Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
xelacî - tirşik
xelacî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xelacî an Hellacî navê zaravayekî kurdî yê li Azerbaycan û Îranê tê axaftin e. Xelacî wek zaravayekî kurdî yê îzole tê hesibandin.

Rewşa sosyolînguîstik

Xelacî îroyî li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li şehristana Şabestar û li parêzgeha Astara, gundê Şahağac, li başûrê rojavayê komara Azerbaycanê ji aliyê komeke biçûk ve tê axavtin. Ji axivên Xelecî qasî hezar kesan li Azerbaycanê yên din li Îranê dijîn. Xalecî li Azerbaycanê xwediyê tu statuyeke fermî ninin. Pirraniya wan xeynî zimanê xwe yê zikmakî talişî û azerî diaxivin. Heta nifşa nû tenê talişî û azerî diaxive. Jixwe di navbera xelacî û talişî bendekî kin heye. Li Îranê jî xelacî di nava civaka talişan de dijîn.

Hevrastiyên bi zaravayên kurdî re

Ewil ferdinand justi diyar kir ku gelekî hevrastiyên xelacî bi dimilî re hene. Ev hevrastiyan ne tenê xwerista ferhengokî (leksik) ne. Ji vî nêrînê de hevrastî û manendî bi hemî zaravayên kurdî re hene. Mînakî paşbendikkirina lekêran wek di dimilî de bi -an'yê tê qedandin. Herwiha pêşbendiken dema bê jî wekî di kurmancî de bi- ne. Daçekên di û de yên ku mirov ji kurmancî nas dike, di xelacî de jî têne bikaranîn. Çend mînak ji xelacî ligel beranberiyên bi kurdî.

Xelacî Dimilî Kurmancî
agir adir agir
kenêk kenêke keç
cîr cêr jêr
îta nika îja
deh dewe gund
ber ber der
kî (ode) keye ode



13.04.2017 16:56 | xwelî li ser

2. li tirkiyê wekî tirkên îzolebûyî li îranê tê hesibandin. heta ku berawirdkirina zimanê "hallaç turkçesi" û tirkiya kevn jî hatiye kirin û di encamê de di nav dîyalektên tirkî yên îroyîn de ya herî nêzîk a tirkiya kevn ew tê hesibandin û di nav tesnîfên dîyalekt ên tirkiyê de cihê wê ya cuda û "mu'cizewî" tê nîşandan. lê piştî peyama ewîl a vê mijarê ewrên baweriya min belav bû, berevajiya wê ne mimkûn e. ji ber ku ev "ehlê zanyar"an ji bo kurmancî jî van peyvên "zanistî" kiribûn û heta îroj jî tuncer gulensoy vê tiştê eletewş diparêze, bilhesa ji bo zazakiyê û di ferhenga xwe ya etîmolojiyê de vê tiştê rê dinya e'lem dike û xwe rezîl dike.



13.04.2017 21:18 ~21:19 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelacî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî