Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
elementary os - tirşik
elementary os
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pergaleke xebatê ya linuxê ye. (bnr: pergala xebatê)

http://elementaryos.org/

li ser bingeha debian hatiye avakirin û loma pakêtên .deb bi kar tîne. elementary OS bi taybetî bi dîtbariya xwe ya 'paqij' derdikeve pêş. lê dîsa jî ji distro'yên weke ubuntu, min û hwd. hinek cudahiyên dîtir lê zêde kirine. elementary OS compiz bi kar nayne. şûna wê Mutter'ê bi kar tîne. lê ya rastî ev bername qet nikare bi compiz'ê re were danberhev.

ji bo kesên ku nizanin compiz çi ye, dikarin vîdyoyeke min ya berî 5 salan temaşe bike: http://www.youtube.com/watch?v=X-RcX0f6Lss

elementary OS ji bo kesên ku nû derbasî linuxê dibin, dikare bibe gava ewil. lê hê jî ji bo bikarhênerên nû yên linuxê, ez bawer im linux mint baştir e.



28.08.2013 09:22 | simurg56

2. dîstroya ku li ser guhertoyên lts ya ubuntuyê tê avakirin û ji ber wê jî gelek stabîl e; pirsgirêkan dernaxe û ro bi ro stabîltir dibe.. nuha guhertoya 0.4.1 loki ya reşandinê ye.

piştî ku min dev ji lêgerînê berda ya ku çareya xeletiya wifiyê ya ubuntuyê* elementary os bû xizirê min. Gelek sivik û xweş e, sade û ji ber hin cudahiyên wê ya ji dîstroyên din wekî tunebûna bijkoka daxistinê ya pacê, meraqa meriv teşwîq dike. xwezî kurdiya wê heba. bi ya min qasî wergerandina berhemên wêjeyê girîng e kurdîkirina wê û helbet dîstroyên din ên linuxê. divêt pckurd.neteke din derkeve holê.

min li ser wê ceribeke nivîsand, heke bala we bikşîne: Here lînkê

nîşe: serrastkirina girêdanê.



05.08.2017 23:07 ~2021.07.01 11:41 | biruya hayao miyazaki

3. piştî du-sê salan, min dev ji deepin-ê berda û dîsa vegeriyam ser elementary os-ê. niha guhertoya herî dawî a stabîl 5.1 Hera ye. bi rastî jî gelek xweş û sivik e, piştî salan dikarim bibêjim ku di meseleya stabilîteyê de bi paş neketiye. çend hefte berê 6-beta hat nasandin. bila guhertoya wê ya stabîl were belavkirin ez ê dîsa nivîsekê vekolînê amade bikim.

malpera wê: Here lînkê



01.07.2021 11:40 ~11:46 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» elementary os

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî