Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
fahriye kara - tirşik
fahriye kara
(9) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. jineke êlihî ye, yanê kurd e
di sala 1990an de ew û mêrê wê ji bo ku bibin hecî diherin erebîstanê. wê salê li kabeyê îzdîham ango gengeşiyekê diqewime û ji tirkiyê bi qasî 450 kes jiyana xwe ji dêst didin.
heta aniha digotin qey fahriye jî yek ji wan kesan e û ji ber wê bobelatê jiyana xwe ji dêst daye.
piştî 27 salan malbata wê di derheqê wê de dikevin gumanan bi rêya bernameyeke televîzyonÊ li pey dikevin .tê fêmkirin ku fayriye ji wê bobelatê bi saxî filitîye lê erebekî yemenî ew ji wê bobelatê wek birîndar xelas kiriye û dûre dest daniye wê û wê berdest kiriye û ji wê ve jî sê zarok çêkiriye.

wek hûn jî dizanin li erebîstanê ger jinikeke zewicandî bi yekî dî re têkiliyeke cinsî deyne tê recimandin. aniha li bendê ne ku fahriye rave bike vê rewşê, ger bêje min bi dilê xwe têkilî danî, tê recimandin lê ger bêje bi darê zorê ez hatim revandin û berdestkirin wêga jî ew erebê qûnbigû wê were daliqandin.
tê gotin ew ereb yekî hêzdar e û di nava klîkên dewletê de têkiliyên wî hene loma dibe ku fahriye ji tirsan nikaribe rastiyê bêje..
Here lînkê

welhasil tiştên pêkhatî di dewleteke îslamî de rû dane, û ew dewlet bixwe bi zagonên quranê tête birêvebirin.

em hevalên oldar beralî vê mijara jêr bikin, kerem bikin, oldarên dilovan!
(bnr: îslamiyeta rast ne ev e)



16.02.2017 13:24 ~13:36 | ferhenga şikestî

2. erê, erebên ku 1400 sal in misilman in û digel ku quran bi zimanê wan e lê wan rastiya quranê fêm nekirine lê we fêm kiriye! bravoooo bla bla bla
erebîstan bi zagona quranê tê birêvebirin lê jixwe di quranê de her tişt nanivîse loma wexta çarneçar bin hawara xwe digihînin hedîsan. lê ya girîng ew e ku di şerîatê de recimandin heye û recimandin an jî dardekirin tê pêkanîn.
lê ereb ehmeq in tevî ku quran û hedîs bi zimanê wan in jî ew fêm nakin lê hûn fêm dikin newsa?



16.02.2017 13:49 ~13:50 | ferhenga şikestî

3. 12 heb zarokên wê ji mêrê wê, 3 heb jî ji wî erebê bêşeref hene..
jinik niha 74 salî ye û 15 zarokên wê hene

yê ereb, jinik 6 mehan di odeyekî de dîl girtiye û..
idî destê meri naçe ser nivîsandinê

(bnr: di rojhilata navîn de zorbûna jinantiyê)



16.02.2017 14:05 | bûtîmar

4. di hemî mezhebên îslamiyetê de recm heye, û gelek ji wan dibêjin ayeta ku derqehê recimandinê de ye ji hêla bizinekê ve hatiye xwarin.
tabê ev angaştek ne ewle ye.
buharî, muslîm hudud, ebu dawut hwd gelek kesên ku misilman bi giştî bawerî pê hedîsên wan tînin û dibêjin sahîh e, dibêjin cezaya zînayê recm e.
qardaşim wê demê rabin bêjin hedîs giş derew in. çima kîjan hedîs li hesabê we were hûn qebul dikin kîjan li hesabê we neyê hûn dibêjin derew e niza ne sahîh e..



16.02.2017 14:14 | ferhenga şikestî

5. û ez ateîst jî nîn im, sunnî qet nîn im



16.02.2017 14:14 | ferhenga şikestî

6. tirşik anti-islam team li ser kar e.
Hinek din hewl bidin da hûn ê ola islamê binin xwarê.



16.02.2017 14:19 | elaziz izzetpasa camii

7. ez çima ji gotina xwe ya zagonên quranê vedigerim û tobe dikim?
ma şerîat ne zagonên quranê ne?
hê jî nehatiye fêmkirin. di quranê de her tişt nehatiye nivîsandin, sedema vê yekê mijareke dî ye lê ya girîng ev e ku di dewletên ku bi şerîatê tê birêvebirin de recimandin heye, pêk tê.
li gorî çi recmê pêk tînin? li gorî alimên mezheban pêk tînin. wek min li jor jî got; li gorî angaştekê bizinek hatiye û vê ayetê xwariye. ( çi qas rast e an ne rast e em nizanim. ji 1400 sal berê ve kes nemaye. ez qet nizanim ji ber ku ez agnostîsîzt im ) loma jî divê cezaya recmê bête pêkanîn. ji ber ku di gelek hedîsan de tê gotin ku di serdema hz. mihemed de cezaya recimandinê hatiye pêkanîn.



16.02.2017 14:41 ~14:42 | ferhenga şikestî

8. jina ku mixabin di bin zordestiya qanûnên îslamê de maye. mixabin recm, destjêkirin hwd rûreşiyên îslamê ne. hinek heval jî radibin dibêjin nizanim ayeta recmê di quranê de tune. xuya ye qet îslamê nizanin lewra mihemed pêxember bi şexsê xwe çar car hukmê recmê pêk aniye. mihemed bi şexsê xwe dest daye jêkirin. mihemedê bi şexsê xwe dest û piyan çapraz daye jêkirin, bi şexsê xwe çavên kesên ku dest û piyên wan çapraz hatine jêkirin çavên wan qewartiye û ew avêtine çola xwedê ber rawiran, bi şexsê xwe fermana qetla eşîra benî nadr daye ku temamî teslîm bûbûn û serde jî bi keça giregirên wan re zewicî û serde jî di şeva qetla bav û birayên safiye wê di rê de dike paşila xwe... Em vana ji ku zanin? ji taberî. taberî çî ye? Nutuk'a îslamê ye. nimêj jî bi awayê teknîkî di quranê de derbas nabe nizanim çi jî derbas nabe lê hun nimêj dikin. Lê misilman bi awayekî nimêj dikin çima? lewra mihemed jî wisa nimêj dikir û qewmê xwe wisa hîn kiribû. el hasil hukmê recmê di quranê de derbas nabe lê mihemed bi xwe çar car hukma recmê pêk aniye dev ji hedîs û medîsan berdin ev mûtleq e gelî misilmanên romantîk em ne neyarên îslamê ne em dibêjin ku tu tişteke wiha heye û em naxwazin xwe bi romantîzma asri saadet bixapînin, şexsê min ez nikarim ji hovitiyeke wilo re bêjim erê xwezî bila xwedê hebe û bi rastî jî hukmekî wilo ferman kiribe jî dîsa jî hovitî ye bila xwedê li qisûra xwe mêze bike, na eger xwedê tune be bila mihemed pêşî tiştên ku kiriye safî bike bila mihemed ji safiyeya safî bêguneh efkirinê bixwaze...



16.02.2017 15:14 | ceso

9. sernivîsa ku ji mijara xwe dûr ketiye û bûye meydana gengeşiya islamiyetê. ez jî bi avayekê tev lê bim. bi ya min îslamperestên tirşikê rast dibêjin. qet tu sûcê qûral û rist û rêzikên îslamê tuneye. hemû sûc yê fahriye kara û jinên rojhilata navîn e. xwedê bela xwe bide fahriye kara ku weke jinekê çi karê te li erebîstanê hebû? de tu çuyî çuyî, çima di wê baboletê de te pêşa mêre xwe berda? te berda berda, xwedê te hişk bike tu çima weke însanekê namirî? de tu nemirî nemirî çima ketî destê erebekî bênamûs? tu ketî destê erebekî bênamûs ketî, çima piştî 27 salan derdikevî holê? we dît hemû sûsê fahriye kara ye. çi sûcê îslamê heye.



16.02.2017 16:42 | nazim tolhildan

10. qurbana dînê şeytên e. weke li jor jî hatiye gotin di quranê de ji bo vê yekê tu hikm tune ne. ji aliyê din ve di quranê de ji bo ewlehiya tu çavkaniyek din jî referans tune ne. hedîs jî tê de.
yanî li gorî quranê;
- tu hikma hedîsan tune ne
- tu kes ne peywirdar e ku fetwayan fîlan bide.

gotinên pêxember jî tê de, mirov nikare kelîmeyek jî li quranê zêde bike û nikare jê kêm jî bike.
li gorî van rêzikên bingehîn, ev jinik biguneh be jî bêguneh be jî nikare were kuştin. û li gorî van rêzikan, ew dewlet û gelê wê di nav behra şîrkê de dijîn.

bi kurtî, ger mirov bi awayek objektîf li meseleya îslamê binêre, ev dînê ku li rojhilata navîn tê jiyîn, bi tu awayî ne îslama muhammed e. îslama orjînal, derew be jî, ji ezmanan be jî, ne ev bû.
çawa ku di nava çend deh salan de kemalîzma ataturk gelek hatibe guhertin, bi hezaran gotinên wî hatibin guhertin û sîstemek li gorî serdestan hatibe afirandin, îslama ku 1400 sal berî niha derketiye, bi saya bi milyonan hedîsan niha tam li gorî keyfa sadîst, pedofîl, diz, tecawîzkarên rojhilata navîn e.

rewşa niha ev e; li ser navê îslamê quranek heye û bi milyonan hedîs hene.
hûn dikarin ji van hedîsan ji xwe re hinekan hilbijêrin û li gorî keyfa dilê xwe, ji xwe re dînek nipûnû ava bikin. mezheb û tarîqat jî aha ev in. hedîsên hemûyan ji xwe re ne.
ji van hedîsan dînek pozîtîvîst, laîk û modern jî dikare derkeve, daîş jî.

tê gotin ma ereb bi erebî nizanin lê em dizanin... weke ereb bi erebî dizanin, nexwe çawa dibe ku heman tiştan dixwînin û bi sedan mezhep tarîqatan derdixin holê.

yên xwediyê îdîayan zilamek bi navê taberî ji xwe re dikin çavkanî. yaw taberî çi gû ye. li gel ku quran behsa wî nake, çawa dikare evqas şikl bide îslamê. jixwe problem ev e.



16.02.2017 21:00 ~21:07 | simurg56

11. 1400 sal in sal bi sal ekoleke nû ya îslamiyetê derdikeve.
Her kom, hizb, cim'et, tarîqat heman strana dubarebûyî distrê; îslamiyeta rast a me ye!
Kes jî nebêje serê pozka min xwar e. Her kes nêrîneke cuda ji xwe re ava dike. Ji kitêbekê hezar heb tarîqat û ekol derketiye û hemî jî şîroveyên ji hev cihê ne.
Gelo ez mecbur im ku ji ber şerê wê yê teolojîk jiyana xwe di nava xirecirekê de bibihurînim?
Wexta pêxemberê vî dinî mir hê di ser cinazeya wî de şerê navxweyî yê desthilatdariyê dest pê kir. Ji xeynî ebubekir sê xelîfeyên dî hatin kuştin û ji wir heya îroj Hama bêje 1400 sal derbas bûn lê hê jî şerê wan xelas nebûye, her roj çi jin çi zar û zêç qet ferq nake hevudu dikujin, her roj êrîşî hev dikin li her axekî misilman lê ne şerek heye. Bo çi? Ji ber ku her kes dixwaze îslamiyeta xwe ya rasttir saz bike. Belê her kes! Yaw her kes! Her kes dibêje îslamiyeta min rast e. Ma em mecbur in di nava şerê we de bixeniqin? Me eleqedar nake kîja ji we rast e. Ji ber ku hûn giş kujer in



16.02.2017 22:20 | ferhenga şikestî

12. Xwedê ji we razî êdî hinek bivekolînin pêre binivîsînin, pirç li ser zimanê me de hêşîn bû lê mixabin mirovan dîsa wekî berê gotinên ji devan vergirtî re qayil dibin, xwebixwe dihên xapandin. Merivên me hê jî nizanin lêkolîn, xwendin çi ye. Hinek çavderiya çavkaniya bingehîn û ewlemend bikin ji boy xwedê.

benî nadir ango kurên, ewladên nadir di demê avakirina dînê Îslamê de yek ji hawîşeke yanê komeke, qewmeke yehûdî gumrah yên ku di nav bajarê medîneyê de dijîn bûn. benî kaynûka û benî kureyza jî yek ji wan e. Piştî palpişta medînê yanî lihevkirina medînê li gorî pêdiviyê nivîsara peyama hevpar heq û hiqûqê wan, serbestî û azadiya wan, baweriya wan hatibû bin misogerî kirin yanê hatibû bin têmînat kirin. Misilmanan û van qewman bi pêwendiyê peymanê ve him derbarê mijara siyasî û him jî derbarê mijara şer û berevaniya welat de bûne hevalbend. benî nadir û benî kureyza ji sedemê ku riayet lê lihevkinê nekirine ji mêdînê hatibûn derxistin. Dîsa berdewamiyê de yekemîn şer û parastina welatê de qewmê benî kureyza îxanet lihevkirinê dike, berê şerê digel dijminê misilmanan, rêveberên mekkeyîyan dek û dolap didin gerandin yanê komplo çêdikin. Di nava şerê de aliyê xwe diguherin û dikevin nav hêzen mekkî. Ev komplo biserneket, têk çû. Piştî têkçûna ev dek û dolabên benî kureyza ji aliyê xwedê ji wê razî be sad bîn mu'az ve ku bi daxwaz û bijartinên rêveberên benî kureyza re wek hekem hatiyê vebuhandin ango tayîn kirin li gorî bingehên yanê esasên tevratê biryar hatiye danîn. Li gorî tevratê sizayên yanî cezayên îxanetê ev in ku divê mêrên akilkemal yên îxanetkirî bidin ber devê şûran, jin û zarok û malê wan jî wek destketî yanî wek xenîmet bixin destên xwe. Ev biryar tê sepandin. Eger daxwaza biryara li gorî îslamê kiribûbana wekî ez dizanim ger ez şaş nebim nehatibûn kuştin. Hê jî vê serdemê jî li ba tevî cîhanê de û kurdan jî tê de sizayê îxanetê kuştin e. di heman demê de ji aliyê rêveberên benî nadirê ve gelek caran plansaziya kuştinxwaziyê yanê suîqestê pêxember hatiyê çêkirin. bûyer ev e wisa rû daye.

ji aliyê din recimandin û destjêkirin jî heye û selat û selam li ser wî be pêxembere me hezretî muhammed jî sepandiye. Evan hemû li gorî şert û mercên qur'anê tê sepandin. Wilo li gorî daxwaza kesekî nayê sepandin. Mirov pêwîste hinek bivekolîne.

paşekî jî derheqê fahrîye kara de bibêjim tawanê ango sucê wê jî heye an jî jinekî aqilsivik e. dibe ku aqilsiviktî lê hebe. Jixwe mêrik tawanbarê resen e. bistûheft sal ne hindik e, li hişê mirova tiştên cûrbecûr tê. Ev bûyer li gorî min bi temamî encax li axiretê dibe helkirin.



17.02.2017 05:57 | rûbar

13. (bnr: rûbar wants to tell us something)



17.02.2017 11:26 ~11:49 | ferhenga şikestî

14. Jinika neçar di tirşikê de bûye sebeba axaftinên teolojîk.



17.02.2017 11:58 | elaziz izzetpasa camii

15. Wao li vir tofan rabûye û haya min taze jê çêbûye tihem tihem tihem min çawa texmîn nekir vê mijarê ku wê li tirşîkê vebe.

Mijara ku buye sedema gengeşîyekê lê mesele ji jîyana jinek mexdur derketîye hatîye ser reşkirina îslamê jixwe çi gava li dînyayê yekê/î qûnbigû zuqqumek bike sûc dîsa dibe ya îslamê ê ma qet sûcê dizê yemenî nîne ango hırsızın sucu yok mu



18.02.2017 14:18 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fahriye kara
» karanîn

Kategoriyên mijarê:: nuce jiyan oldin nuce jiyan oldin nuce jiyan oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî