1. ew ixtimalek mezîn e. |
|
09.02.2017 10:36 |
elaziz izzetpasa camii
|
2. lâ havle ve lâ kuvvete illâ billâhil aliyyil azîm. |
|
09.02.2017 12:52 |
nazim tolhildan
|
3. kurd cara ewil di ser çiyayên zelandaya nû de hatine dîtin, dûre ji nişka ve ji wir jî ji holê rabûne, tê gotin ku li zelendaya nû de jêmayiyên molotof kokteyl hatine dîtin. loma ihtimaleke mezin rast e, jê du hezar sal paşê li antartîkayê jî destmala kemalê amedê hatiye dîtin, jixwe dibêjin ji ber sermayê kemalê amedê ewqas zêde dileriziya, ji ber sermayê kiriye ku laşê xwe germ bike, ez qane bûm ji vê îzaha zanîstî re. jê du hezar sal paşê jî derbasî meksikayê bûne, jixwe meksikayî û kurd dişibin hevûdû, qismek ji wan hatine rihayê, koka rihayiyan ji meksikayê tên, jixwe bala we jî belkî kişandiye, rihayî jî meksikayî jî ji îsotên tûj hez dikin. ev yek jî nîşanî me dide ku ji heman kokê tên. hinek ji wan ji germa behicîne û çûne sîbiryayê, hezar sal dûre jî ji sibiryayê derbasî mêrdînê bûne, loma keçkên mêrdînê xweşik in, koka wan dihere taa bakûrê rûsyayê. qismek kurd jî ji çînê hatine, li çînê sûrek ava kirine û ji ber xelayê koç kirine û hatine amedê, li amedê dîtine ku ji bo pîşeya wan kar tune ye, ji bo siberoja xwe arz-talep çêkirine û pîşeya sûravakirinê saz kirine. û xelk jî dîtiye ku kêmasiyeke mezin e gotine heqê we heye, û li amedê dest bi çêkirina sûrên amedê kirine. jixwe wek hûn jî dibînin li çînê jî li amedê jî sûr hene. ev yek jî delîleke dîrokî ye. |
|
09.02.2017 14:06 ~14:08 |
ferhenga şikestî
|
4. piştî çend dewr û dewranan ji ber vê mijara ku derewên bêbingeh di xwe de dihewîne hatim!!! tir li ku das li ku? ma qey cihê kurd jê hatine ne diyar e û tu radibî dereweke wilo dikî? û serde jî gelên îranî ji navenda asyayê nînin. qirna qemên arî cihê ku îro di destê dewleta îranê de bixwe ye, navê wê kevnar "area" ye. "ariya" "êran" û "îran" ji vê kokê tên. navê qewmê "arî" jî ji vir tê herwekî înglîz jî ku qewmekî arî lûxata wan de hê jî peyva "area" heye û wateya wê jî "cih, herêm filan û nêvan e" neyse ewqas bes e hêrsa min çû!!! |
|
09.02.2017 15:51 |
ceso
|
5. Gelo ka em ji îskandinavyayê hatibûn.? |
|
09.02.2017 16:29 |
cinorek
|
6. (bnr: not 404 found) |
|
09.02.2017 16:40 |
bûtîmar
|
7. ez kurda ji çiyaye zagros u kafkas u babil u gavgaz (cacaus)heta sinore afgan u eraba u klik'an. |
|
01.04.2021 19:48 |
hak buddy
|
8. Kurd jî wek tirkên tirkiyê neteweyek hevbend (hîbrîd) in. Yek ji elementên ku eslê Kurdan pêk tîne jî xêza Aryen e. |
|
19.09.2023 04:50 |
cinorek
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |