Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
cîgera amedê vs cîgera rihayê - tirşik
cîgera amedê vs cîgera rihayê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. piştî serkeftina cîgera amedê ya di pêşbaziya cîgera amedê vs cîgera edîrneyê de, azmûnek mezintir e li pêş cîgera amedê.
bi ya min heçko cîgera rihayê piçekî ji ya amedê xweştir be. min herduyan jî 2-3 caran xwarine.
ya rihayê biçûk biçûk tê hûrkirin û di nav nanê zirav de "balolî dike" û wisa dixwe. lê ya amedê livên wê gir in û bi bistîkê ve tên servîskirin. ji ber ku gir e, hinekî şiltir e.



19.02.2017 21:48 | simurg56

2. Ceger hinek gir be zehftir xweşiya min diçe. Hûr hûr kirî jî xweş e. Lê belê ziravî li cîgeran naçê li gorî min. Divê di devê yekî de wisa herî kêm sê çar car werê cûtin. Wisa çêja xwarinê yanê t'ama xwarinê derkevê.



19.02.2017 22:07 ~22:11 | rûbar

3. di vê danaberhevdanê de ezê qet nefspiçûk nebim. min di gelek bajaran de cîger xwarine, ji xeynî amedê li dereke dî cîger nayê xwarin ma bi zor e?
bi tenê wexta li amedê cîger dixwim dilê min naxele.
li stenbolê, qersê, colamêrgê, rihayê, dîlokê hwd.
min xwarinên gelek deveran di gelek deveran de xwarin.
ez dikarim bi dilekî rehet bêjim rihayî qet nizanin xwarin çêkin, ji xeynî çîkufteya wan tu tiştekî wan xweş nîn e, nexasim jî lehmecûn, tu dibêjî qet nan û salçe ye.
ji derve mêvanên min hatine hemî vê yekê dibêjin, êdî bûye qlîşeyek; ger li amedê tiştê ku em dixwin cîger be yên dî çi bûn?
tabê li her derê nayê xwarin



20.02.2017 13:31 | ferhenga şikestî

4. ne herdû jî
(bnr: kezeba nisêbînê) *



10.06.2020 12:10 | merwano

5. Kezeb a bedlîsê, pehtin a amedê û hew. riha jî ji amedê ne dûre ji amedê hînkiriye..lê dev ji amedê berdin riya we bi navçeya wî farqînê ket werin şîrhanê cîgerek bixwun li ser sikê têr qerarê xwe bidin, ger cîgera wî teze be we yê di emrê xwede cergek wiha nexwaribe.



10.06.2020 21:56 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cîgera amedê
» cîgera amedê vs cîgera edîrneyê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin anket xwarinvexwarin anket xwarinvexwarin anket kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî