1. Fîlmê yekem e ku min ji hayao miyazaki temaşe kiriye, bawerim fîlmê wî yê dawî jî ev e. Anîmasyonekî pir xweş bû, detay û çîrok jî wisa. |
|
09.04.2017 12:14 |
gulêê
![]() |
2. fîlma ku ji alîyê gumgumok ve, li kurdî hat wergerandin. |
|
22.02.2020 21:35 ~2020.05.16 21:06 |
simurg56
![]() |
3. Tevlî oscarê heta niha di dinyayê de ji 56an bêhtir xelat standiye. |
|
24.02.2020 22:31 |
gumgumok
![]() |
4. yekemîn anîme ye ku min temaşe kir. bi vê fîlma xwe gelek xelatan standiye. |
|
08.03.2020 08:58 ~2020.03.11 21:59 |
simurg56
![]() |
5. fîlma min 85 pûanan didimê.Fîlmeke hêja ye lê li gorî min gelek fîlmên hayao miyazakî ji veya baştir in. fîlmên hayao giş ji hev xweştir in û dibêm qey yeka nebaş jî tune ye. |
|
22.03.2020 14:49 ~15:14 |
berxweda
![]() |
6. Kartonfilmeke pir xweş e. Jixwe hemû animeyên Miyazagi serkeftî ne. Mijar, reng, xêz giş ji hev xweşiktir in. Min berê bi jêrnivîsa Tirkî temaşe kiribû. Îro min bi ya kurmancî temaşe kir. Kêfa min bêhtir jê re hat. Hevalê wergêr di kêşana lêkeran de bêhtir li gor herêma xwe wergerandiye. Ji ber ku ez jî Torî me pir kêfa min jê re hat. Lê hemû temaşevan ne Torî ne, ez dibêm xwendin wê ji wan re hinekî zor were. |
|
18.05.2020 20:20 |
berijahr
![]() |
7. fîlmê ku qala jiyana jiro horikoshi bi nêrîna hayao miyazaki dike. jîro, ji biçûkatiye xwe ji balafiran hez dikir, li ser balafiran kovar dixwendin, xewnên wî ji balafiran pêk diharin. bi kurtasî bi xeyalên balafiran mezin bû. û ji bo xeyalên xwe pêk bînê, endezyariya balafiran xwend, li pey xeyalên xwe çû da ku balafirek bi navê zero afirand |
|
05.05.2021 03:43 ~03:45 |
merwano
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |