Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
dilo rabe - tirşik
dilo rabe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji helbestên kurdî yên hawarê li dil dikin e. dilo rabe bike karî, bîşû dest alî merdanî

helbesta şêx nûredînê birifkanî ye. selîm temo çûye ser banê medresa qasimiyê ji me re vê helbesta xweş dixwîne:





Dilo rabe, bike karî, bîşû dest alî merdanî
Meke kislanû vî carî, dest hilîne b’ke isyare

B’ke ixtîyar li dinyaê, wekî Adem û ‘Hewayê
Yeqîn tûj d’çîye fenaê, li paş dibî şermuzare

Li paş dikî gelek şerm e, mirin ‘heqq e dête ser me
Evrû bazara te germ e, bes bike bey’ û bazare

Bes bike bey’na û şîre, tu terk bike mal û kura
Wekî merdê ‘sa’hib sera, wekî alê di ixtîyare

Wekî alan e’s’haba, tu kêm bike xurd û xaba
Bes bike zewq û şeraba, guh mede nefsa keffare

Nefsê tuyê bêkar kirî, pir sûc û gunehkar kirî
Ji mewlaî şermuzar kirî, gelek ‘eyb e, gelek ‘ar e

Gelek ‘eyb e tu her hû kî, hemû şûla b’dilê xû kî
Tu dê xûlî b’serê xû kî, ev çi kesb e, ev çi kare

Ev çi kesb e te hilgîrtî, ‘hubba dinyayê tu girtî
Cem’e dîkî kîrt û pirtî, ji enwa’ê di emwale

Cem’a malî nef’e nîne, tu qenc bizane b’yeqîne
Xîlaf û şik ger tê nîne, bi qewlê ehlê ebrar e

Bi qewlê nebî û îmama, zikrê Xudê ‘sûb’h û şama
Lazim l’ser xa’s û ‘ama, bi kîtab û bi guftare

Dilû bû çî tu nizanî, nefsa şirîka şey’tan î
Hem neyarê l’gel Xudan î, wekî gurgan û ‘heftyare

Weki gurgê li nav berxa, wekî ‘teyrê li ser ferxa
Daim dikit dewr û çerxa, şev û roje, meh û sal e

Şev û roja tu ‘xafil bî, li ser fe’ila di ba’til bî
Bi dûrî pîrê kamil bî, bi çend salayî paş mare

Tûyê rûwînî çi sewdayî, ‘talibê malê dinya yî
Tarikê emrê xuda yî, ey rûreşê gunehkar e

Ey rûreşê bê’hed gelek, wek ‘ebdê bê nan û nimek
Bû wî fikir, hatî felek, ‘umir te çû bi xisare

‘Umir te çû tûbe nekir, te pêzanî ‘emel nekir
Qet j’gunnuha te bes nekir, te ne fikr e, te ne war e

Tu dê kengî keyû ‘emel, tu bes bike ‘tûlil emel
Gehişte te mirin û ecel, tu dê kengî keyû kare

Tu dê kengî keyû karî, daim bikî gîrî û zarî
Mekanê te qebrê ‘tarî, te ne bang e, ne hewar e

Te çi bang û hewar nîne, daim dîkî gîrî û şîne
Meded ya nebî Nûrîne, li ber te bang û heware.



》Asoya Helbesta Kurdî daxe: Here lînkê



10.02.2017 23:46 ~23:51 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilo yeman
» rabe ji xewê

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî