erê wê nabîte çareyek binecih lê hêjku mejîyê însanan wê kêm biherime. Pir xirabîyêt van "bername"yan heye lê ji ber ku tiştek aşîkar e ne hewce ye bête dirêjkirin.



02.05.2017 23:29 | azad30

6. Rûdana ko ez pê aciz bibûm û ketibûme nav xeman. Yaw du-sê lib kiç hebûn ( xelet nebim navê êkê naz bû) zor ya seksî û berkeftî bû. Min nîyet bû bibime talîbê wê lê çûûûû. *

Anyway bawer bike ger gava ev bernameyên pûç û vala û kêrnehatî rabûn şûna wan yên xirabtir jî dê bên. Lê ma min çi? Wallah ji serê kîrê min ve . Yanî bo xwe zêde xema çêneken. Bihêlin bila ev miletê min xwelî li serê wan kir bi keyfa xwe bin û bes.



03.05.2017 03:54 | vêca çiyeeee

7. ew bernameyên ku ti kes temaşe nake lê hevalên her kesî temaşe dikin e.

wê rojê em cîkî rûniştibûn, yekî behsa vê mijarê kir, yekî dinê go "erê yaw, naz, alî,... (navê wana rêz kir)" piştra sekinî go "ez serî nakim, hevalên min û malbata min serî (seyr,temaşe) dike" *

ûlan we hemûya temaşe dikir! Kuro hûn hemûşk li wir bûn ;) *

li ser qedexekirina wana kêfa min pir pir xweş bû. wana îmana çanda qel da berdan.
îmana min ji van bernaman û survivora acun tê.
lê (!)
qedexekirin çarenûs nîn e.
ewqas zehv dihatine temaşe kirin. Dêmek milet birçî ye. divê pêşiyê gel milet were perwerdekirin. lê miletekî perwerdekirî ji îşê dewletê ra nabe.

ger ez sosyolog bûma ezê li ser vê bixevitîyama. Ji ber ku rastiya milet ev e.



03.05.2017 09:16 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» 29.04.2017 li tirkiyê qedexekirina bernameyên zewacê û reklama dermanên derewîn
» qedexekirina strana
» bernameyên kêrhatî yên kombersê
» reklama xerab tune
» dermanên bêxewîyê
» derewîn

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî