Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
mezheba şafiî - tirşik
mezheba şafiî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. piraniya kurdên tirkiyê vê mezhebê dişopînin. lê pir ne mimkun e ku meriv bigihije agahiyên 'amelî ya vê mezhebê. geh ne li çavkaniyên çapî ne jî li înternetê. ji bo agahdarkirinê meriv dikare çend nivîsên tevlihev û dûr û dirêj dest bixe. lê ew ne pratîk in û alî nake ew kesên ku dixwazin dest bi mesela nimêjê bike. heke li dora we dîndareke şafiî tune be, gengaz e ku hun ê têkevin riya hanefiyê. ji ber ku gelek çavkaniyên wan ên ji bo rêdan û hînkirinê hene û bi sîstematîkî, bi tablo û şemayan, di kîjan wextê de çend rekat, di kîjan rekatê de kîjan duayê tê xwendin, rêzên duayan, ferqên ferz û sinet û qezeyan, xwendina tizbiyan rê didin, hwd.

tê bibêje qey diyaneta dewletê dixwaze kurdan li aliyê dînî ve jî "asîmîle" bike. (ha ji bo min mezheba henefî ji ya şafiiyê baştir e lê ev nîqaşeke din e.)



04.02.2017 21:09 | biruya hayao miyazaki

2. Yek ji 4 mezhebên îslama sunîtî ye.
Pirraniya kurdên tirkiyê wê mezhebê tetbîq dikin.
Çend cûdatiyên wê mezhebê;
~her masî yan şeytanokên deryayê helal in. Mina canberî û axtapot.
~gava xwîn ji bedena mirov derkeve avdesta mirov betal nabe.
~Lê gava mirov temasê jinekê bike avdest betal dibe.
~ji bo zewacê îcazet lazîm e. Ji dê û bav yan jî ji her ki ji wan mesûl e.
Misilmanên malezya û endonezyayê jî li ser wê mezhebê ne.
Her çikas ku hijmara kurdên şafiî zêde be jî li tirkiyê û li kurdistana bakûr gellek kurdên henîfî jî hene. Eşîra me yek ji wan e. Li devera me kurdên zaza şafiî ne. Kurdên kurmanc henifî ne.
Gava xwarinên xoşmeze yên seafood dibinim dibêm xwezî ez jî şafiî bibûma *



25.04.2019 12:20 ~20:35 | cinorek

3. ne tenê li tirkiyê, li îran iraq û sûriyayê jî piraniya kurdan ji vê mezhebê ne. şafiîtî bo gelek kurdan wekî nasname ye. herwiha dewletên wekî eyûbiyan anjî merwaniyan jî şafiî bûn. yek ji sedemên şafiîbûna kurdan jî ev e.



25.04.2019 19:48 | sloujouc

4. Dema ku bi hevra wek cemaat nimêj tê kirin û şafî disekinin heta henifî nimêja xwe biqedînin û dûre şafî silav didin dora xwe û diqedînin.Pirr karîzma dibe heyran.



25.04.2019 23:24 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» mezheba şafiî

Kategoriyên mijarê:: oldin oldin oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî