1. di sala 1958an de li bexdayê hatiye dinyayê. ji ber ku babê wê dîplomat bû. di yanzdeh saliya xwe de dest bi piyanoyê kiriye. lê enstrumana wê çeng e. dengê wê heyat e. yekemîn albuma wê ya solo ruhî rewan e. |
|
2013.08.28-03:18 |
terkexem
![]() |
2. jina ku bi dengê xwe û çenga xwe dikare hespekî hêçketî jî terapî bike û têhna ax û welateke qerac û qelişî dane û bêhna teng û biqeswet ya gelekî bindest jî aş û avreşandî bike.. |
|
2013.08.28-05:21 |
endazer
![]() |
3. jina ku melayê cizîrî bo wê şi'ran lê kiribû. |
|
2013.08.28-12:44 |
înano lo
![]() |
4. tatar keça tataran! xuşkên min ên tatar jî hene.. heta li şirnex mezintirîn êl û eşîr ya tataran e.. lê bi dilê xwe asîmîle bûne û çendî bi temamî qoricî bin jî bi kurdî diaxivin û ji kurdan zêdetir bi edetên kurdî ve radibin.. lê bi qewlê abbas ehmed mesele ne ev e! belê tara xan xwedawendeka mûzîkê ye.. û li gorî min lutf û kerem û nîmet û mûcîzeyeka xwudê ye ji bo me kurdan.. berê min di hevpeyvîneka pê re hatî kirin de xwendibû digot li nexweşxaneyeka taybet an klînîk baş nayê bîra min bi çenga xwe û stranên xwe nexweşên psîkolojîk terapî dikim.. û digot ne ji mêj de ye ez hînî jenîna çengê bûmê.. û digot bizanebûn hemû stranên xwe bi zaravayê hewramî dibêjim û distirêm.. erê ka bistire lê! |
|
2013.09.17-06:11 |
endazer
![]() |
5. li ber dilê min Xwedawenda mûzîkê ye. |
|
2013.09.17-19:06 |
seydayê_peyvan
![]() |
6. kêliya dî ez liqayî wêneyekê xanimê hatim, min ne wezinandiye lê lamikên wê yanî hinarikên rûyê wê her yek 5 kêlo goşt tê heye.. maşelleh dema dikene dêmên wê digihin hev û dev û lêv di nav dêmên wê de wenda dibe.. |
|
2013.10.07-23:43 |
endazer
![]() |
7. hunermenda ku peyvêk tenê ji bi tirkî nizanê. * |
|
2014.01.13-13:26 |
karmatî
![]() |
8. bi tirkî zane, tirkiya wê ne ew qas baş e lê bi hêsanî dikare ya dilê xwe bi der bîne.. par an pêrar baş nayê bîra min derketibû ser televîzyona habertürkê, û bibû mêvanê bernameya doğru açıyê.. di wir de bêyî tercûman bi tirkî diştexilî.. ez lê geriyam lê qeyda vê bernameyê min nedît.. |
|
2015.01.17-04:28 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
![]() |
9. keybanûya muzika kurdi. Bi xêra wê min arp nas kir û ji arpê hez kir. |
|
2015.02.11-14:58 |
diclefirat
![]() |
10. Gavek berê di malpera onedioyê de min navê wê dît. Bi rastî şaş dimînim ku çawa berê navê wê nebihîstime. Bi min loreena mckennittê kurda ye. Niha strana wê ya bi navê sîmfonîya gûman guhdar dikim. Kêfa min pir ji muzîka wê re hat. Niha difikirim ku navê wê çawa derneketiye pêşiya min. |
|
2020.08.11-21:33 |
yûsiv
![]() |
11. ez bawer im divê paşnavê wê jaff be. her wekî din dengê ku ez nêzikî tara jaff dibînim ilana eliya ye "kurda cihû". jixwe ez wê hewramî zanim , stranê wê nî kurmancî hene .. |
|
2020.08.12-01:39 ~01:43]|
shwinsherm
![]() |
12. *hunermendek hêja (bnr: soryaz) vîdyoyê veke (bnr: her warek bi bilbilek) |
|
2020.08.12-13:23 ~13:24]|
fîriko lao
![]() |
![]() |
rojên temaşekirina fîlmên kurdî [1] |
![]() |
milad hannibal [1] |
![]() |
google adsense [4] |
![]() |
zanîngeha rojava [3] |
![]() |
lawij [3] |