Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
çile - tirşik
çile
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. di nav gel de wek "çille" tê xandin. (du heb "l" va)
wek navê xwe jî çil roj in..
40 rojê zivistanê yên ewil û 40 roj jî ên dawiyê ne.

(bnr: serê çila) îro ye. gorê hesabê kurmancî (li cem me em wisa dibêjin. ne hîcrî, rûmî, mîladî filan. (bnr: hesabê kurmancî)) îroj, 21ê berfanbarê, destpêka zivistanê ye.

zivistan du çile ye. Piştî herdu çileyan dibe mard (adar)..

çîrok û rîwayetên di nav gel de:
gotina cîya min:

çila ewil dibêjin hirç ketiye çile. Çil şev û roj hirç, şevê li ser kêlekeke xwe radizê û nav rojê jî li ser kêleka xwe ya din radizê.
çileya duyem da jî hirç hişyar dibe.

an jî çileya pêşiyê de hirç li ser kêlekekî radizê û ya duyem jî li ser kêlela din radizê û dibe mart (adar). Adarê de hirş hişyar dibe... *



22.12.2016 13:13 ~13:22 | bûtîmar

2. (bnr: te go hirç?)

(bnr: erê min go hirç) *



22.12.2016 13:23 | bûtîmar

3. Çile (n)
nameyê aşme nîyo, nameyê wextêkê mueyen yê 40 rojanê zimistanî yo; 11ê Kanûnê verînî ra dest pêkeno heta 20ê Kanûnê peyînî dewam keno. Yanî 20 rojê Kanûnê verînî û 20 rojê Kanûnê peyînî benê "çile".

Çile 40 rojê zivistanê ye. 20’ê kanûna pêşîn dest pê dike heta 20’ê kanûna paşîn didome.



02.08.2020 15:02 | kajav

4. Di Salnameya Kurdî de 40 heye û ÇiLE heye. Ev herdu çendî ku ji hevûdu dûrebar bin jî, lê hevbariya wan jî heye.
Di Salnameyê de, ji xeyn ”40”ê, du çile hene. Yek, di havînê de ye û yek di zivistanê de ye.
DESTPÊKA ÇiLEYÊ HAVÎNÊ:
Roja Yekê Hezîrana (pûşber) Mîladî dest pê dike û roja Nehê Temûzê (tîrmeh) jî bi dawî dibe. Di vê çileyê de, germ zêde çêdibe. Navên vê germê jî, cuda cuda tê gotin.
(Di van 40 rojan de oldarên Yezdanî, rojî digirin û roja dawîn jî cejn dikin).
DESTPÊKA ÇiLEYÊ ZIVISTANÊ:
Çileyê Zivistanê jî, du beş in:
. Çileyê Mezin.
. Çileyê Piçûk.
Destpêka Çileyê Mezin:
Roja 21ê Çileyê Pêşî (meha 12) dest pê dike û roja 30/31ê Çileyê Paşî jî bi dawîn dibe. Roja destpêka zivistanê, ev roja 21ê tê hesibandin.
Zivistana di vî çileyî de, hin caran xedar e û hin caran bi hêsanî derbas dibe.
Destpêka Çileyê Piçûk:
Roja 20ê sibatê dest pê dike û roja û roja 17 yan 18ê adarê jî bi dawî dibe. Ev çile, 20 roj in.
Zivistana di vî çileyî, pir xedar û har e.
Di vî Çileyê Dawîn de, zivistana Kurdistanê pir giran û serma û seqem e. Li ser vê gelek çîrok û mesek û leqemok û pêkenokên folklorî jî hene. Ev e çend ji wan ev in li jêrê:
li herêmên zivistana dijwar, Kurd tedûra xwe di nava malê de çêdikin. Dibêjin, di Çileyê Pêşî de xelk li dora devê tenûrê kom dibe, lê di Çileyê Paşî de xelk xwe dixe nava tenûrê.
Di Çileyê Paşî de hin roj herwekî rojên biharê germ in, wisa xweş û bayê germ çêdibe. Li ser rojên wisa xweş, çend meselok û kurteçîrok jî hene. Yek ji wan a Gamêşqiranê ye:
Di Çileyê Dawîn de hem pût û alifê dewaran kêm dibe yan diqede û hem zimhêra hin malan jî diqede yan kêm dibe.
Di dem û rewşên wisa de malbat, ji bilî ga û çêlekan, dewarên xwe li malê cîranan belav dikin. Heta hinek zarûkên xwe jî eynî wisa belav dikin.
dibêjin, rojeke tav û germ yekî xwediyê çil gamêşan, gamêşên xwe birine çêrê. Ji vê çêreyê re AXLÊVE tê gotin. Ji nişka ve bûye berf û firtone, ew çil gamêş tevî xwediyê xwe mirine.
Çîroka din jî ev e: Yekî xwediyê çil heştiran, wan birine çêrê û ji nişka ve bûye berf û bahoz, piştre xweyiyê wan zikê heştirek qelaştiye û xwe tê de ji sermayê parastiye şev bi dawîn bûye.
Piştî xedarî û zordariya Çileyê Reş, dema dibe 21ê Adarê, îcar bihar dest pê dike.
Jixwe li ser biharê çend Gotinên Pêşiyan jî hene, weha gotine: ”Biharê berf digîje guliyê darê, lê namîne heta danê êvarê.”
Herweha gotineke din jî ev e: ”Adar e, dew li dar e.”
Rîspiyên Kurdan hertim di civat û caxiyan de ji xelkê re weha dibêjin: Di çile de hindik xwarin bixwin, hindik êm û alif bidin dewarên xwe û hindik şewateya zivistanê bişewitînin.



17.01.2021 20:58 ~21:28 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çilesir

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv jiyan cand zimanpeyv jiyan cand zimanpeyv jiyan cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî