Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hacî qadirê koyî - tirşik
hacî qadirê koyî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "Hecî Qadirê Koyî

Hecî Qadirê Koyî (1816-1897) helbestvanekî kurd e.

Hacî Qadirê Koyî helbestvan û bîrewerekî netewperwerî kurd bû, di sala 1816an de li gundê Gorqereç ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Koyê ji dayikbûye. Navê wî Qadir yan 'Evdilqadirê kurê mela Salih kurê mela Ehmedê Gewre ye. Hacî Qadir hec nekiriye, ango neçûye hecê, ji ber ku di meha haciyan de ji dayikbûye hê ji biçûkanî jê re digotin Hacî Qadir. Hê zaro bû bavê wî dimire, di 7 saliya wî de dayika wî, wî li ba Mela Ehmedê ku kurxalê wîye, datîne ber xwendinê, piştî 2 salê din ku dayika wî ji dimire, kurxalê wî, wî bixwedî dike. Duvra li cihê curbecûr li bajarên mîna; Serdeşt, Sablax û Şino, xwendina xwe didomîne û di sala 1862 an de îcazeya xwe ya 12 îlmî werdigire û vedigerê bajarê xwe Koyê.

Hacî Qadirê Koyî Xani'yê duyem e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şi'r û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.

Çend helbestên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê Komele şi'rên Hacî Qadirê Koyî de hatine çapkirin. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyeyê navê "koyî" pê ve bûye.

Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.

Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.

Hacî di sala 1897ê li Stenbolê çûye rehmetê. Dibe ku li Skûdarê di Goristana Qerece-Ehmed de veşartî ye.



27.08.2013 15:17 | newenda

2. bi qewlê remezan alan di edebiyatê de pêşengê modernîzma kurdî ye.



28.08.2013 05:57 | terkexem

3. camêrê bi navê aso zagrosî nivîsek dûr û dirêj, û têr û tijî li ser jînenîgarî û berhemdariya wî nivîsandiye.. ji lînka jêr heçiyê dixwaze dikare xwe bigihîne nivîsê: http://aso-zagrosi.over-blog.com/article-30477328.html



derheqê nizmbûna asta rewşenbîrîyê û lawazîya hesta netewî ya di nav Kurdan de hacî qadirê koyî di helbesteka xwe de dibêje:



''Kê delê ? Kurdekan bê îdrakin

Bese em neqse guê li min naken

Le qisey safî min xelet degirin

Wahîmey şêxkan le dil digirin''



yanî; Gotinên pak yên min şik digirin, wahîmên Şêxan ji dil digirin..



06.10.2013 04:06 | endazer

4. ev JÎ HELBESTAKA DR. kurdistan mukriyanÎ YE KÛ Di BÎRANÎNA haCÎ QADirÊ koyÎ de xwendÎ :



01.11.2013 17:56 | nan û av

5. Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.

Çend şihirên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê »komela şihirên hacî qadirê koyî« de çap kirine. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiyekoyeyÊ navê »koyî« pê ve bûye.

Hacî jî weke nalî şarezûrî û Şêx riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.



16.09.2014 19:15 | xwelî li ser

6. "eger kurdêk qisey babî nezanî

muheqqeq dakî hîz e, babî zanî"

http://www.nefel.com/epirtuk/pdf/haci_qadire_koyi_diwan_02.pdf?NR:79



16.11.2014 05:55 | zero

7. Dîsa di helbesteke xwe de ji bo kurdan weha dibêje:



Ta rêk nekewin qebîlî ekrad

Her wa dibine xerabe abad!

Enwa'î mîlel le gewre ta çûk

Xemilîwe memalîkî wekû bûk

Yek berg in û yek zuban û yek reng

Bê xeybet û xeyb û 'ar û bê deng.



11.03.2015 23:54 ~23:55 | quşxaneli

8. derbarê wî de du kes hene ku ez dibêm xwedan ferasete îlmî ne yek farangîs gaderî ji rojhilatê û ê din jî tahir baykuşak...



30.04.2015 16:48 ~16:49 | elomelo

9. Ji wîkîpedîyayê;



Hecî Qadirê Koyî (z. 1816 Koye - m.1897 Stenbol) helbestvanekî neteweperwer ê kurd e. Di nav kurdan de weke Ehmedê Xanî yê duyemîn tê binavkirin.



Hacî Qadirê Koyî di sala 1816'an de li gundê Gorqereç ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Koyê ji dayikbûye. Navê wî Qadir yan 'Evdilqadirê kurê mela Salih kurê mela Ehmedê Gewre ye. Hacî Qadir hec nekiriye, ango neçûye hecê, ji ber ku di meha haciyan de ji dayikbûye hê ji biçûkanî jê re digotin Hacî Qadir. Hê zaro bû bavê wî dimire, di 7 saliya wî de dayika wî, wî li ba Mela Ehmedê ku kurxalê wîye, datîne ber xwendinê, piştî 2 salê din ku dayika wî ji dimire, kurxalê wî, wî bixwedî dike. Duvra li cihê curbecûr li bajarên mîna; Serdeşt, Sablax û Şino, xwendina xwe didomîne û di sala 1862 an de îcazeya xwe ya 12 îlmî werdigire û vedigerê bajarê xwe Koyê.



Hacî Qadirê Koyî Xanî'yê duyem e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şi'r û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welat in.



Çend helbestên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê Komele şi'rên Hacî Qadirê Koyî de hatine çapkirin. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyeyê navê "koyî" pê ve bûye.



Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.



Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.



Hacî di sala 1897ê li Stenbolê çûye rehmetê. Dibe ku li Skûdarê di Goristana Qerece-Ehmed de veşartî ye.



Ji helbesteke hecî qadirê koyî ;

Le meydanî behar e, şarekey Ko,

Qubey Kişmîrî da ber şeq we ku go



.........



Kurdî axir bilê çîye 'eybî,

Her kelamî heqqe nîye 'eybî



Ya le gel Farisî çî ferqî heye,

Bo çî ew rast, bo çî em kemîye







...

Le ber bêittîhadî bûne miskên,

Le axirda weku zanîwme helldîn.



Le mabeynî killawsûr û killawreş(*),

Perêşan û diyarin mislî gay beş



Le ber em natebayî û kînecoyî,

Lelay romî zelîlin merdî koyî





Hacî Qadirê Koyî



30.06.2016 22:28 | azad30

10. Mîlletî bê kitêb û bê nûsîn
Xeyrî kurdan nîye le rûy zemîn

-Hecî Qadirê Koyî



20.02.2017 10:02 | rûbar

11. Sê qebîle heqîr û bê rûmet in
Kurd u rom û yehûdî gumrrah in

Rom û cû çak e îttîfaqî heye
Kurd e bêxîretî û nîfaqî heye

-Hecî Qadirê Koyî



04.03.2017 17:46 | rûbar

12. Lem beyne îttîfaqê peyda biken be merdî
Ferqî nebê şiwan û cutyar û mîr û gawan

-Hecî Qadirê Koyî



04.03.2017 17:47 | rûbar

13. Naheq e ew derheqim key deygirê mîzanî heq
Katibî e’mal eger bêt û terefgîrî neka
-Hacî Qadirê Koyî

Tu baş raze mamoste li cihê xwe, jixwe tu jî nîşan daye qet terefgirî nakin welle. Xwedê te bi rehma xwe şad bike.



07.03.2017 01:17 ~01:18 | rûbar

14. (bnr: herekol azîzan) yanî (bnr: celadet alî bedirxan) di hawarê de ji bo wî "hacî qadirê koyî, xanîyê didowan e. ew jî weke xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. şihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in." dibêje.
hawarîyê (bnr:ehmedê xanî) ye û di helbesta xwe ya ku di (bnr: rojnameya kurdistan)ê de pesnê xanî û (bnr: mem û zîn)ê dide.



07.02.2020 11:04 | lehî baranyan

15. Ji koysenceqa li Kurdistana başûr e. sala 1817 an ji dayik bûye. Di zarotiya xwe de li mektebên camiyên Koysenceqê xwendiye û pişt re çûye Serdeşt û Mehabad û Şino. Sala 1863 an icaze wergirtiye û vegeriyaye Koysenceqê. Pişt re berê xwe daye Stenbolê û li wir xwe gihandîye malbata Bedirxaniyan û bûye mamosteyê zarokên wan.. Berî ku ew biçe Stenbolê tu meylên wî yên netewî nebûn lê li wir çav bi Mem û Zîna Ehmedê Xanî ya ku li ba Bedirxanîyan bû dikeve û tesîreke mezin lê dibe. Ew jî mîna Xanî dibe xemxurê gelê xwe û zimanê kurdî.



13.12.2020 23:16 | yûsiv

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hacî qadirê koyî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî