Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
mijarên siyasî yên di tirşikê de - tirşik
mijarên siyasî yên di tirşikê de
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Merax dikim di bin wan mijarana de çi tê axaftîn.



22.01.2017 08:22 | elaziz izzetpasa camii

2. Mijarên kû tenê endamên kevn (nizanim çend kevin) dikarin bibînin.



23.01.2017 01:04 | ycup

3. Hinek nivîskarên ku heya wan ji rojevê heye, analîznên pir girîng û hêja dikin. Gelek caran nûçe û analîzên ku min nebihîstine di van mijaran de dibînim. Mînak berxwedana el babê vs berxwedana kobanê, di vê mijarê de birastî jî tirșikvan tiștekî wisa rast û di cihde gotiye ku hê min ji tu kesî nebihîstiye.

Pênas: Ew mijarên ku veșartina wan, nîșana neewlehiya li dewletê ye. Her roj di nûçeyan de hinek însan ji ber nivîsên xwe bi xezeba dewletê re rû-bi-rû dimênin. Pêșî min jî rexne dikir lê vaye diyar bû ku ne șașî ye. Lê dibe ku ji bo dîtina mijarên siyasî sînorê 100 mijarî jî gelek be.



23.01.2017 02:32 ~18:48 | gumgumok

4. Kêmtirîn divê 100 mîjarê te hebe ji bo dîtin û nivîsandina peyamên sîyasî.

Derd û kulên kurda hemû li ser van bêşan e

sed mîjarê binvîsîn û wan derd û kula bibînin



31.03.2019 15:33 | brzn

5. mijarên ku te 100 peyam nenivîsîbe tu nikarî bibînî lê ger di rojevê de mijareke siyasî hebe peyamên wê li beşa dengdanên dawîn de hinekî xuya dike.



05.11.2020 13:29 | keyomerd

6. Veşartina wan mijaran bûye sedema dûrketina min ji tirşikê. Siyaset axaftin zad û ava kurdî-axêveran e. Çima hûn wan mijaran ji me diveşêrin?



05.11.2020 15:46 | lawkegoyi

7. Ji bo dîtina mijarên sîyasî divê 100 peyam were nivîsandin. Bi min qayîdeyeka di cih de ye, ji ber ku armanca tirşikê geşkirin û belavkirina nîqaş, dev-avêtin û şerên naxweyî nîn e. Dema mijar dibe sîyaset, jiber heqaret û dijûn û gotinên neçê yên derheqê kesayetiya mirovan de dilê meriv têkilhev dibe.

Lê nivîskarê/a 100 peyam nivîsandiye, dê têra xwe peyamên têrûtijî û zanyarî yên tirşikê bibîne, formata tirşikê hîn bibe, nîqaş û şerên naxweyî yên berî qewimîne bibîne. Ev yek, bi awayek erênî, dibe sedema guherîna ûslub û şêweya wî nivîskarê. Û dê bi zimanekî erênîtir nêrîn, rexne, zanyarî û analîzên xwe yên derheqê mijar, bûyer û kesayetên sîyasî de binîvîse.



05.11.2020 17:25 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» mijarên tivirloismail
» yên ku xaniyekê dikin mal
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî