Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
rudaw tv - tirşik
rudaw tv
(7) (11) (5)
di mijarê de bigere

1. tvyeke nû ji başurê kurdistanê. gorî nuçeyeka li ser înternetê ev tv bi piştgirî heta bi destê tirkiyê dest bi weşanê kiriye û armanca sereke jî rê li ber xwerêxistinkirina pkkê girtin û şerê psîkolojîk a li dijî pkkê ye. va nuçeya bes hatî kirin jî: http://www.kursam.com/news_detail.php?id=3674



31.08.2013 11:43 | azadixwaz

2. televîzyona malpera rudaw.net'ê ye. ji aliyê kê ve çima hatiye vekirin nizanim, lê gelek nûçeyên dijberî pkk diweşînin. nûçeya li jor rast be an jî ne rast be zêde ne xem e. her rêxistina ku dijberî an jî dijminahiya pkk dike jixwe dostên xwezayî ya tirkiyê ne. vêca navbera wan û tirkiyê de têkiliyên organîk hebe nebe nizanim. ez vê yekê ne ji bo reşkirinê dibêjim, ev tespîta min e. pêwist e mirov pozîsona xwe li gorî van rastiyan ji nû ve diyar bike.

ger em vegerin meseleya rudawê, ez bawer nakim rasterast ji bo dijminatiya pkk hatibe vekirin, lê helbet fikreke herkesî heye û ew fikir ne mecbûra %100 weke pkkê be.



malpera rudawê pênaseya xwe wisa nivîsandiye;

"Tora Medyayî ya Rûdawê grûbekî medyayî ya kurdî û azad e. Di warê çapemeniyê yên tê dîtin û bihîstin (Bi awayê kaxez, deng, reng û elektronî) berheman pêşkêşî xelkê dike.

Tora Medyayî ya Rûdawê kompaniyekî bazirganiyê ye, lê gihandina zanyariyên rast û beşdarîkirina di çespandina bingehên azadiya raderbirînê (xwe îfadekirinê) de ji bidestxistina qezenca maddî giringtir dibîne. Herwiha di warê belavkirin û gihandina berhemên xwe di sînorekî diyarkirî de ranaweste û ji bo xebitînê dîtinekî cîhanî heye."



(bnr: ez tatmîn bûm)



31.08.2013 12:15 | simurg56

3. nuçeyên çavkaniya wan ne maileke nediyar bin mirov dikin nava şikê, helbet wextê nava karê behs tê kirin de wezareta karên derve ya tirkiyê jî hebe ji xwe mirov hinekî disekine.

pênas: tvya kes nizane ka binyata wê çi ye.



31.08.2013 13:12 | azadixwaz

4. bi qasê ku ez weşana wê ya li ser internetê teqîb dikim.. heta jê tê li gorî konsept û prensîbên kurdistanî weşanê dike.. du kêmasiyên mezin yê vê qenalê hene yek jê heta êvarî nûçeyên derheqê gendelî û bêexlaqiya ku li xwîn û avika başûriyan geriyaye diweşîne û başûriyên ku hemû kar û xizmetên xwe spartine xulam û xidamên ji welatên wekê hîndîstan û efrîqayê hatine û keftine xem û derdê quzzê jinên têrmakyaj û qûnbeş û singfireh dihetikîne û dike ku ji şerman nekaribin derkevin ji derve.. û kêmasiyan dî ya mezin jî strana ''bilind apo, mezin apo, serok apo, rêberê gelê me'' naweşîne.. û nûçeyên anfê û yên azadiya welat naweşîne.. filan..



31.08.2013 18:23 | endazer

5. ji têkoşîna Ypg bêbextî lê kirin.li bangeşe öso dikin.



31.08.2013 20:38 | mitra

6. rudaw tv çermê hemû pêşmerge, gerîlla, şêrgelan digore ji kîrê teceyê re dike kondom û teceyê bera ser xwe de dide. televîzyona nêçîrvan barzaniyê fîrewn e! konsepta kurd1ê negirt îcar jî rûdaw tv vekiriye, baş e ku wekî miqnetisê hemû kurm, kêzik, gû û rêxê dikişîne xwe û dostê me! yên dijiminê postê me wekî ku daweta diya wan be govenda wê digerînin. va ye belgeya xwefiroşiya bêrû-daw tvyê

http://lekolin.org/news_detail.php?id=3674

kêmasiyeke wê ya din jî heye çêlik mêlikên di lîseyên fetoş de xwendiye, dikare bigire cem xwe, bila ew jî bikaribin heqê "ttnet sınırsız 8 mpsye kadar"ê bidin



01.09.2013 01:09 | quto

7. kêmasiyeke din ya mezin ya vê tvyê jî ew e ku bi zimanê tirkî weşanê nake û di weşanên xwe de cih nade bernameyên bi tirkî.. êê babam bi xwudê gelekî normal e ku ehmeqên me yên ultra rêxistinparêz ku bi serê kîrê xwe difikirin û dipeyîvin û dinivîsin û her tişta bi kurdî ye bi eşîrî û teesûb û feodaliyê tometbar dikin rabin û bêjin nêçîrvanê fîrewn emr û dîrektîf ji teceyê standiye û ji bo dijminî û dijayetiya pkkê ev kanal daniye.. çimkî heçiyê kurdistan û welatparêzî ye di bin tekela wan û girava wan a di bin dest û kontrola teceyê de ye.. heçiyê ne ji wan be li dijî wan e.. kêmasiyeke din a mezin ya vê kanalê jî heta êvarê bijî bijiya wan ya ji bo nêçîrvanê fîrewn e heçî nizanibe wê bêje qey camêr xaka xwe ya bindest ji bin destê dijmin bi şerr û têkoşîneke destanewer azad kiriye.. tabî feqîrên kêmaqil yên ku nekarîne û heta hetayê wê nekaribin di heyata xwe de qene ji ezmûnekî jî puanek baş bistînin û belaş û bêpere mafê xwendinê di dibistanên taybet de bistînin radibin kurrên xelkê bi fîrewniyê û nizanim çi quzzilqurtê îtham dikin.. sedam çû vaye esed jî diçe ku siba erdoğan jî here nizanim hûn ê xwe bispêrin kîjan qubletê..



01.09.2013 01:42 | endazer

8. ger ku belge hebin, ew belge ji kur hatin û çawa gîhştin destê wan.



02.09.2013 16:06 | rêdûrkobanî

9. rûdawê di bersiva xwe de kevirek qerrase li nava tehta eniya neweyî û bêbextiyên çapemeniya pkkê daye.. ''Pêwîstiya Rûdawê bi pere û pêwendiyên MÎTa Tirkiyê nîne û rayedar û berpirsên PKKê dikarin dema digel MÎTê hevdîtin dikin, li ser vê mijarê jî gotûbêj bikin û lêkolîn bikin..''

fermo ateîstno û sempatîzanno de werin û vî kerî ji vê bihorê derxînin..



02.09.2013 16:17 | endazer

10. hinekan dibejin ko ew tv'ya bi destÊ dewleta tirkiya hatiye avakirin. ger wusa ye dewleta tirkiye karekÎ pir xweş çekiriye. dive em hemÛ karÊn wiha ra çeppik lÊdin.

ewÊn ko tenÊ karÊn apociyan qabÛl dikin, pewiste ko rind bizanibin ko:

trtşeş karekÎ xweş e dive be pesandin.

kurdoloji karekÎ xweş e dive be pesandin.



21.09.2013 20:08 | cinorek

11. ger televizyonek rewşa hewayÊ wusa dide, ew televizyona kurdperwer e, neteweperest e. ÊdÎ hiÇ peyv nemawa jÎ reş kirina wê:

http://rudaw.net/sorani/kurdistan/2309201310



23.09.2013 16:39 | cinorek

12. bi weşana xwe ya profesyonel û şarezayî, bi kurmancî ya fesîh a ku tê de tê bikaranîn ve hebûna xwe pirr li xweşiya min tê. Herwiha malpera xwe jî bi her awayî ve gelek pisporane, jêhatiyane û şarezayene ye. malpera xwe him bi soranî, him bi kurmancî tim tim tê rojanekirin.

êdî gerek di hin tiştan de partîzanî, sekterî bê terikandin û tiştên rind re rind bê gotin, ên xerab re jî xerab bên gotin. belê tiştên rind liyaqa kurdan in jî.



24.09.2013 00:01 | fethî ronî

13. televizyona ku êdÎ li ser satelîta TurkSat jÎ dest bi weşana xwe kir. Êdî gelÊ bakurê Kurdistanê dikarin bi rihetî Rûdawê bişopînin. tewanin frekansÊN Wê;

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/rdaw-li-ser-turk-sat-dest-bi-wesana-xwe-kir-h5128.html



17.11.2013 19:43 | cinorek

14. televîzyonek kurdî ye ku tirkiyeya ku ji bo girtina televîzyonên din yên kurdî çi ji destê were dike, destûr dayê ku li satalayta tirkiyê bixwe de weşanê bike.

tê wê wateyê ku vê qenalê de tiştên ku ji bo dewleta tirk "talûke" be, tune ye.

ez şaş im gelo?



18.11.2013 21:20 | simurg56

15. televizyona ku di ser turksatê de jî êdî weşanê dike.

televîzyonêk gelekî bi qalîte ye û gelek profesyonel e. weşana wî hd ye.

îro min di vê qenalê de guhdarî bernameyek di derbarê rojavayê kurdistanê de kir. 6-7 kes nivîskar-siyasetmedar û hwd hatibûn. bi zimanekî xweşik guftûgoyên gelek xweşik dikirin. mirov dikare bi saetan guhdarî vê qenalê bike



22.11.2013 00:51 | brusk56

16. Televizyona kû piştî ser peyka turksatê dest bi weşanê kirî ve temaşe dikim e. Pêşiyê di lîsteya qenalan de stêrk tv di rêza yekê de bû. Lê piştî kû rudawê li ser turksatê dest bi weşanê kir êdî derfet çêbû kû ez temaşe bikim û naha di lîsteya qenalan de ew di rêza yekê de û stêrk jî di rêza diduyan de ye..



22.11.2013 00:58 | nan û av

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» rudaw ber bi ku ve diçe

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî