Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ubuntu edge - tirşik
ubuntu edge
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê telefona biaqil ya ubuntuyê ye ku hê tune ye.

berî mehekê ji bo ku telefonek wisa were derxistin ubuntuyê (ya rasttir şîrketa canonicalê) her tişt plan kiribû, hemû taybetiyên telefonê, bûhayê wê û heta roja teslîmkirina wê aşkere bûbû. tenê mabû pere.

ji bo pereya ji bo vê projeyê pêwist were berhevkirin ku jê re 32 milyon dolar pêwist bû, kampanyayek hat destpêkirin. heçî kesê dixwaze vê telefonê bikire, dikariya perê wê ji niha ve bide û dema telefon derket telefona xwe bistîne.

di nava mehekê de ji bo piştgiriyê 12 milyon dolar pere hat berhevkirin. ev reqem di vê mijarê de rekora dinyayê bû lê mixabin têra projeyê nedikir. loma proje niha hat taloqkirin û perê herkesî li wan hat vegerandin.

xwezî pêk bihata. ji ber ku telefon wê ji bernameyên çavkaniya azad pêk bihata û li gorî iphone û samsung s4ê taybetiyên wê gelekî baştir bû û bûhayê wê jî kêmtir bû . (128 gb dîska wê û 4 gb ram'a wê hebû) her wiha telefon wê him bi androidê him jî bi ubuntuyê bixebitiya.

neyse, qet nebe vê bûyerê piştgiriya mezin ya ji bo ubuntu û canonicalê nîşan da, wê helbet rojekê pêk jî were.



28.08.2013 16:46 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ubuntu edge
» edge of tomorrow

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî