Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kesên heta derengê şevê ranazin - tirşik
kesên heta derengê şevê ranazin

Navê mijarê ya ewil ev bû:kesên heta saetên derengên şeve ranazin
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bawerim bêhtir xwendekarin ku piranî demê bi înternetê diborin an amadekariya ezmûna dikin mixabin piştî demekê ev yeka dibe rûtînek û jiyana rojane serobino dibe an dibe ku vexûyanek depresyonê be jî.



29.12.2016 05:04 | şikber

2. berîya ezmûna ez seet 12 an jî 1ê şevê radizam. lê niha ji ber ezmûna seet dibe 3, 4 carna 5
ya rast zêde zû razî jî nebaş e, zêde dereng şiyar bibî jî nebaş e. piştî ezmûna ez ê bikevim vê modê.



29.12.2016 14:00 ~14:01 | xendekî

3. kesên ku serê sibe şîyar nabe. *



29.12.2016 15:13 | serxwes

4. (bnr: şevên dirêj li gel tirşikê)



29.12.2016 18:06 | bûtîmar

5. nîşaneya bêkarîyê ye. hemû alîyên jiyanê de ger mirov bêxem, bê heyecan û bê armanc be seetên razanê, xwarinê her paşve diçin. kuro bangê êvarê dide ez nû taştî dixwim.



29.12.2016 19:22 | raskolnîkov

6. Yên bi şev narazin aklê wan baştir e. Û ew karên giringtir dikin. Minak pirtûkên serkeftî bi şev tên nivisandin..



29.12.2016 19:30 | cinorek

7. (bnr: kesê ku niha vê peyamê nivisî)



30.12.2016 02:22 | ceso

8. dibe ku bi avayekê pirozî wê demê derbas dikîn.
şev bo ehlê maneviyatê deryayek e.



30.12.2016 09:45 | cinorek

9. kesinan ji ber karûbarên xwe nikarin razên, em bêjin ku xwendekar e û divêt bixebite ew çarneçar heta nivê şevê an danê sibehê şiyar dimîne. an jî em bêjin ku bi vardiya dixebite an jî nobedar e nikare razê divêt bixebite, ew her du kategorî jî ji bêgaviyê ne û ger kesên ku ji ber sedemên van yekan bi şevan nikarin razên di demeke şûnde ger ne pêwîst be jî ji bela hînbûna laşî nikarin bi şev razên..
yên dî ji ber artîstiyê ranazên, qet qisûra min mêze nekin, nexasim bi belavbûna internetê û hêsanbûna gihîştina zanîn û agahiyan hinek dejenarasyon jî bi xwe re anîn, ev çendek e bala min dikşîne li ser medyaya sosyal gelek agahiyên bêbinî belav dibin, yek ji wan jî ev mesele ye, dibêjin ku mirovên heta nivê şevê nikarin razên gelek jîr û jêhatî û baqil in bla bla bla...

hevalno kom bibin, ezê ji we re agahiyekê bidim; we dixapînin! erê erê we şaş nebihîst we dixapînin tiştekî wisa tune ye yanî hişyarmayîna bi şev, bi jîrekî û baqilîya we ve têkildar nîn e, hûn eyb e gotin hinekî pez in û zû bawerî pê agahiyên bêbinî tînin, ger derfeta we hebe bi şev şiyar nemînin, ev yek hevsenga hesas ya laş û bedan û ruhiyeta we xira dike, derketina li dijî ya xwezayê merê ne jîrekî ye, ehmeqî ye..
niha hûn bi dilekî rehet dikarin razên, wa ez çûm, kips;)



30.12.2016 13:29 ~13:31 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên depresîf
» hetawî kurd
» şevên bi xewa roj hatine herimandin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî