Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
rêya 75an - tirşik
rêya 75an

Navê mijarê ya ewil ev bû:rêya 75
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li amedê rêyek e..
ne tenê rêyek e bi qasî du sal in populertirîn cihwarê amedê ye

bîra mi têtin di sala 2008'an de xalê min di ser vê rêyê de bi qasî 135 mîlyarî ji xwe re di qata dozdehan de malekê kirîbû, wexta ba min malê kir ez çûm ku dawiya amedê ye û jê wêdetir xanî tune ye, di hêla rojavayê de qerejdax xuya dike, ji hela bakur ve çiyayên hêne, pîran û licê xuya dikin û avahiya nexweşxaneya perwerdehî û lêkolînê ya diyarbekirê xuya dikir, ji xeynî van tiştan ne kevirek hebû ne jî rê û kolanek. min got xalo ev çi mal e? cihê ku tu hatî hê medeniyet nehatiye, xalê min ez birim şaneşînê û got binêre, di vê xetê rêyekê çê dikin, navê vê rêyê rêya 75an e û rêya herî mezin a amedê ye, çend sal şûnde wê bibe gelek populer, neyse min guh neda, min got carekî hetanî ofîs hebe dereke dî qet nabe populer.

wê demê hê nû avakirin û sazkirina vê rêyê û derûdora wê dest pê kiribû, toz û duman bû, carinan vesayît dihatin êdî suc û guneh yê wan e di nava vesayitê de dixwarin vedixwarin bi hev şa dibûn, ez diheyirîm bê ka çawa tiştina wilo diqewimin li amedê..
bi qasî 5 salan de rêya ha û derûdora wê xelas bûn, hêdî hêdî xaniyên buha lê kirin, piştî du salan vêca li sûrê şerê xendekan dest pê kir û ji ber şerrî ofîs êdî populerîteya xwe wenda kir, lê dîsa jî min digot çend meh şûnde dê dîsa mîna berê ofîs berztir û geştir bibe, belam rojkî di ser vê rêyê de ez çûm ber otogarê, -bulvara ango xaçerêya mahabadê rêya otogarê û ya 75ê li hev girêdide ango digihîne hevdu- min dît ku li ber cafe û restorant û dikanên li ser rêya 75'ê bi vesayitên luks dagirtî ye, hama bêje tu qelîştek nemaye ku vala bibe,hemî mekanên li wir tijî ne, min wêga got divêt qebul bikî êdî efsaneya ofîsê mefta bû hew meriv dikare li ser gorrê fatihayek û telqînek bixwîne...

bi awayekî matmayî û heyirî vê rewşê temaşe dikim birêzekan binêrên ezîz.
di ser vê rêyê de xanî tew bûne kêmtir 300 mîlyarî, hinek bi kolanên wirde diçî ancax dikarî bi 200 milyarî malekê ji xwe re bikirî, ez qebul dikim hê jî li gorî metropolekê ev buha baş e, xaniyên bi vî rengî li bajarên wek stenbol, îzmir, riha û dîlokê bi trilîyonan in, lê tiştê ku ez diheyirim çawa çêbû di nava heft hêşt salan de buhaya xaniyan penç şeş qat zêdetir bû? berê malên herî bûya li wîlayet û li ofîsê bû, mala kalê min li ofîsê tam di ser rêya ekincilerê de bû ne şaş bim kalê min wê çaxê bi 120 mîlyarî firotibû, ango em diikarin bêjin wê wextê mala herî buha ewqas bû belkî 130-140 hebe lê jê zêdetir ne gengaz bû lê îroj xaniyên li ser vê rêyê -ku ne dubleks- hetanî 500 milyarî û jê buhatir jî hene, hûn dikarin li ser netê binêrin...

meraq dikim ev arz-talep çawa peyda bû? çima ev rê ji nişkê ve derket û populer (an jî kî bû sebeb ku evqas populer be? kê îhaleyên vê derê çêkir? bêrîka kê tije bû? di ser rê de erdên kê hebûn? hewd..) bû?
pir balkêş e, wexta xaniyên vî rengî têtin lêkirin hê sazbûna wan xelas nebûne têtin firotan, tevî ku em dizanin amed bajarekî feqîr e... tabê di vir de helbet bandora wekhevnabûna debarê heye, hê jî nifûsa bağlarê bi qasî nîvê amedê ye û pirranî gelek feqîr in....

neyse gelek pirs he ne



05.01.2017 13:48 ~15:30 | ferhenga şikestî

2. Hema boş û bereday hatîye popûlîze kirin û buhaya avahî û dikanan firandîne jor bi sucê wan buhayên xanîyên gazîler û dîclekentê jî belasebep firîyane.



05.01.2020 20:42 | azad30

3. Rêya ku navê fermî mahabad bulvarı ye lê her kes jê re dibêje 75 (bi tirkî). Waliyên amedê dibêjin "mahabad bulvarı" lê gel dibêje "yetmişbeş", beriya niha dewletê, navekî tirkî dikir fermî û çiqas sal derbas bûya jî gel, kurdiya wê bikar dianî lê niha rewş paş zivirî ye. Li amedê çend cihên wiha hene. Yek ji wan jî cadeya mezopotamya ye. Ev cade, aliyê stadyûma nû 1-2 km. jor a bûlwara mahabadê ye. Bi fermî navê vir mezopotamya caddesi ye û walî û walitiya amedê wisa bikar dînin lê gel dibêje vir "ellilik".
Hûn çawalêhato yekî amedî bipirsin "rêya mahabadê" an jî "cadeya mezopotamya" li ku ye, ger zanebûna wî/ê ya xerîteyê tunne be nikare bersiv bide, lê dema hûn bêjin "75" an jî "50'lik" dikare ji we re terîf bike. Min vê rewşî heta niha bi çend amediyan serborî kir. Gorî min ev tişt ji ber hînbûniyê ye. ji ber ku navên berê tirkî bûn paşê dema hêdî hêdî avahî li wir hate çêkirin Navê wan guherandin. Lê ji ber ku zimanê serdest tirkî ye û her tiştê adresan bi tirkî tên bikaranîn ev hînbûnî derbas nabe.
Rêyekî pir pêşveketî ye. Ameda nû derdora vî rêyî bilind bûye û hê jî bilind dibe.



22.12.2022 15:52 ~2022.12.23 00:28 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêya bêveger

Kategoriyên mijarê:: cihuwar tekili cihuwar tekili cihuwar tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî